Rojnameya Ronahî

ROJA RÛMETÊ; 15’Ê TEBAXÊ

Zozan CIZÎRÎ

Şerê Ehrîman û Ahûra Mazdayan bi hemû dijwariya xwe didome di van rojên em şahiyên serkeftinê li ser axên Dayîka Xwedawend pîroz dikin. 39 salên dûr û dirêj ku tijî berxwedan û serkeftin. Ji guleya destpêkê ya li nav dilê Ehrîmanan hat xistin, dîroka gelekî ku rastî sedan komkujî û koçberiyan hatî, jinûve bi vejîna serhildan û azadiyê hat nivîsandin. Ruhê vejînê êdî bûye çandek, bûye nirx û rûmeta civakî. Lewre her roj destanên nû yên lehengiyê tên nivîsîn li çiyayên Ahûra Mazdayan. Her destanek Ehrîmanekî hildiweşîne li ser van axên ku 5 hezar sal in bi hesret û hêviya azadiyê her di nav têkoşîn û berxwedanê de ne.

Eger em ê bi çavê jin li vê pêvajoya dirêj a 39 salan binêrin û binirxînin; elbet destpêkê jin cara yekê bi saya vê têkoşînê bû xwediyê hêza xweparastinê, bû xwedî îrade. Ji dîrokê heya roja îro di nav gelek şoreşên sosyalîst û têkoşînên rizgariya neteweyî de jinan tim wek leşker û milîtan cihê xwe girtine, lê rexmê ked û berdêlên giran jî, nekarîne bibin xwediyê rêxistinekê ku nasnameya xwe ya jin temsîl bikin. Îro jî li çar aliyên cîhanê rexmê jin di nav artêşan de cih digirin, hemû erk û rayeyên wan ên leşkerî di bin venêrîn û erêkirina zilam de ye. Hemû biryarên der barê wan de, vesazî, raye-rûtbe, sewq-îdareyên wan, wê tevlî şer bibin an nebin û wekî van her cureyê biryarê ji aliyê zilam ve tên destnîşankirin. Di vî alî de statuya jin a nav malê û cihê wê yê nav civakê, di nav artêşê de jî bi awayek cuda berdewam dike.

Encex di vê şoreşa nûjen û hemdem de li ser esasê felsefeya “jina azad welatê azad e” yekem car di meydana cengê de cihê jin, hêza jin a fikrî, keda jin, sekin û lehengiya jin, şerkerî û zîrekiya jin a di xeta parastina rewa de evqas şênber û watedar dibe. Ev hêza rêxistinî û îradî ya jinan bi dest xistî, bûye temînata serkeftina Şoreşa Gelan.

Di dîrokê de Hugo Grotîus sala 1925’ê pirtûka bi navê “De Jure Bellî ac Pacîs” der barê têgînên şer û aştiyê de amade dike û ji ber raman û nirxandinên xwe yên der barê şer û aştiyê de Grotîus wekî sazkarê huqûqa navnetewî tê qebûlkirin. Grotîus, di pirtûka xwe de fikra ku “pêwîste sedemeke mafdar a şer hebe” parastiye, ji bo vê jî sê sedem pênase kirine. Yek ji vana, sedema parastina rewa ye. Têkildarî vê girîng e mirov destnîşan bike, îro di cîhanê de hêza ku ji bo hebûn û nasnameya xwe şerê parastina rewa dike HPG-YJA Star û hemû hêzên parastinê yên ji vê çavkaniyê welidîne. Û ger em ê behsa huqûqeke navneteweyî bikin, divê êdî tu kes û tu hêzeke berpirsiyar li hemberî van kîmyabaran û bombebaranên li ser gerîlayên azadiyê bêdeng nemîne. Berevajî, li hemberî van serkeftinên îro li çiyayên Kurdistanê di kesayeta şervanên azadiyê de li hemberî şerê der-exlaqî û ne-rewa yê dewleta Tirk a dagirker rabin silavê û ji bo dawî li van hovîtiyên çeteyên dewleta Tirk bînin helwesta mirovî ya pêwîst raber bikin. Helwesta şayanî huqûqa navnetewî encex ev be.