Rojnameya Ronahî

Star FM dengê jin û jiyanê ye

Ciwana Mûsa / Qamişlo

Radiyoya Star FM Yekemîn radiyoya xweser ku di sala 2017`an li bajarê Tirbespiyê ji hêla jinan ve hat vekirin. Rêvebera radiyoya Star FM Lîlav Hesen diyar kir ku radiyoya Star FM deng, hest û nasnameya jinan e.

Radiyoya Star FM 15’ê Kanûna 2017`an de dest  bi weşana xwe kir. Radiyoya star FM li tevahiya rojhlata navîn  ku yekemîn radiyo bi dengê jin weşanê dike, di demên pêşî de tenê li ser asta bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê dihat kişandind û guhdarkirin, lê bi demê re Star FM weşana xwe li ser asta herêma Cizîrê bi giştî berfireh kir, ji bajarê Dêrikê heya Hesekê, her wiha li gundên Bakurê kurdistanê yên  li ser sînor jî guhdarê wê hene .Rêze bernameyên radiyoyê bi giştî  siyasî, civakî, hunerî, nûçeyên kurdî Erebî û bernameyên zarokan jî, digire nava xwe. Weşana Star FM jî bi 2 zimanan ne; zimanê  Erebî û Kurdî. Ji demjimêr 7`ê sibehê heya 10 êvarî dewam dike, rojane sê caran nûçeyên kurdî, erebî û di nava seatê de jî bernameyên cûrbicûr têne pêşkêş kirin, naveroka van bernameyan bi giştî girêdayî jinan ne. Star FM radyoeke xwesere weşana wê bi deng, reng  û hestên jinan ne.

Derbarê kar û xebatên radiyoya Star FM, yek ji rêveberên radiyoyê, Lîlav Hesen ji rojnameya me re axivî.

Star FM bi hest û remanê jinê weşanê dike

Lîlav Hesen diyar kir ku akîpa Star FM bi tevahî jin in û wiha got: “Ez yek ji wan kesên ku ji destpêka vekirina radiyo ve, tê de kar dikim, bi rastî mirov nikare hestên xwe bîne ziman, hestekî pir cûda ye, ji ber ku weke me dît di Şoreşa Rojava de, jinan di hemî qadên siyasî, civakî û leşkerî de cih girtin, ji bo çareseriya pirsgirêka vî welatî em dibînin ku siyastmedarê me yê jin bi serokwezîrê dewletan re rûdinin, şervanên jin yên ku DAIŞ’ê têk birin, ji tevahiya cîhanê re bûne mînak. Jinên ku di radiyoya Star FM de jî cih girtin, xwestin ku ew jî muhra xwe li dîrokê bixin, herwiha di Şoreşa Rojava de cih bigrin.”

Lîlav balkişand ser destpêka avabûna Radiyoya Star FM û got, di radiyoya Star FM de destpêkê em tenê cend jin bûn, niha em nêzî 20 jinan ku bi hev re vî kar û xebatê birêve dibin, vê yekê guhertineke pir mezin di kesayeta me de da çêkirin,  em dikarin bêjin ku di Star FM de me xwe, daxwaz, armanc û hêviyên xwe naskirin, herwiha em li ser wan armancan tevdigerin. Em jin Radiyoya Star FM wek qubleya azadiyê ji xwer dibînin. Di destpêkê de em di gelek zehmetiyan re derbas bûn, ji ber ku di nava civakê de ev tişt nûbû ku saziyek xweser bi taybet jin di warê raghandinêde cih bigerin.  Lê bi demê re jinan bi xwe Star FM wek cihê ku bikaribin dengê xwe ji her kesî re raghênin, dîtin.

Bandora bernameyên  Star FM li ser civakê

Lîlav da zanîn ku her bernameyek xwedî taybetmendiyeke cûda ye û wiha dewam kir: “Bernameyên radiyoyê yên siyasî bi tevlîbûna siyasetmedarên jin û bi şîrovekirina rewşa heyî ku civak têre derbas dibe, tê pêşkêşkirin, herwiha bernameyên hunerî ku hunermendên jin bi deng û awazê xwe tevlî dibin, tên weşandin. Bernameyên leşkerî bi şervanên YPJ` ê re tên çêkirin, bernameyên li ser şehîdên ku ji bo civakê canê xwe feda dane û …hw, tên dayîn. Ji aliya guhdarbûnê ve di bernameyên zindî û civakî de em dibînin ku gelek kes tevlî dibin û guhdar dikin. Ji ber ku radiyo amûra herî hêsane ku mirov li her derî  bixwazî be lê guhdar bike, guhdar dike.”

‘Em ê xewin û xeyalên şehîdan pêk bînin’

Rêvebera radiyoya Star FM Lîlav Hesen dawî li axaftinê xwe anî û wiha got: “Em bi her şehîdekî re soza xwe nû dikin, di şexsê şehîd Denîz Ferat de û hemû şehîdên jin yên ragihandina azad, wan bi rêzdarî  bi bîr tînin û soza xwe bi wan re nû dikin. Em ê wek rojnemevanên jin, li ser şop û armanca şehîdên çapemeniya azad,ji bo azadkirina tevahiya kurdistanê, ragehandina dengê heqîqetê, pêkanîna xewin û xeyalên şehîdan, em ê bi pênûs û kamîreya xwe têkoşînê bilindtir bikin û ji tevahiya êrîşên dijmin re bibin bersiv.”