Rojnameya Ronahî

Xeteriya hişmendiya DAIŞ’ê

Hemze Sêvo/ Qamişlo

Zrokên çeteyên DAIŞ’ê yên kampa Holê ku li ser hişmendiyeke terorî ji aliyê jinên çeteyan ve tên perwerdekirin, ji bo siberoja herêmê û tevahiya cîhanê xeterin. Ji bo dûrxistina zarokên çeteyan ji ji hişmendiya terorê, Rêveberiya Xweser 2 navendên perwerdekirinê ji van zarokan re vekirin.

 

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê  li Baxozê , di sala 2019’an de ji aliyê Rêveberiya Xwerser ji bo malbatên çeteyên DAIŞ’ê kampa Holê hat hazirkirin. Piraniya kesên ku cihê xwe di vê kampê de digirin hevjînên çeteyên DAIŞ’ê û zarokê wan in.  Herwiha niha jî hejmara wan bi giştî, 48 hezar û 394 kes e, bêtirî 30 hezar ji wan zarok in û temenê wan 2 salan heya  17’an e. Piraniya van kesan bianî ne û ji  hemû dewletên cîhanê bi çeteyên DAIŞ’ê re derbasî Sûriyê bûn. Niha jî ev kesên xwedî fikrên radîkal û terorî ku xeteriyeke mezin li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çêdike. Di hundirê kampa Holê de, bi taybet jî zarokên çeteyan di atmosfereke ne guncav û di bin perwerdeyeke fikrî ya terorî de jiyan dikin. Civaka navdewletî jî di derbarê vê yekê de bê deng e û alîkariya Rêveberiya Xweser nake. Bi taybet Dewletên ku welatiyên wan di vê kampê de dimînin.

Hejmarên jin û zarokên ku radestî welatên wan hatine kirin

Li gorî Desteya Rêveber A pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, hejmara jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên ku Rêveberiya Xweser radestî dewletên wan kiriye jî wiha ye:

Di sala 2019’an de, 174 zarok û 168 jin radestî welatên wan hatin kirin.

Di sala 2020’an de,  245 zarok û 36 jin radestî welatên wan hatin kirin.

Di sala 2021’an de, 258 zarok û 66 jin radestî welatên wan hatin kirin.

Di sala 2022’an de, 388 zarok 129 jin radestî welatên wan hatin kirin.

Di sala 2023’an de, 256  zarok û 115 jin radestî welatên wan hatin kirin.

Navendên perwerdekirnê ji bo zarokên çeteyan hatin vekirinê

Hejmara kesên bo dewletên wan hatine radestkirin li gor hejmara kesên di kampê de dimînin, pir kêm e. Malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Kampa Holê de ne mîna bûmbeyekê ne û xeteriyekê mezin li ser tevahiya cîhanê çê dikin, bi taybet zarokên  ku li ser fikrê DAIŞ’ê tên mezinkirin. Ji bo dûrxistna zarokên çetyeyan ji hişmendiya DAIŞ’ê, Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê 3 navendên perwerdekirin vekirin. Yek ji van navendan Navenda Horî ya ji bo perwerdekirina zarokên çeteyên DAIŞ’ê ye, ev navend li bajarokê Til Mei’rûf yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo ye. Herwiha di sala 2017’an de hat vekirin. Zrokên di vê navendê de dimînin bi navê Eşbal Elxîlafe tên naskirin. Di navendê de 110 zarokin û herî kêm ji  22 welatan in. Temenê wan ji 12 heya 18-salî ye. Piraniya van zarok û sîpeyan bi çeteyên DAIŞ’ê re sûcên mezin kirine.  Herwiha Navenda  Helat jî yek ji navendên ji bo perwerdekirina zarokên çeteyên DAIŞ’ê, di sala 2021’ê de hat vekirin. Navenda Helat ya Perwerdekirina Zarokan li bajarê Hesekê ye. Ev navend  li gorî temenê zarokan dibe 3 beş, Zarokên ji temenê 3-salî heya 13-salî li van beşan tên belavkirin.

Têkildarî Kampa Holê û navendê perwerdekirina zarokên çeteyên DAIŞ’ê hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan û rêveberên navendan perwerdekirina zarokan , herwiha zarokên çeteyan ku li navendan tên perwerdekirin ji rojnameya me re axivîn.

 ‘Fikrekî radîkal yê herî xetrnak di kampê de ye’

Cîhan Henan diyar kir ku malbatên DAIŞ’ê yên Kampa Holê xeteriyeke mezin li ser ewlehiya herêmî û cîhanî  çêdikin û wiha got: “Piştî  ku hêzên QSD’ê çeteyên DAIŞ di pêngava Baxozê detêk birin, êdî em neçar man ku hejmareke mezin yên malbatên çeteyan di Kampa Holê de bi cih bikin. Herwiha ji destpêka sala 2019’an ve van kesan gelek pirsgirêk di kampê de çêkirine. Di heman demê de hêzên ewlekariyê jî kirina armanc. Di sala 2022’yan de pêngaveke ewlehiyê li kampê hat lidarxistin û di encamê de gelek cureyên çekê giran ji nav kapê hate desteserkirin. Ev kamp weke navenda fikrên radîkal ya herî xeternak e. Jinên di vê kampê de, kesên sîpe vedişêrin û her yek ji wan 4 car û bêtir jî dizewicênin. Ew bi vê yekê dixwazin ku çeteyên DAIŞ’ê ve vejîn bikin.  Li hemberî vê xeteriyê, welatên ku ev çete jê hatine , xwe bêdeng dikin û bi erka xwe ya exlaqî ranabin.Herwiha civaka navdewletî jî ji di derbarê çareserkirina vê pirsgirêkê naxebite. ”

 ‘Dayîk zarokên xwe li ser fikrên terorê mezin dikin’       

Rêvebera Navenda Helat jî da zanîn ku di Kampa Holê de dayîk zarokên xwe li ser fikrên tundî perwerde dikin û wiha domand: “Li Kampa Holê zarokên DAIŞ’ê ne di atmosfereke guncav de dijîn. Dayîk di hişmendiya zarokên xwe de fikrên terora çeteyan diçîne. Em jî neçar bûn ku rê li ber vê yekê bigirin. Ji bo ku zarok mafê xwe yê zaroktiyê bibin û dûrî hişmendiya DAIŞ’ê bikevin, navenda me van zarokan perwerde dikin. Herwiha hejmara wan jî 40 zarok e lê carcan dighêje zêdetirî 100 zarokan. Jinên ku pirsgirêkên ewlekariyê li ser wan hebin dikevin girtîgehê de. Zarokên wan jî divê bi wan re derbas nebin. Lewma ev zarok ji bo perwerdekirinê bi riya Desteya Jinê tên navendê. Erkê me erkekî mirovî ye, em dixwazin zarokên xwedî fikrên radîkal bi vî awayî mezin nebin, lê belê li ser perwerdeyeke asayî werin avakirin. Mamosteyên taybet ji bo vê perwerdekirinê hene weke bîrkarî, wênesazî, werzîş û hwd… . Herwiha piştî ku dayîkên zarokan ji girtîgehê derdikevin, zarok jî bi dayikên xwe re vedgerin Kampa Holê. ”

‘Zarokên çeteyan wek DAIŞ’ê tevdigerin’

Rêveberê Navenda Hûrî diyar kir ku zarokên DAIŞ’ê bi hişmendiyeke  çeteyan  tevdigerin û wiha axivî: “Piraniya van zarokên ku niha li Navenda Hûrî dimînin di şeran de hevkariya çeteyên DAIŞ’ê kirine. Di heman demê de destê wan di kuştina gel û şervanên me de heye. Zarokên wiha li ser perwerdeya DAIŞ’ ya herî rik û tundwar fêr bûne. Di dema niha de jî wisa ne, ku hîna bi sîstem tevdigerin. Di navendê de ji xwe re mîrek dest nîşan kirine û tev di bin siya wî de ne. Ev tişt ne tenê li navenda Hûrî derbasdar e, lê belê li Kampa Holê rewş ji wisa xirabtir e. Li kampa Holê hejmara zarokên wisa xwedî fikrekî radîkal bi hezaran in. Tev jî di temenekî biçûk de bi 3 yan 4 jinan re di temenekî biçûk de dizewicin.Em li vê navendê hin bi hin dixwazin nêzî van zarokan bibin û fikrên zarokên normal di hişmendiya wan de biçînin. ”

Her zarokekî ku di hundirê Kampa Holê, Navenda Helat û Hûrî de ye de dimînin, li ser tevahiya cîhanê xeterin, li gorî ku me şopand hîn jî ev zarok li ser hişmendiya çeteyên DAIŞ’ê tevdigerin.