Rojnameya Ronahî

`Poltîkeya mişextkirinê armanc pêkanîna guhertina demografîke`

Serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku mişextkirin şerekî taybet e ku li dijî gelê Sûriyeyê bi taybetî li dijî ciwanan tê meşandin e, armanca wê valakirina herêmê û guhertina demografiya wê ye.

Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên li dijî herêmê pêk tîne, şerê xwe yê taybet li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û wan bi darê zorê koçber dike. Çavdêran destnîşan kir ku armanc ji van şeran dagirkirina herêmê û penaberkirina şêniyên wê ye, da ku di encamê de projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Girêdayî vê mijarê, serokê Nivîsgeha Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed wiha axivî:”Dewleta Tirk a dagirker ji bo pêkanîna armancên xwe hemû awayên şeran bi kar tîne, şerê herî girîng şerê taybet e ku armanc jê valakirina herêmê û guhertina demografiya wê ye.”

Şêxmûs Ehmed wiha domand:“Hin tore hene ji aliyê îstixbarata Enqereyê ve tên birêvebirin. Ev tore bi qaçaxî ciwanan ji herêmê derdixin. Ji ber koçberên di daristanên Yewnanistanê û Bolgaristanê de ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane, em xemgîn in. Hin komên qaçaxiyê koçberan şantaj dikin, di deryayan de bi sedan ciwan, jin û zarokên sûriyeyî bûn qurbana vî karî.”

Ehmed bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên seranserî Sûriyeyê kir û got: “Divê gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî ciwan, xaka xwe û herêma ku bi xwîna keç û xortên wê hatiye rizgarkirin, biparêzin û bibin bingeha vê projeya niştîmanî.”

Ehmed wiha lê zêde kir:”Divê ciwanên me siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca valakirina herêmê ji ciwanan nas bikin ku ew jî bingeha welêt in. Divê em destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê biparêzin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin da ku bibe navenda derketina şoreşên gelên herêmê bi giştî.”

Şêxmûs diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya kiryarên xwe yên dermirovî wek qutkirina ava Firatê û ava stasyona Elokê hewl dide ku tevliheviyê peyda bike û gel ji Rêveberiya Xweser dûr bixe.

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed got:”Rêveberiya Xweser ji gel hatiye avakirin, gel dikare vê herêmê bi rê bibe, biparêze û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe.”