Rojnameya Ronahî

Zanist û çanda civakê bi riya perwerdeyê pêş dikeve

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevserokê Desteya Perwedeyê Mustefa Ferhan diyar kir ku bi avabûna Peymangehan re rêjeyeke baş ji mamosteyan derçûn. Her wiha Akademî jî asta mamosteyan li pêşdixe û guhertina ku bi riya biranş û beşan pêk tê, di akademiyan de mamoste jê sûdê werdigrin .

Bi şoreşa Rojava re gelek destkeftiyên mezin hatin bi destxistin. Yek ji wan destkeftiyan ew bû ku gel nikarîbû nav û warê xwe bi kurdî bîne ziman û binvîse. Di dibistanan de bi fermî dest bi zimanê dayikê hate kirin û herwiha Zanîngeh û Peymangeh jî hatin avakirin. Li kêleka wê jî Akadimiyên girtî ku tê de mamoste, bi armanca xutkirina ziman dest bi kar û xebatan hate kirin.

Derbarê avakirina Peymangeh û Akadimiyan de, Hevserokê Desteya Perwedeyê ya herêma Cizîrê Mustefa Ferhan ji rojnama me re axifî.

‘Di peymangehan de mamoste têne perwerdekirin’

Mustefa Ferhan diyar kir ku ji Refa 1`ê de perwerde hat destpêkirin û wiha got: ” Dibistanên Zimanê kurdî ji refa yekê ve hat destpêkirin. Dema ku şagirtên refa 12`an sala xwe ya xwendinê bi dawî kirin, piştî wê derbasî Zanîngeha Rojava dibin. Herwiha ji ber hijmareke zêde ya xwendekarên Zanîngehê nema dikarîbûn hemû xwendekaran derbasî Zanîngehê bikin, Ji bona vê yekê Peymangeh hatin avakirin. Xwendekarên ku pileya wan kêm bû derbasî Peymangehan dibin. Armanca paymangehan perwerdekirina mamosteyan e. Di peymangehê de tavahî beşên biranşan hene, mîna Bîrkarî, Zanyarî, Fîzîk, Kîmiya, Werzîş, Wêne û Mûzîk hatine vekirin. Herwiha li herêma Cizîrê du peymangeh hene, yek li bajarê Qamişlo ye ku 415 xwendekar lê hene, yan din jî li bajarê Hesekê ye û 317 xwendekar lê hene.”

‘Akademî asta Mamosteyan xurt dike’

Mustefa wiha axftina xwe berdewam kir ji xwe li gorî sîstema ku em li ser kar dikin xwendekarên ku peymangehê bi dawî bikin wê bibin mamoste û got: “Xwendekarên ku îsal peymangehê bi dawî bikin, tevlî dibistanan dibin û wê waneyan jî bidin . Herwiha Akademiyên ku ji kevin de vekirî jî hene. Akadimî tenê dibin alîkar ji bo asta mamosteyan bilind bikin. Xwendekar derbasî Peymangehan dibin û têde perwerdeya xwe dibînin. Mamoste jî derbasî Akademiyê dibin û perwerdeya xwe têde dibînin û asta wan tê xurt kirin.

Ji xwe avakirina beşek ji Akademiyan di sala 2015’an hate vekirin. Sîstema Akademiyan girtî ye û tê de mamoste perwerdeya bîrdozî û biranşan dibînin. Di salê de nêzî 2-3 dewreyên biranşan ku nêzî 45 xwendekar derdiçin têne vekirin. Akademiyên xweser yên girêdayî jinê jî, ku sîstema kar û xebata jinê di aliyê Rêveberî û Fikirî de tê dayîn jî hene û ew bi zimanê Erebî û kurdî ne û hejmara wan jî  5 akademîne”

‘Astengiyan di dîtina mamosteyên biranş de dibînin’

Hevserokê Desteya Perwerdeyê Mustefa Ferhan axftina xwe wiha qedand:”Ji ber mûçeyên kêm em gelek zehmetiyan dibînin hatnanî ku karibin mamosteyên biranşan peyda dikin. Herwiha dema tên peyda kirin jî li gorî demê kar dikin, di vir de jî mamosteyên biranşan ji mûçeyên xwe nerazîne, beşek jî ji mamosteyan bi fedekarî bi me re kar dikin, herwiha astengiyên Akademiyan jî ji ber girtîne rêjeyek mezin ji mûçeyan jêre divê. Armanca ku perwede di demsala havînê de tên kirin ji ber sal bi sal guhertin tên kirin. Di vir de em wek Desteya Perwedê neçar dibin, ku li gorî van guhertina jî mamosteyên xwe avabikin. Sal bi sal dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re têne meşandin. Di vê salê de mamoste li ser 4 xalan wê bêne perwerdekirin. Perwerdeyên heyî jî girêdayî mijarên bîrdozî, Sinc, Felsefe û rêbaza fêrkirin û bi ci rengî xwendekarên xwe perwerde kirin û dabeşkirina kar û xebatê heyî li gorî vê yekê.”