Rojnameya Ronahî

Banga yekrêziya kurdî

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rewşenbîr, nivîskar û seyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê banga Yekrêziya Kurdî kirin û gotin, ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd û têkbirina dagirkeriya li ser Kurdistanê yekrêziya gelê Kurd pêwîste.

Di navbera xewin û rastiya gelekî ku bi sedên salan rastî êş û zordariyan hatiye, lê qet ji banga yekîtiyê venegeriya ye, bi 10’ê caran pêşeng, wêjevan, nivîskar, rewşenbîr û helbestvanên kurd banga yekîtî û yekrêziya gelê kurd kirine.

Destpêkê hestên netewî û xwesteka yekrêziya kurdî li cem helbestvanê kurd yê kilasîk Ehmedê Xanî hatiye peydakirin. Wî bi 10’an malik li ser girîngiya yekîtiya netewî hûnandine û bû xemxurê gelê kurd. Êdî bi dû wî de gelek helbestvanên kurd mijara netewî kirin nav helbestên xwe de. Helbestvanê Kurd yê navdar Seydayê Cegerxwîn jî di derbarê xeteriya nehvrêziya kurdî de wiha dibêje: “Kurdno bibin yek, ger hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek!.”

Herwiha Têkoşerê Kurd Qazî Mihemed jî berî ku were bidarvekirin gelek şîret ji bo gelê kurd li pey xwe hiştin.  Yek ji wan şîretan jî şîreta yekîtiya kurdan bû. lewma dibêje; Yekîtî û hevdengiya nav xwe biparêzin, ji hev re nebaşiyan nekin, bi taybetî jî di berpirsyarî û xizmetê de tima nebin.

Di sala 1999’an de Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya bi parêzerên xwe re, daxwaza ku demildest kongreyek neteweyî, sîwanek neteweyî were avakirin kir.

Li ser vê daxwazê, gelê kurd ji bo yekîtiya neteweyî mîsoger bike û pêş bixe, pêwistî bi vê projeyê dîtin. Li ser vî asasî jî di sala 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat avakirin.  Di demekî kurt de gelek partî û rêxistinên kurd tevlî xebatên KNK’ê bûn. KNK’ê ji bo yêkitiya neteweyî saz bike, dest bi xebatan kir. Ev yek hêdî hêdî ber bi encamgirtinê ve diçû. Di sala 2013’an de li Hewlêr konferanseke dîrokî hat lidarxistin.

Weke hertim armanca dagirkeran perçekirin û tunekirina kurdan e, yek ji nimûneyên dîrokî ya berçav û xwedî bandor ta roja me ya îro hevpeymana Sykes-Picot û Lozanê ye,  ku di wan hevpeymanan de Kurdistan kirin çar perçe û her perçeyek di bin desta dewletekî desthiledar de danîn. Her dewletek jî gelê ku li perçeya xwe dijiya li gorî xwe û bi siyaseta bişaftinê re rû bi rû hiştine. Lê belê ev siyaset bandoriya xwe li hin kurdan kir ku rastiya xwe ji bîr kirin, lê dîsa hin Kurd jî ji rastiya xwe dûr neketin û di cewherbûna xwe israskirin û li ber xwe dan.

Li ser vî asasî gelê Kurd ji destpêka dîroka desthiledariyê 5000 B.Z ta roja me ya îro li hemberî desthildaran û dagirkeran berxwedaniyeke mezin a hebûn û tunebûnê dikin. Armanca vê berxwedanê jî diyar e ku li ser hebûna xwe israr dike, her ku êrişên wan dagirkeran mezintir dibe li hemberê wê berxwedan û yekbûna gelê Kurd xurtir dibe, ev jî di berxwedanên ku herî dawî hatin jiyîn; wek berxwedana xwseriyê li Bakurê Kurdistanê, Berxwedana Serdemê li Efrînê, berxwedana ku anha tê jiyîn li Rojavayê Kurdistanê û Qadên Berxwedanê, berxwedana rûmetê bi şêweya xwe ya herî zelal derket holê.

Derbarê girîngiya pêkanîna yekrêziya Kurdî rewşenbîr, nivîskarên û siyastmedarên kurd yên Rojvayayê Kurdistanê ji rojnameya me re axivîn.

 

‘Nehevrêzî ji bo gelê kurd êş û azaran tîne’

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Cemal Çaçan destnîşan kir ku gelê kurd gelek êş ji ber nehevrêziyê kişandiye, lewma divê xwe ji van êş û azaran xelas bike û wiha got: “Ger em dîrokê bi şûn de vegerînin, em ê nehevrêzî û parçebûna kurdan ji dema ku Kurdistan di Peymana Qesra Şêrîn de bû 2 parçe, bibînin. Piştî wê jî careke din jî, di encama Peymana Lozanê de ev yek hat dubarekirin. Ji serdema Peymana Qesra Şêrîn heya roja me ya îro lawazbûna gelê kurd û partiyên siyasî hate diyarkirin. Mixabin kurdan nikarîbûn destekê bidin hev û li hember dijminên xwe bibin yek. Di heman demê de gelek partiyên siyasî jî bi hev re nebûne alîkar, berovajî vê yekê, hin kurd ji bo berjewendiyên dijminên xwe kar kirin. Ji ber van şaştiyan heya niha gelê me êş û azaran dikşîne û rojane rastî kuştin û qirkirinê tên. Da ku ev şaştî dubare nebin pêwîste ku gelê kurd û partiyên siyasî birengekî cidî nêzî pirsgirêkê bibin û çareseriyekê ji bo kurdan bibînin. ”

 

‘Pêkanîna Yekrêziya Kurdan erka rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd e’

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê, Yûsiv Kûtê diyar kir ku pêwîste rewşenbîr,hunermend, nivîskar û siyasetmedarên kurd hewl bidin yekrêziyeke kurdî ava bikin û wiha domand: “Îroj hêzên desthilatdar yên cîhanî dixwazin cîhanê bigiştî bixin bin serweriya xwe de. Herwiha ji bo berjewendiyên xwe jî hewi dinin ku şerekî cîhanî yê 3’yem li dar bixin. Cihê herî guncav ji bo wan jî, Kurdistan û Rojhilata Navîn e, yek ji van hêzan jî dagirkeriya Tirkî ye. Dagirkeriya Tirk ji bo gelê Kurd dijmina yekem e. Ev dagirkerî dixwaze gelê kurd tune bike. Divê gelê kurd, hêzên kurdistanî û partiyên siyasî ji bo vê yekê hayedarbin. Herwiha yekrêziyek çêbibe ku bibe bersiv ji van kiryarên ku bi serê gelê kurd de tên. Em weke rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên kurd destnîşan dikin ku pêwîstî bi yekrêziya gelê kurdî heye. Divê em hemû jî hewl bidin ku kongireyeke netewî ji bo yekîtiya kurdan ava bikin. Ji bo ku dijmin Lozaneke din dubare neke.  Ev yek çareya herî baş e. Di heman demê de em ê bi vî rengî welatê xwe azad bikin û bighêjin mafê xwe.”

‘Qadên Berxwedanê ji kurdan re pişt e’

Nivîskar Xalis Misewer tekez kir ku Qadên Berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê ji kurdan re pişt e, lewra divê PDK’ê jê re nebe xencer û wiha got: “Em tev dizanin ku tunekirina gelê kurd armanca dewleta Tirk ya dagirker ya serke ye. Ev dagikerî rojane êrîşî  Başûr, Rojava, Bakurê Kurdistanê dike. Bêtirî xwe jî êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên ku li çiyayên Kurdistanê bûne xeta parastina Kurdistanê, dikin. Mixabin PDK’ê jî bi awayekî eşkere hevkariya dagirkeriya Tirk dike. Em weke rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên kurd vê hevkariyê şermezar dikin. Herwiha em tînin ziman ku siyaseta mala Berzanî û PDK’ê dike, li dijî gelê kurd û yekrêziya me ye. Em tev dizanin  ku Qadên Berxewedanê û çiyayên Kurdistanê ji gelê kurd re pişt e. Lewma divê PDK’ê ji gelê kurd re nebe xencer û hevkariya dagirkeriya Tirkî neke. Lê ya baş ew e ku PDK’ê ji riya xiyanetê  vegere. ”