Rojnameya Ronahî

‘Têkoşîna rêxistinkirî yek ji pîvanên misogerkirina azadiya jinan e’

Çalakvanên ku beşdarî konferansa jinan a di 18-19’ê Tebaxê de li paytexta Lubnan Beyrûdê hat lidarxistin bûn teqez kirin ku têkoşîna rêxistinkirî yek ji pîvanên azadiya jinan e.

Li paytexta Lubnan Beyrûdê bi pêşengiya Komeleya Jîn a Jiyanê û Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” di dîroka 18-19’ê Tebaxê de bi sernavê “Ezmûnên Tevgerên Jinan ên Navneteweyî” konferansek hat lidarxistin. Di serî de welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê ji 12 welatan 100 jin beşdarî konferansê bûn. Konferans diyarî jinên Êzidî yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve bi qirkirinê re rûbirû mabûn û jinên Efgan hat kirin. Di konferansê de jinan bi biryara ku ji 7 xalan pêk tê soza mezinkirina têkoşînê dan.

Çalakvanên Tûnisî ên ku beşdarî konferansê bûn, der barê girîngiya têkoşîna rizgariya jinan û sûdgirtina ji ezmûna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de nêrînên xwe anîn ziman. Jinan diyar kirin ku divê mekanîzmayên têkoşînê ji bo azadî û jiyanê xurt bikin.

 ‘Jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê di konferansê de amade bûn’

Koordînatora Însiyatîfa Nûn Sawsan Shoman ku beşdarî konferansê bû got ku Însiyatîfa Nûn li Lubnanê ava bûye, tê de komek jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê hene. Sawsan Shoman wiha got: “Di konferansê de li ser girîngiya pêwendiya di navbera hemû dewletan de ji bo însyatîfê berfireh bikin û armancên xwe pêk bînin hat rawestîn.” Sawsan Shoman diyar kir ku beşdariya jinan di encama hemû pêvajoyên cuda yên guhertinên siyasî û diyalogên aştiyê de, bi taybetî di çarçoveya têkoşîna femînîst de pêk hatiye, ji Bakurê Afrîqayê bigre heta Rojhilata Navîn jin beşdar bûne.

‘Pêşketina jinan li Rojhilata Navîn dê bibe mekanîzmaya guhertina civakî’

Xebatkara Akademiya Jinelojiyê Rojiyan Hisên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konferansê bû got: “Pêşketina jinan û rizgariya wan li Rojhilata Navîn dê bibe mekanîzmaya guhertina civakî û bingeha rizgariya hişmendiya ku sîstemên desthilatdar ferz dikin. Tevî ku tevgerên feminist, sosyalîst û şoreşên civakî li seranserê cîhanê derketine jî mijara rizgariya jinan ji bo wan xala dawî bûye. Bi derketina Rêber Abdullah Ocalan û nîqaşkirina mijarên têkildarî jinan û têkiliya wan a bi azadiyê re, rê û rêbazên çareseriya vê pirsgirêka civakî derketin, ev jî di dîroka jinan de berê tune bûye. Bi mîrateya bi hezaran salan karên cidî gav bi gav tên kirin ji bo pêşxistina projeya serbixwe û plana stratejîk. Rêber Abdullah Ocalan bi xwe nakokiyên mijara azadiya jinan dît diyar kir ku koka van nakokiyan vedigere malbat, heval, civak û tevgerên çep di salên 1960-1970 de.”

Rojiyan Hisên di dawiya axaftina xwe de behsa fikra hevjiyana azad ku bi rêbazeke nû di cildê pêncemîn a Manfîstoya Şaristaniya Demokratîk û Doza Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiriye kir. Rojiyan Hesen wiha got: “Pêşketina çêbûye, li ser bingeha têkiliyên navbera mêr û jinan de bi wekhevî û serxwebûna di navbera herdu zayendan de ye. Tevî taybetmendiyên herdu zayendan û aliyên wan ên cuda û wekhev girtiye dest û analîzên balkêş kiriye.” JÎNHA