Rojnameya Ronahî

’Beyannameya Rêveberiya Xweser bingeha çaresekirina kirîza Sûriyê ye’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi 10’an civînên navneteweyî hatine li darxistin, lê ji ber berjewendiyên hêzên navneteweyî, tu çareserî nehatiye dîtin. Hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê, diyar kir ku beyannameya Rêveberiya Xweser bingeha çareserkirina kirîza Sûriyê ye.

Kirîza Sûriyê 12 sal li pey xwe hişt û roj bi ro kirîz kurtir dibe, hikumeta Şamê û hevalbendên wê; Rûsiya û îran, herwiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, herdem ji bo berjewendiyên xwe hewil didin ku temenê kirîzê dirêjtir bikin û li ser xwîna gelên Sûriyê bazarên qirêj dikin.

Di van 12 salên kirîzê de, ji bo peydakirina çareseriyê bi 10’an civîn û danûstendinên navneteweyî hatine li darxistin, lê ji ber ku hêzên di van civînan de beşdar dibin nûnertiya gelên Sûriyê nakin û tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikikn, tevahiya van civînan bê encam dimînin. Mînakê li ber çavan jî civîna Astana ya dawî ku di 20’ê pûşberê  de hat lidarxistin û bê encam ma.

Li aliyekî din jî ji  bo çaresrkirina kirîza Sûriyê, Rêveberiya Xweser ku tevahiya gelên  bakur û rojhilatê Sûriyê di nava xwe de dihewîne,  gelek gavên girîng avêtin, herî dawiyê di 18’ê Nîsanê rêveberiyê Benameyeke ku ji 9 xalan pêk tê, ragehand, li gorî siyastmedar û lêkolînerên siyasî ev beyanname ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê çareseriye.

Derbarê  Beyannameya Rêveberiya Xweser a çareserkirina kirîza Sûriyê  hevserokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê, Telal Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Beyanname Rêveberiya Xweser bingeha çaresekirina kirîza Sûriyê ye’

Mihemed da zanîn ku Beyannameya Rêveberiya Xweser di xizmeta hemû gelên Sûriyê de ye û wiha domand: “Ji destpêka ku Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin, hewildanên wê  ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi dawî nebûne. Di vî warî de jî heya niha jî deriyê diyalogê bi hikumeta Şamê û opizisyona sûrî re nehatiye girtin. Herî dawî jî Beyannameya Rêveberiya Xweser bû. Ev beyannameya ku ji 9 xalan pêk tê  ji bo gelên Sûriyê beyanameyeke demokrat e. Herwiha mafê hemû pêkhatiyên Sûriyê diparêze û bingeha çareserkirina kirîza Sûriyê ye. Ev beyanname girîng e, ji ber ku bi awayekî zelal ji bo çareseriya kirîza Sûriyê ya siyasî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hata pêşkêşkirin. Di heman demê de divê beyannameya Rêveberiya Xweser ne li dijî biryara 2254 ya Encumena Navnetewî ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê be. Di vê pêngava hestiyar de jî divê çavê çavên hikumeta Şamê û opizisyonê ne li dewletên weke Rûsya, Tirkî û hwd… be. Hem jî hikumeta Şamê û opizisyona Sûriyê vê beyannameyê paşguh nekin. ”

 

‘Gelên Sûriyê sûd ji civînên hêzên navdewletî negirtin û nagirin’

Telal Mihemed destnîşan kir ku civînên bi riya hêzên Navdewletî yên desthilatdariya wan li ser Sûriyê heye bi tên lidarxistin nakeve xizmeta gelên Sûriyê de û wiha got: “Bi dirêjahiya kirîza Sûriyê re hêzên navdewletî yên wek Rûsya, Îran, dagirkeriya Tirkî û herwiha hikumeta Şamê û opizisyonê bi dehan civîn li dar xistine. Herwiha nûnerên gelên Sûriyê di civînên weke Asatana, Sûtşî û Cinêvê de tune bûn. Rêveberiya Xweser ya ku berî hemû aliyan ji bo azadiya gelên Sûriyê û çareserkirina kirîza Sûriyê kar dike, nehat beşdarkirin. Yek ji van hêzan ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Sûriyê kar nedikir. Lê belê ji bo berjewndiyên xwe yên desthilatdariyê û dagirkeriyê li hev diciviyan. Lewma jî ev civîn bêencam man û gelên Sûriyê sûd ji van civînan negirtin û nagirin jî. Em weke partiyên siyasî yên Rojava û Sûriyê dibînin ku beyannameya Rêveberiya Xweser nimûneyeke rast ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ye. ”

‘Çareserkirina kirîza Sûriyê li dijî berjewendiyên hikumeta Şamê ye’

Mihemed anî ziman ku hikumeta Şamê naxwaze kirîza Sûriyê were bidawîkirin û wiha domand: “Piştî ku 12 sal li ser kirîza Sûriyê derbas bûn hişmendiya hikuumeta Şamê nehat guhertin. Lê belê hemû cureyên binpêkirnên der mirovî di derheqê gelên Sûriyê de pêk anîn. Di heman demê de Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên Sûriyê gelek rêbazên çareseriyê ji hikumeta Şamê re diyar kiriye. Lê heta niha jî hikumeta Şamê li ser hişmendiya beriya kirîzê ye û dîsa dixwaze rewşa Sûriyê vegere weke rewşa beriya 2011’an. Lê hikumeta Şamê ji bilî nerînên xwe nerîneke din û çareyeke ku bikeve xizmeta gelên Sûriyê jî qebûl nake.  Em weke xemxurên gelên Sûriyê eşkere dikin ku beyannameya Rêveberiya Xweser  beyannameyeke demukrat e û wê guhertin û pêşketinan ji hemû aliyan ve bi xwe re bîne. Herwiha bang li hemû aliyên niştîmanî yên Sûriyê dikin ku tevlî diyaloga çareseriya kirîza Sûriyê bibin. Di heman demê de jî divê kar û xebatê ji bo berjewendiyên hêzên ku desthilatdariya wan li ser gel û xaka Sûriyê heye, nekin. ”