Rojnameya Ronahî

‘Bi Bêdengiya Cîhanê re Kiryarên Dagirkeriyê Zêdetir Dibin’

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran sûcên giran li dijî gelê Efrînê kirine, bi taybet jin û zarok dibin armanc, Efrîna ku bi navê bajarê aşîtiyê û demokrasiyê dihat nasîn, îro ji aliyê dagirkeriyê ve veguheriye navenda sûcên dijmirovî. Endama Meclisa PYD’ê Îlham Mihemed diyar kir ku ji ber bêdengiya navnetewî sûcên dagirkeriyê li Efrîn zêdetir dibin û tevahiya nirxên mirovahiyê tê binpêkirin.

Esma Mustefa/Şehba

Kiryarên dagirekeriya Tirk û çeteyên wê di hundir Efrînê de û bi taybet li dijî  jin û zarokan, tevahiya  rêgezên exlaqê derbas kirin e. Rojane jinên Kurd bi destê çeteyan û artêşa dagirkeriya Tirk tên revandin, tecawîzkirin û qetil kirin. Herwiha ji bo wergirtina baceyan gef li  jinan tên xwarin û rojane ev destdirêjî zêdetir dibin. Herî dawî li Efrînê, li navçeya Cindirêsê keçikek temen 14 salî ji aliyê yek ji endamên meclisa çeteyan ya herêmî û lawê wî ve hat tecawîzkirin. Piştî ku hatiye ravandin, malbata wê bi kuştinê hatine tehdîd kirin. Bi 100’an jinên Efrînê di girtîgehan de çarenûsa wan ne diyar e, hemwelatî, jin û zarokên di malên xwe de jî çarenûsa wan di destê komên çete û artêşa faşîzmê de ne.

Girêdayî sûcên dewleta Tirk a dagirker  û çeteyên wê ku li dijî gelê resen û bi taybetî li dijî jinan  tên kirin, endama  Meclisa Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Îlham Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Çete hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin’

Îlham di destpêkê da xuyakirin ku ev zêdetirî 5 sala ne ku destdirêjî li jinên Kurd li Efrînê tê kirin û wiha got: “Bi dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi talan kirin, revandin, kuştin, tecawîzkirin û binpêkirina tavahî nirxên mirovî, kirin. Ji destpêka dagirkeriyê ve bi hezaran jin û zarok hatine revandin, tecawizkirin û herî dawî hatine kuştin. Li aliyekî din dijî, her roj mal tên hilweşandin, dar tên qutkirin, cihên dîrokî tên talankirin, her wiha guhartina demografiya herêmê ya ku bi riya bicihkirina xelkên  ereb yên herêmên din  û avakirina malên mêtîngeriyê, dewam dike.”

‘Cîhanê çavên xwe li hember heqîqetê girtiye’

Îlham destnîşan kir ku tavahî rêxistinên mirovî û hêzên navnetewî li hember binpêkirinên di herêmên dagirkirî de tê kirin bê dengin û wiha domand: “Di hundir herêmên dagirkirî de ewqas sûc û binpêkirinên ku hemû astên bê exlaqê derbas kirine tên kirin. Hemû kiryar bi awayekî giştî hatine belgekirin û ji raya giştî re hatine ragihandin. Lê belê tê dîtin ku hemû rêxistinên parastina mafê zarokan yên navnetewî û hêzên navnetewî li hember van kiryaran bê deng dimînin û tu bertekên cidî heyanî niha nedane nîşandan. Ev yek tenê hevkariya wan bi faşîzmê û komên çeteyan re  dide nîşandan. Her wiha di bûyera dawiyê de, ku keçikek temen bûçûk ji aliyê serçeteyekî û lawê wî ve di bin darê zorê de tê tecawîz kirin, ev yek sûceke nayê efû kirin, di derheqê mirovahî û zaroketiyê de, di heman demê de bi hezaran bûyerên bi vî rengî hatine jiyan kirin. Tevî  van hemû belgekirinan jî,  cîhan çavê xwe li hember rastiyê girtiye.”

‘Tevger û Rêxistinên navneteweyî  divê xwe berpirisyar bibînin’

Endamê Meclisa PYD Îlham Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li tavahî rêxistinên jin û mirovî yên cîhanî kir û wiha got: “Her çi dibe bila bibe, divê li hember van bê exlaqiyên ku li dijî jinên Kurd û zarokan de tên kirin em bêdeng nemînin. Divê em dengê xwe ji giştî cîhanê re raghînin, bi taybet tevger û rêxistinên jin û zarokan yên cîhanî li hember van kiryaran bê rol nemînin û xwe berpirsyar bibînin, her wiha erkên xwe yên exlaqî pêk bînin.”