Rojnameya Ronahî

Jin bi keda xwe jiyanê ji nû ve diefirîne

Jinên Gundê Til Necma yê girêdayî bajarê Til Temirê teqez kirin ku jiyana herî xweş ya gundan e, ji ber jiyana herî nêzî jiyana civaka xwezayî li gundan e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî gelek deran pirsgirêka aborî heye, lê jinên gundan bi keda xwe dibin bersiv ji krîzê re. Jiyana gund jiyana herî nêzî civaka xwezayî ye. Di gundan de jin jiyanê diefirîne, gihayên xwezayî berhev dike, pez xwedî dike, nanê tenûrê çêdike.  Di nava baxçeyên xwe de amedekariya zivistanê dikin. Jinên gundê Til Necma yê girêdayî bajarê Til Temirê ya kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ji bo kirîza aborî û zindîkirina çanda dayîkê ew dibin bersiv.

Gundê Til Necma 10 km. li Rojhilatê Bajarê Til Temir dikeve, nêzî 80 mal ji pêkhateyên Ereb û maleke Kurd tê de dijîn. Gundî debara xwe bi kedîkirina pez, lawir, mirîşk, çandiniyê, çêkirina nanê tenûrê, dikin. Her roj sibehê gundî bi bêhna nanê tenûrê çavên xwe ji xewê vedikin,  sûdê ji şîrê sewalên ku xwedî dikin digrin û mast û penîr çêdikin. Berhemên bexçeyên xwe diçinin û xwarina mala xwe çêdikin, amadekariya zivistanê dikin. Jinên Kurd pincar û giyayan berhev dikin û ji bo dermanê nexweşiyan di mala xwe de bikartînin.

‘Jin ji gihayên xwezayî dermanxaneyekî çêdikin’

Bêrîvan Îsmaîl yek ji jinên Kurd e li gund dijî, da zanîn ku çanda komkirina gihayê xwezayî ji dayika xwe fêr bûye  û wiha anî ziman: “Em tenê malbateke Kurd li vî gundî dijîn, hemû pêkhateyên Ereb in lê em bi hev re dijîn û dibin alîkar. Dayika min her dem gihayê xwezayî dida hev da ku me ji nexweşiyan biparêze. Ez jî jê fêr bûm û gihayê xwezayî didim hev. Gihayê ku niha didim hev yek jê gula hîro ye ev gul ji bo îltihaba sîng derman e bi taybetî di zivistanê de her kes bi sermayê dikeve ev gul ji bo wan tê bikaranîn. Heshesûk jî ji bo nexweşiya îshalê tê bikaranîn, salên dawî gelek kes bi vê nexweşiyê dikevin ji ber germahiya zêde û ava qirêj, ji bo wê ev dibe dermanê wê nexweşiyê. Gihayê qirincok di nava zeviyan de çêdibe ev giha em lê digerin û kom dikin. Ji ber ku ew derman ji nexweşiya remil a ku di gurçikan de çêdibe re baş e. Gelek giha hene her yek jî ji bo nexweşiyê derman e. Tiba xwezayî zanebûn jê re pêwîst e ev zanebûn jî li gel jinan bi pêş dikeve. Eger îro em binêrin em ê bibînin ku yên giha berhev dikin û di malên xwe de dihêlin, dermanxaneyek di mala xwe de çêdikin jin in.”

‘Em ê dîroka civaka xwezayî zindî bikin’

Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku di dîroka civaka xwezayî de ji bo keşifkirina tiba xwezayî gelek jinan jiyana xwe ji dest dane û wiha axaftina xwe domand:“Eger em vegerin dîroka civaka xwezayî em ê bibînin ku jinên xwedawend, bijîşk bûn. Jinan ji bo ku civaka xwe ji nexweşiyan biparêzin giha li ser xwe diceribandin, gelek ji wan bi vî rengî  jiyana xwe ji dest dan. Jiyana xwe feda kirin da ku civaka wan saxlem dûrî nexweşiyan be. Bi vî rengî jinan tiba xwezayî keşif kirin û roj bi roj pêşxistin. Li hemberî pişaftina çanda tiba xwezayî gelek jinan heyanî roja îro jî ew çand parastin û hîn jî diparêzin. Her çiqas teknîk pêş bikeve û derman zêde bibe nabe wekî dermanê tiba xwezayî, ji ber ev derman tu bandora wî li ser mirovan tune ye. Em ê dîroka civaka xwezayî zindî bikin.”

‘Em hewil didin bi derfetên destê xwe de debara jiyanê bikin’

Asiya El-Etwa bal kişand ser krîza aborî ya ku niha li tevahî Rojhilata Navîn heye û got: “Jiyana gundan zû bi zû bandora krîzan lê nake, ji ber ku ev jiyan dûrî zext û siyasetên desthilatdariyê ye. Ev jiyan bi keda jinan tê avakirin. Min bexçeyê sebzeyan çandiye û têde bacan, bamî, xiyar, bacanê reş, îsot û xirtik hene. Bi vî baxçeyî em debara xwe dikin. Xwarina me ya rojane ji vî baxçeyî derdikeve. Niha jî ji bo zivistanê em amedekariya çêkirina ava bacanan dikin. Herweha em ava bacanan û bamiyan dixin nava hev û di qetremîzan de hiltînin û îsot û xiyarê kezdandî çêdikin. Her çiqas krîza aborî xurt be jî, bi vî rengê em ê bikaribin hinek debara malbata xwe bikin. Niha jiyana bajaran zehmet e, ji ber ku ew her tiştê xwe dikrin û pir buha ye, lewma yên ku herî zêde bandor li wan dibe kesên ku li bajêr dijîn e.”

‘Qutkirina ava Xabûrê bandorê li ser çandiniyê dike’

Asya di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em nikarin ji bo firotinê baxçeyan çêkin, ji ber ku av tune ye. Xabûr ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye qutkirin ji ber wê jî em nikarin baxçeyekî mezin çêbikin. Her malek ji bo mala xwe kêmek zebze çandine û bîr kolane, ew bîr jî ava wê her ku diçe kêmtir dibe. Beriya niha Xabûr hebû, Hesekê û Til Temir jî bi şînahiya xwe dihat naskirin, lê  mixabin niha av hatiye qutkirin û çem ziwabûye. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku ji bo çemê Xabûrê çareseriyekî bibînin û bi çavekî mirovî li rewşa welatiyên hesekê binêrin û li hemberî dewleta tirk a qirker û faşist rawestin.