Tuesday, June 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kurdistanê qirkirina xwezayê: Banga hişyariyê

23/08/2023
in Uncategorized
A A
Li Kurdistanê qirkirina xwezayê: Banga hişyariyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hevseroka Desteya Ekolojî ya herêma Firatê Emîne Wêso polîtîkayên qirkirina xwezaya Kurdistanê nirxand û ji bo parastina jîngehê banga hişyariyê kir.

Polîtîkayên dewleta tirk a li ser qirkirina xwezaya Kurdistanê her ku diçe zêde dibin ji ber vê yekê jiyana zindiyan xerab dibe û xebatên çandinî û lawirvaniyê nayên kirin. Hevseroka Desteya Ekelojîk Emîne Wêso derbarê polîtîkayên qirkirina xwezaya Kurdistanê de nirxandin kir.

Emîne Wêso destnîşan kir ku polîtîkayên qirkirina xwezayê ya li ser Kurdistanê girêdayî polîtîkayên qirkirinê ye û li dijî vê yekê got: “Armanca me ew e ku em daran li herêmê zêde bikin da ku welatekî xweş were avakirin. Gelek sûd ji xwezayê tê girtin, hewaya baqij û bi oksîjen zêde dibe û di aliyê zanistî de jî axê digre û nahêle were xerabkirin. Ji bo lawiran her ku hejmara daran zêde dibe cureyên lawiran jî zêde dibin lê ji bo mirovan ji aliyê derûnî ve jî gelek bi sûd e. Armanca me zêdekirina daran û avakirina daristanan li herêmê ye weke ku tê zanîn Kurdistan bi xweza û darên xwe bi bereket e û bi çiyayên xwe tê naskirin.”

Li ser daristanên Kurdistanê talan

Emîne Wêso bal kişan êrişên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, destnîşan kir ku beşekî ji van êrişan jî li ser xweza û bedewiya Kurdistanê tê meşandin. Emîne Wêso wiha domand:”Dewleta tirk êrîşê ser daristanên Kurdistanê dike. Li Çiyayê Cûdî daran dibre û li hêrêmên Şirnex û Colemêrgê dar tên qutkirin û şewitandin. Li ser darên Kurdistanê bazirganî tê kirin û li herêmên din tên firotin lê heya niha her kes bêdeng e û hovîtiya dewleta tirk berdewam dike. Dema ku dar tên şewitandin, nahêlin ku welatî biçin daristanan agir vemirînin. Ji bilî vê êrîşên xwe li ser gelê Kurd li ser xwezayê jî zêde dike. Dema ku herêma Efrînê hat dagirkirin û dûre bi rojana ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî ve dar hatin qutkirin û hê jî ev yek didome. Li daristanên Efrînê dar nemane weke çiyayê Meydankê cihekî ku dema mirov bala xwe didayê rehet dibû niha tu li wênayan mêze dikî dibêjî ew ne ew çiya ye, ewqas guhertin tê de hatiya çêkirin.”

Bi polîtikayên li dijî Kurdistanê ve girêdayî ye

Emîne Wêso got ku dewleta Tirk tevî ku ewqas daxuyanî tên dayîn jî bi zanebûn daran qut dike da ku Kurdan ji cihê wan derxe bi serbestî siyaseta xwe bimeşînê û wan ji holê rake û anî ziman ku armanca vê yekê gelê Kurd koçberkirin e. Emîne Wêso wiha got: “Ji ber ku em Kurd girêdayî ax û xwezayê ne, berê xwe bidin her deverê dixemilînin, mînaka berbiçav jî xelkê Efrînê  ye, dema koçberî Şehbayê bûn û ruxmî erîşan li derdorê konê xwe dar û gul çandin e. Ev tişt dide xuyakirin ku Kurd ji berê ve bi xwezayê ve girêdayî ne, ji lewra erîşî me û xwezaya me dike da ku gel koçber bike.”

Banga hişyariyê

Emîne Wêso ya bal kişand li ser pêwistiya xwedî derketina li xweza û jîngehê bi van gotinan banga hişyariyê kir: “Em wek saziyên ekolojîk ên herêman divê bi giştî dengê me ji hovîtiya dewleta tirk re bilindtir be û xwedî sekn be. Ew saziyên ku xweza û mirovahiyê diparêzin bi me re bibin yek da ku li hemberî dewleta tirk derkevin û pêşî lê were girtin.” NÛ JINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.