Rojnameya Ronahî

Girtîgeh bûne ciyê şikandina îradeya jin

Nehîr Pale    

Leşkerên dixwestin destdirêjî Besê Xanim û Zerîfa Xanim bikin, leşkerên ku Leyla Qasim bi darve kirin, PDK`iyên Gulnaz Karataş (Bêrîtan) dorpêç kirin, mîtên ku Sakîne Cansiz (Sara) û hevalên wê qetil kirin, DAIŞ`iyên jinên Şengalê li bazarên Reqa û Mûsilê firotin, polîsên Jîna Emînî kuştin û çeteyên niha li Efrînê rojane jinê tecawiz dikin heman polîsên ku destdirêjî Gultan Kişanak kirin.

Dagirker yek ji rêbazên ku li hemberî jinên şoreşger û siyasetmedar didin meşandin û dixwazin îradeya wan bişkînin, girtine. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker li hemberî şoreşger û siyasetmedarên li gel wê girtîne rêbazên herî qirêj û kirêt dide bi kar anîn. Girtiyan weke dîl dibîne û aliyê fêzîkî, piskolojîk û fikrî ve wan işkence dike.

Sala 1980 bi derbeya 12`ê Îlonê re di girtîgeha Amedê de hemû rêbazên ku rûmeta şoreşgeran bişkîne li hemberî wan da bi kar anîn. Sakîne Cansiz yek ji şoreşgerên ku li hemberî polîtîka Tirkiyê ya girtîgehan li ber xwe da. Li dadgehê parastina xwe kir, hêz dida hevalên xwe yên jin ku li ber xwe bidin û lewaz nekevin, dest bi çalakiya girava birçîbûnê kirin û her li hemberî xwe têdikoşiya ji bo zeyîfatî nede leşkerên Tirk û di hemû nêzîkatiyan de xwedî helwest be.

Bi sedan jin û mêr ji ber sedemên siyasî li girtîgehên Tirkiyê têne rizandin, hinek ji wan ev bûye 30 sal di girtîgehê de ne. Hejmarek ji girtiyan jî nexweşin û wan serbest bernadin heyanî ku bimrin û cenazeyên wan ji malbatên wan re rêbikin. Niha jî li gorî parlementerên Partiya Çep a Kesk daxuyanî dan li girtîgehên Tirkiyê 300 girtî hukmê wan bi dawî bûye lê di bin navê cezaya disiplînê de wan serbest bernadin.

Gultan Kişanak girtiyeke siyasî ye û ev bûye 7 sal bê ku were darizandin di girtîgehê de ye. Roja 9`ê Tebaxê cendermeyên Tirkiyê ew ji girtîgehê birin Xerpêtê ji bo tevlî merasîma definkirina xwişka xwe bibe û di vegerê de cenderme wê dibin girtîgeha Xerpêtê wê dixin depoyekê de û işkence dikin.

Êdî dewleta Tirk a dagirker girtîgehan weke navendên işkence, terbiye kirin, îrade şikandinê, rizandin û kuştine dide bi kar anîn. Li Tirkiyê kî behsa demokrasiyê bike, mafên xwe bixwaze yan hikûmeta AKP-MHP`ê rexne bike wê sûcekî bavêjin ser û têxin girtîgehê de. Niha bi riya girtîgehan êrîşî jin dikin û kîjan jin biryara siyasetê bide dê bibe hedefa hikûmeta AKP û MHP`ê.

Pirsgirêka dewleta Tirk a dagirker bi jinê re îdeolojîke, heyanî ji destê hikûmeta AKP`ê û MHP`ê were ji bo jin nefes negrê wê serê jin biperçiqîn in. Ew dizanin her çiqasî jin pêşbikeve iqtîdara wan dikeve xeteriyê de û wê dawî li desthilatdariya wan were.

Di vegera li dîrokê tê dîtin ku jina li hemberî sîstema desthilatdar, li dijî zîhniyeta mêr têkoşiyaye yan li gorî zagonên jêre hatine dayîn ne meşiyaye wê bi tiştekî sûcdar kirine û dawî li jiyana wê anîne. Di çaxên navîn de dadgehên engîzasyonê bi hezaran jinên ku zanist dixwestin ew bi sehir sûcdar kirin û di girtîgehan de şewitandin. Îro jî zîhniyeta AKP`ê û MHP`ê ya çaxa navîne û her jineke têdikoşê wê di girtîgehan de dukjin û dawî li jiyana wê tînin.