Rojnameya Ronahî

Bandora Fîşeka Yekem

Farûk Sakik

Mîmarê teoriya ‘fîşeka yekemîn’ Dr. Frantz Fanon digot;”Fîşeka ku gelên di bin mêtingeriyê de li dijî dijminê xwe diteqînin, di heman demê de li dijî tirsên xwe yên melisî, kesayetiya xwe ya bizdiyayî û vîna xwe ya şikestî jî diteqînin”

 

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd, di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya fermandarê efsanewî Mahsûm Korqemaz bi navê din Egîd, avêtin ser navçeya Erûh û şerê çekdarî dane destpêkirin. Kurdan jî ew roj vê fîşeka yekemîn di mejiyê dewleta Tirk a mêtinger de teqandin.

 

Tevgera Azadiyê bi vê pêngavê, rêveberiya Tirk şoke kir û peyama ‘dema hesab-pirsînê hat’ da. Piştî serhildanên bi komkujiyan hatibûn rûxandin Kurd ji nasnameya xwe dûr ketibûn.

 

Polîtîkeyên dewletê yên qirkirin, tunekirin, red kirin û asîmîlasyonê bi ser ketibû. Bêdengî hebû.

 

Dengê fîşeka yekem ku li Erûhê bilind bû, bêdengiya salan parçe kir. Gerîlayên kurd bi vê çalakiyê, li hemberî polîtîkaya tunekirin û înkarê dest bi têkoşîna çekdarî kirin.

Gerîlayan bi vê çalakiyê, berjêrçûna qedera gelê Kurd rawestand, dîroka gelê Kurd guhert.

Ji ber vê têkoşînê, Kurd û kurdîtiya li ber tinebûnê bûn, ji nû ve vegeriyan ser dika dîrokê.

Tevgera Azadiya Kurd, di encama têkoşîn û berxwedana dîrokî de, doza Kurd xist rojava dewletên serdest û hemî derdoran.Tevgera Azadiya Kurd dema ku beriya 39 salan ev çalakî pêk dianî, xwedî hêzeke pir piçûk bû. Lê belê ew tevger bi pêşengiya Rêber Apo, îro bûye tevgera mîlyonan û  dikare bandorê li tevahiya cîhanê bike. Di encama vê fîşeka yekem de di salên 90’î de serhildanan dest pê kir. Bersiva hovîtiya dewleta Tirk; şewitandina gundan bû.

Mîmarê vê fîşeka yekem jî Rêber Apo bû. Kesî bawer nekir ku piştî darbeya 12’ê Îlonê tevgera xwe PKK’ê biparêze. Lê wî rabû şer da destpêkirin. Dîsa di salên 90‘î de di siyaseta demokratîk de gavên mezin hatin avêtin. Bersiv; Kuştin girtin û windakirin bû. Rêber Apo ev car  di warê siyasî de dest bi hevdîtinan kir. Û di sala 1993’an de pêvajoya agirbest û aştiyê da destpêkirin. Di serî de serokomarê demê Turgut Ozal gelek kesan pê bawerî anîn û ketin nav hewldanan. Lê hin hêzên tarî ketin dewrê û Ozal kuştin.

Piştî vê yeke bêdengî çêbû. Tevgera Azadiya Kurdistan li Bakur di qada legal de birêxistin dibû. Êriş hebûn. Komplo hatibû destpêkirin û Rêber Apo dîl hatibû girtin. Lê  Rêber Apo, Îmralî veguhêrt qada têkoşînê. Stratejiyeke wisa bi pêş xist, me dît li Osloyê hevdîtinên bi dewletê re destpêkirine.

Di sala 2013’an de muzakereyên bi Rêber Apo re ku wê 3 salan dewam bike destpêkirin. Cîhanê ji hêza Rêber Apo re şahidî kir. Bersiv; di sala 2015’an de şer dane destpêkirin.

 

Îroj ji her alî de êrişî doza Kurdistan tê kirin. Li Îmralî tecrîda li ser Rêber Apo. Li Bakur êrişên li ser siyasetmedaran û gel. Li Herêma Parastina Medya şer û berxwedana gerîla. Li Rojava êrişên li ser statuya rêveberiya xweser hene.

 

Kurdistan rojên dijwar,zor û zehmet dijî. Dixwazin destkeftên ku 15’ê Tebaxê di hişmendiya kurdan de afirand, tunebikin.

 

Îro mirov dikare bibêje bi şerê taybet hin encam bi dest hatine xistin. Bandor li hin kesan kir ku îro di nav civakê de şikestin û bêdengiyek heye. Li bendê ne ku vê rewşa xirab bidin seknandin.

 

Tevgera Azadiyê li rêyek çareseriyê digere. Li pêngaveke nû, li fîşekeke din digere.

Rêber Apo di rewş û rojên zehmet de çareseriyek dîtibê wê îro jî rêyekî bibîne. Û îroj bi hezaran Egîd hene ku li gorî perspektîfên Rêber Apo û bi pêngaveke nû, wê şikestin û bêdengiya heye berteraf bike.