Rojnameya Ronahî

 Helîkopterên bi erdê re dimeşin

Mala Barzanî

Volqan Elî Di roja me ya îro de  zanist û teknîk her roj û her kêlî wisa bi pêş dikeve, ji hemûyan agahdar bûn û şopandin ne gengaz e. Mînak, ev balafirên bê mirov û bi armanca îstixbaratê înterneta bi hezar cûreyî tê bikaranîn ji beriya mirov wan bişopîne, jixwe ew mirov dişopînin. Li gorî ku di nûçeyeke tv’yekê de digot, li welatê Sînê seyareyek (taksî) hatiye çêkirin, ne di erdê re diçe, li azman difire û wisa rêwîtiya xwe dike. Pêşketina teknîk û zanistê bi serê xwe ne xirab e. Wekî di mînaka dawî de xuya ye, ji bo civakê baş e.

Dîsa rojevek girîng jî di vê dawiyê de ji ber salvegera 100mîn a peymana Lozanê, civînên hêzên şoreşger KNK`ê û hwd hebûn, PDK`ê (Mala Barzanî) tevlî nebû. Jixwe nedikarî tevlî bibin. Ji ber ku giranî û helwesta xwe ya herî piçûk a welatparêziyê ji dest dabûn. Ji derveyê vê hemû hêz û derdorên demareke şoreşgerî û Kurdîtî tê de heye tevlî bûn. Ya din jî Tayip beriya vê çendekê banî Begler Begê Mansûr kiribû û wezîfeyeke nû dabû wî, Lazim bû mêrxasên Barzaniyan di bejahiyê de jî alîkarî bidana leşkerên Tirk. Li ser vê yeke, mêrxasên vê Malê, li Xakurkê tevlî operasyonên dagirkeriyê bûn.  Dijmin bi xwe jî vala nesekinî. Li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriye û herêmên Parastina Medya êrîş da destpêkirin.

Bi taybetî jî hewl da êrîşên li ser Zap, Avaşîn, Metîna nûjen bike, cihên nû bigire û cihên par jê kişiyayîbû ji nû ve bigire. Xwest leşkerên xwe daxe sêgoşeya Zap, Metîna û Garayê yanê Girê Cudî, Girê Şehîd Delîl. Li girê Cûdî gerîlayên azadiya Kurdistanê nehiştin ku helikopter leşkeran daxin. Dest werda, di destpêkê de 3-4 leşker kuştin. Derb li çend helîkopteran dan. Dema artêşa Tirk hewl da ji bo rakirina kuştiyên xwe û hem jî ji bo daxistina leşkeran, gerîla dîsa lêda. Her lêdana gerîla hem pêşî li firehbûna dagirkeriyê girt û hem jî nehişt ku artêşa dagirker kuştî û birîndarên xwe rake. Ji bo dewleta Tirk helikopter jî amûrekî cûda ye ji bo şer, ji leşkerên wî girîngtir e. Jixwe par Tayip di axaftinên xwe yên propagandayê de digot: “Ma hûn dizanin guleyek bi çend lîrayan e?” Her wisa helîkoptereke şer jî ne kêmtirî dehan milyon dolar e.

Dema wisa bû, hûn ê bêjin çi qewimî? Em vê bi gotineke pêşiyên Kurdan bînin ziman. Dapîr û bapîrên me gotine: “Zor dizane, zêr dizane, devê tifinga mor dizane.” Wekî vê gotinê, zora tifinga gerîla jî bûyê sedem ku ‘ilm û teknîka Tayip bi pêş bikeve. Wekî tê guhên me, xwendekar dibêjin: “ma bû çê?” wisa nebêjin. Wele Tayip helîkopterên nû bi pêş xistiye. Ev ne li azman difirin. Bi erdê re dimeşin,Mala Barzanî.

Artêşa dagirker a Tirk dixwaze, koka Kurdan biqelîne. Yek kesî bi namûs û şeref nehêle. Ji bo vê yekê hemû Nato û dewletên kedxwar û dagirker bi hemû ilm û zanista xwe li pişta wî ne. Rojane alîkariyê didinê. Teknîka herî pêşketî baxişandinê. Jêr dibêjin “ruhê Kurdan bistîne, em bi te re ne”. Na, têrê nake. Lê belê Mala Barzanî jî xwe li ser vê alîkariyê zêde kiriye. Ne ji van helîkopterên bi erdê re dimeşe be, îrade û cesareta gerîla di binê dehan keşfan de, li hemberî çendîn û çendîn teknîkên herî bi pêşketî nahêlin lingê helîkopterên difirin ên Tayip jî bi erdê bikeve.

Gotineke pêşiyan a Tirkan heye dibêje: “Zilamekî mêrxas bikuje, lê tenê heqê wî nexwe!”. Bi rastî jî lazim e mirov heqê Mala Barzanî jî nexwe. Ma dema leşkerên Tirk li serê Girê Cûdî yan jî cihekî cûda yê Parastina Medya tê kuştin kî yê termî wan rake? Jixwe gerîla nahêle lingê helîkopterên li azman difirin bi erdê bikeve.

Ji xwe ji Enqerê Tayip li têlê dabû,“Eger di azman re nabe, bila begler begeyê me yê nû Mala Barzanî , kurên wî yên mêrxas di erdê re biçin hawara leşkerên me, eger ne bi birîndarî be bila candekên wan bînin.”

Mala Berzanî ma wê çawa, ev daxwaza Siltan Tayip li erdê bide? Yek, nekir du. Çawa ku kurên wan ên mêrxas bi pişta xwe ji leşkerên li dîjî gerîla şer dikin re av, nan û xwarin dikişand, lazim dikir birîndarên wan sax bikirana, candekên wan bikişandana Kanî Masî, Şeladizê û gundên li derdorê. Eger na, Enqere pir dûr bû, xwedê neke leşkerekî birîndar bimana ew ê kî li hemberê gerîla şer bikira? Kê wê mala Kurdan xira  bikirin? zarokên wan ên wekî pezkûvî û xezalên çiya bêguneh bi çekên kîmyayî bixeniqanda? Kê wê çekên teknîk ên atomî biteqandana? gerîlayên di hemêzên wan de devê tifinga mor heyî, bi ser de teht û zinar bi anîna xwarê û di binê erdê de bihiştana?

Van hemû pirsan mejiyê Begler Begê Mala Barzanî dixwar. Jixwe beriya dehê salan biryara vê dabû; “Eger skorsky di ezman re nikarin, pêwîst e kurên me yên mêrxas di erdê re xwe bigihînin hawara mehmetçîkên (leşker) qehreman. Divê (kuştî yan birîndar) qunçek ji qemîse wan jî zerer nebîne.”

Ma şivanek çima li ber deriyê xwe kuçik dihewîne?