Rojnameya Ronahî

Radiyoya Rojava dengê berxwdana gelan e

Mihemed Xanim/ Qamişlo

 Radiyoya  Rojava di sala 2013’an li Qerçoxê dest bi weşana xwe kir, bû şopdara rastiyê û dengê berxwedanê. Endamên radiyoyê dan zanîn ku ew ê bi ruhê şehîdên şoreşê û li ser xeta şehîdên çapemeniya azad, li ser şopa heqîqetê û azadiyê, bibin dengê gel û şoreşê.

Yek ji gavên girîng di çapemaniya Rojava de, Radyoya Rojava ku di 1’ê Nîsana 2013’an de li çiyayê Qereçoxê kete weşanê. Rojava û herêmên bakurê  û rojhilatê Sûriyê di dîrokeke tijî berxwedan û serkeftinên binirx re derbas bû. Radyoya Rojava jî şopdarê vê şoreşê bû û li gel pêşketinên leşkerî, siyasî û qada civakî para xwe di eşkerekirina rastiyê de hebû. Di rewşên zehmet de xwe gihandina hemû pêkhateyên herêmê û şiyariya civakî li hemberî dijminên dîrokî yên gelê bindest û azadîxwaz yek ji hedefên sereke yên xeta weşangeriya radyoya  Rojava  bû.

Êrîşên dagirkeriya Tirk

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku ji dengê rastiyê û berxwedna gelan ditirsiya, Çapemeniya Kurdî li Rojava û bi taybet Radiyoya Rojava kir armanca êrşên xwe. Dagirkeriyê di 25’ê Nîsana 2017’an de çiyayê Qereçoxê bombebaran kir. Di encamê de binesaziyên çiyayê Qereçoxê hilweşiyan ku yek ji wan avahiya jî Radyoya Rojava bû. Tevî van êrîşan di 10’ê Îlona 2018’an de careke din Dengê Rojava weşana xwe bi derfetên mezintirîn û berfirehtir li Rojava û herêmên bakurê Sûriyê li qadeke berfireh belav kir.

Derbarê kar û xebatên Radiyoya Rojava Endamên  radiyoyê  Alaa Hiso û Şîlan Efrîn ji rojnameya me re axivîn.

Alaa Hiso balkişand ser destpêkirina weşana Radiyoya Rojava û wiha got: “Radiyoya Rojava di 1’ê Nîsana 2013’an ji çiyayê Qerçoxê yê girêdayî bajarê Dêrikê dest bi weşana xwe kir, di demên zehmet de û di şert û mercên giran de dest bi kar kir. Di wê demê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê li hemberî hêzên tarî yên êrîşî Rojava dikrin, berxwedaniyek bêhempa didan meşandin, Radiyoya Rojava jî li kêleka şrvanan bû û rastiya berxwedanê kêlî bi kêlî dişopandin. Damezrandina Radiyoya Rojava yek ji berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, li ser bingeha fikrê  Rêber Apo a Netewiya Demokratîk hat damezrandin.  Herwiha ji bo azadiya gelan kar û xebat da meşandin.”

’Radiyoya Rojava dengê berxwedana Şervanan ye’

Hiso da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca qutkirina dengê rastiyê, êrşî Radiyoya Rojava kir û wiha domand: “Piştî ku 4 sal di ser destpêkirina weşana radiyoya Rojava re derbas bû, di 27’ê Nîsana 2017’an de, dewleta Tirk a dagirker bi 26 balafirên şer , êrîşî çiyayê Qerçox ku navenda Radiyoya Rojava bû , kir. Di wê êrîşa hovane de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd ketin, 3’ê ji wan jî endamê ragihandinê û yên Radiyoya Rojava bûn; Şehîd Şîlan, Şehîd Heqî û Şehîd Rêwan. Armanca êrîşa li ser Qerçoxê û Radiyoya Rojava, qutkirina dengê azadiyê bû, ji ber ku radiyoya Rojava dengê berxwedana şervanan û gel ji bo cîhanê radigehand. Lê tevî êrîşa hovane jî, radiyoya Rojava bersiveke xurt da dagirkeriya Tirk û di Îlûna 2018’an de çareke din dest bi weşana xwe kir. Endamê radiyoyo isbat kirin ku ti êrîş nikare dengê radiyoy qut bike, li hemberî îrşan îradeya wan xurtir û bilintir dibe. Em herdem li kêleka şervanên xwe bin  û li her qadê dingê berxwedanê bin.”

 ’Gav bi gav pêşketina Radiyoya Rojava berdewam e’

Hiso diyar kir ku Radiyoya Rojava ji tevahiya beşên civakê bernameyan pêşkêş dike û wiha axivî: “Radiyoya Rojava deng, helbest, berhem û efsaniyên berxwedaniyê yên şervanan radigihîne, kêlî bi kîlî dengê berxwedaniyê dişopîne. Piştî êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Qereçox, di 10 Îlûna 2018’an , radiyoya Rojava bi vîneke xurtir careke din weşana xwe domand, gav bi gav û sal bi sal radiyo Rojava pêş dikeve, herwiha weşana wê firehtir dibe.  Niha 4 pêlên weşanê yên radiyo Rojava hene; li herêma Cezîrê li ser pêlên  91.2 û 88. 90 tê guhdarkirin , li herêma Firatê li ser pêla  93.5 tê guhdarkirin û li Helebê, herêma Şehba, Izaz, Mari û Efrîna dagirkirî  jî li ser pêla 108 Fm tê guhdarkirin. Radiyo ji seat 7’ê sibehê  bi Sirûda Ey Reqîb dest pê dike, piştî wê bernama sibeha, nûçe, stranên şoreşgerî û filklorî tên pêşkêşkirin, radiyo di seat 11’ê êvarê de tê girtin.”

’Em ê herdem dengê rastiyê bin’

Endamê Radiyoya Rojava Alaa Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya keda şehîdan radiyoya Rojava gavên xwe roj bi roj mezintir kir û hewil dide ku bibe mêvanê mala her kesî, herwiha tevahiya pêkhatiyan hembêz bike, ji ber wê bi zimanên Kurdî, Erbî bernameyên xwe pêşkîş dike. Bi deng û bernameyê xwe rastî, çand, geşedanên siyasî û tevahiya bûyerên girîng ji bo civakê ronî dike. Herwiha ji bo zarokan jî bername tên pêşkêş kirin. Radiyoya Rojava dengê gel e, ji ber wê  civak ji me bawere, em ê jî li gorî baweriya civaka xwe bin û çi bê ser milê me em ê ji gel re pêşkêş bikin. Creke din em tevahiya şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin,  ku ji bo ragehandina rastiyê canê xwe feda kirine; wekî Canşêr Welat, Xerîb Welat, Mezlûm Bagok, Dilîşan Îbiş, Dilovan Gever,  Mihemed Reşo, Mistefa Mihemed, Îsam Ebdullah û tevahiya şehîdên çapemeniya azad û Tevgera azadiyê . Em soz didin ku em ê herdem dengê rastiyê bin û çanda gelê xwe bidin xuyakirin.”

’Radiyoya Rojava reng , deng û nasnameya jinê ye’

Endama Radiyoya Rojava Şîlan Efrîn jî da xuyakirin ku bi pêşengiya jinê Radiyoya Rojava hat vekirin û wiha pê da çû: “Ez di sala 2018’an de tevlî xebatên Radiyoaya Rojava bûm. Radiyoya Rojava yek ji berhemên pîroz yên Şoreşa Rojava ne, berhemek ji fikrê Rêber Apo û Xwîna Şehîdan e. Çawa ku jin di tevahiya qadan de bûn pêşeng û kedeke mezin kirin, di warê ragehandinê de jî pêşengtî kirin. Herwiha di Radiyoya Rojava de jinê pêşengtiya yekemîn kir, hevalên jin erkê herî giran girtin ser milê xwe û bûn pêşeng. Ji ber ku jinê di tevahiya xebatên radiyoyê de pêşengin, radiyoya Rojava reng, deng û nasnameya jinê ye. Xebatkarên radiyoyê  li kêleka şervanên xwe kêliyên berxwedanê dişopînin û ji cîhanê re radighînin, bi taybetî gav bi gav li kêleka YPJ’ê ne û pêşketinan dişopînin.”

Endama Radiyoya Rojava Şîlan Efrîn axaftina xwe wiha qedand: “Bi ruhê şehîdên şoreşê û li ser xeta şehîdên çapemeniya azad di şexsê Xerîb, Rêwan, Heqî, Canşêr, Fîraz, Mezlûm, Keder, Arîn û bi ruhê berxwedana azadî û demokrasiya gelan, em ê li ser şopa heqîqetê û azadiyê, bibin dengê gel û şoreşê.”