Rojnameya Ronahî

Cejna 15’ê Tebaxê

 

Cîger Dilşad

Rêber Apo 15’ê Tebaxê wekî welidandina xwe ya duyemîn pênase dike. Ji lewra di serî de cejna 15’ê Tebaxê li Rêber Apo pîroz be! Herwiha li hemû şehîdên têkoşîna azadîyê, gerîlayan,gelên me û mirovahîyê pîroz be!

PKK wekî partîya şehîdan tê pênase kirin. Di serî de li ser bingeha bîranîna Hakî’yan hate damezrandin û herwiha ma. Roja ku PKK ji xeta şehîdan derket,wê bibe her tiştê lê wê qet nebe partîya azadîyê ya ku Rêber Apo avakirîye. Gava em li dîroka PKK dinêrin vê rastîyê dibînin; PKK çiqas û kengê di xeta Rêbertî û şehîdan de meşîye ewqas bi serkeftî meşîye, berevajî wê jî raste. Mînaka wê ya herî şêmber pêvajoya salên 2000-2004 e.

Hin kes û derdorên ku rastîya dîrokê nas nakin û ji realîte ya Kurdistan’ê qutin dibêjin; “şer! çawa çê dibe ku şer dibe cejn?”

Gava em li dîrokê dinêrin,em dibînin ku piranîya cejnên ku ji hêla gel,ol û neteweyan ve têne pîroz kirin an roja destpêka têkoşîna wan e, an jî roja ku şer-têkoşîna wan fêkî daye û azad bûne ye.

Em werin ser rewşa Kurdan; berîya 15’ê Tebaxê ji her alî ve li ser Kurdistan’ê koletîyeke tîr hatibû ferz kirin; li bakur piştî sala 1938 ango piştî tepsandina berxwedana Dêrsimê perdeya tarîtîyê kişandibûn ser gel,ku piştî Makezagona 1924’an qedexekirina ziman û çanda Kurdan,peyva Kurd bûbû egera dayîna cezayên giran,ango bi temamî jîneke dojehî ferz kir bûn.(hinek kes dibêjin;”serhildana Dêrsim’ê”ev pênasekirin,ne rast e! Li Dêrsim’ê tişta qewimîye,êrîşa neyar bû û Seyid Riza û gelê Dêrsim’ê li dijî wê qirkirinê li ber xwe dan. Ev ,mijara nivîseke dine),li başûr;piştî pejrandina M.Mistafa Barzanî Aşî BATAL,Sedam serwerîya xwe li her alîyê başûr dabû rûniştandin.(ku Aşî BATAL bi temamî qebûlkirina teslîmîyetê ye),li rojhihat her çiqas rihmetî Ş.Ebdulrihman QASIMLO hinekî hewldanên wî û hevalên wî hebûn jî,lê têrê nedikir ku tova şahîyekê di asta şahîya cejnê de di cenga gelan de bivejîn e. Ji xwe desthilatdarîya Xumeynî ya netewperestîya Îranî di bin kirasê Şîîtî yê de dabû serwer kirin,li rojava jî bi tenê di hêla çandî de hinek hewldanên lewaz hebûn(ku ta ji heyama HAWAR’ê ve mabûn).

Xûlaseya gotinê ew e ku,berîya 15’ê Tebaxê li seranserî Kurdistan’ê zilm û zilumateke mezin serwer bû.Mirovê/a Kurd ji rastîya xwe û ya  welatê xwe baz dida, te digot qey ji nexweşîya pençeşîrê direve,wisa ji warê dê û bavan direvî. Qirkirina spî bi her awayî di meryetê de bû. Kurdên ku mîna  Şêr û şepalan di dîrokê de dihatin nasîn,dagerîbûn şêr û şepalên bê diran,bê neynok! Tu dibêjî qey kesayeta Kurd ketibû rewşa menapozê û hew malzaroka kesayeta Kurdan kesên mîna Kawa,Kumata,Zerdeşt,Manî,Pakîze,Rabîa,Zarîfe û…û Besê’yan diwelidîne!

Tu kesî/ê nedigot ;”

“Kanê Baba Hatemê Loristanî

Û kanê Baba Lorey Loristanî

Kanê Behlûlê Mahî Deynewerî

Kanê Baba Nicûmê Loristanî

 

Kanê Rihan Xanima Loristanî

Û Celale Xanima Loristanî

Kanê Lîza Xanim û Xatûn Mey Zerd

Kanê Fatime Loriya Goranî

 

Kanê Ebulberakatê Hekarî

Tacûl Arifîn, Hesenê Hekarî

Û Nazdar Xatûna Şîraziya çak

Kanê Nêrgiz Xanima Şarezorî

 

Kanê xatûn Zerbanûya Derzyanî

Û Mestûre Xanima Kurdistanî

Ka Dayrakî Rezber û Mele Xidir

Kanê Senem Xanima Dewdanî

 

Kanê Mecbûrî û Ehmet Pirisî

Şêx Adî û Ehmet Begê Komasî

Kanê Cîhan Ara Xanima çeleng

Kanê Xurşîde Xanima Dawaşî

 

Ka Elî Herîrî, Feqiyê Teyran

Meleyê Cizîrî û Ehmedê Xan

Ka Eliyê Teremoxî û Siyahpûş

Ka Bekir Begê Erzî û Miradxan

 

Ka Pertew Begê Hekarî û Selîm

Xaris Bedlîsî û Xelîfe Selîm

Kanî Mele Xelîl û Şêx Mehmedcan

Kanê Seyd Qojî û Seyd Can ên Dêrsim

 

 

Kanê Nalî û Nizamî Gencewî

Fatma Reş û Hecî Qadirê Koyî

Ka Baba Tahir û Xanzade Sultan

Kanê rind Passa Xatûna Efrînî”(Ji pirtûka Ahmed HUSEYÎN; Axîna DILISTAN -1-)

 

Bi taybetî jî li bakur piştî cunte ya 12’ê Îlonê pêdivî bi bersiveke dîrokî hebû.Bi deh hezaran welatprêzên Kurd xistibûn zîndanan û di zîndanên dewleta Tirk ,ku bi tezîbeke nakeve aqilan  radestbûnî ferz dikirin,pêşengên PKK, (ku bi şehîd xistina Aytekîn TOGLUK dest pê kiribû; hedef girtina hevalê Aytekîn bi armanca ser îxaneta Şahîn DONMEZ were girtin hatibû kirin) Mazluman dest pê kiri bû, bi Ferhatan domandibû û Xeyrî û Kemalan berxwedan  gihandibûn  lûtekyê,divîya bû bersiveke dîrokî bihata dayîn! Rêber Apo xeta wan pêşengan di komcivîna duyemîn de kir xeta PKK û wê yekê rê li ber tesfîyekaran girt! Ev e,Rêber Apo di mercên ku bi xwe tê de bi zorê dijîya de,bingeha pêngava 15’ê Tebaxê avêt. Şehîdên zîndanê rêya vegera welat vekir û Rêbertîyê fermana wan bi cih anî. Ji lewra Rêbertî berdevk û nûnerê şehîdan e!

 

 

15’ê Tebaxê çî ye?

 

15’ê Tebaxê ne bi tenê fîşeka ewil e ku Egîdan di serê neyar de teqandî,di gel wê rastîyê 15’ê Tebaxê;

Fîşeka di kesayeta Kurdê tisonek de hatî teqandin e.

Vejînkirina Kurdê nîv mirî nîv sax e,ango têkûzkirina Kurdê ne mirî û ne sax e!

Hilweşandina qereqolên di mêjîyan de ye.

Destpêka qetandina zincîrên koletîya jine.

Derxistina vîna azad e.

Jîyankirina heqîqeta şehîdan e û pêkanîna daxwazên wan e.

Vejînkirina rastîya Kurd û Kurdistan’ê ye.

Rêgirtina li îxanetkirina Kurdan li rastîyên xwe ye.

Şilftazîkirina îxaneta ku ji Enkîdo dest pê kirî û Harpagos domandî û heta malbata Barzanîyan hatîye,ye,

Rêvekirina ji derketina wêjeyeke realîst ya civakî ye.

Rakirina toza li ser dîroka kurdan û jinê ye.

Rast nivîsandina dîroka Kurdên kevnar û nexşandina ya hemdem e.

Ronahîkirina gelên heremê ye.

Ne bi tenê destpêka azadkirina gelê Kurd e,her wiha destpêka şikandina qeydên koletîyê ya ku gelên dewletên dagirkerên Kurdistan pê hatine girêdan e jî.

Rêgirtina li pergala Modernîte ya kapîtalîst,ku ji salên 1800’an ve hewl dide ku li heremê serwerîya xwe bide rûniştandin û ber bi encamê ve diçû,ye.

Birqandina rêbertîyeke civakî ji gel û ji bo gela ye.

Ji Kurdê tune hatibû hesbandin,avakirina Kurdê azad e.

Dîyarkirina vîna jînkirina wekhev a bi gelên heremê re ye.

Ji Kurdê/a ku li paş dîrokê hatibû hiştin,gihandina wî/wê dîtin û felsefa jîyana azad û kirina wî/wê xwedî hêza jîneke hemdem e.

Xweşik kirina Kurda ye;mirovê/a kole ne delal e û di her hêlê de pîs û qirêj e.

Ji Kurdê/a ku nedizanî hez bike û nedihat hezkirin afirandina Kurdê/a ku xwedî pîvan û dizane hez bike û were hezkirin(kesên kole ne têne hezkirin û ne jî dizanin hez bikin!)

Ji Kurdistan’a ku ji Kurdan û gelan re dagerandibûn dojehê,derxistina Kurdistaneke bihûştî,

Jînkirina demokrasîya rasteqîn e.

Çandina tova jîyaneke bi rengê jinê hatîye xemlandin û awa-gîyan girtîye ye.

Jînkirina rastîya Rêbertîyê û şehîdan di her kêlîya jîyanê ye.

Xwenûhkirina malzaroka kesayeta Kurda ye.

Ji ber van sedeman û yên ku me nehejmartine,15’ê Tebaxê CEJNEKE NETEWÎ Û MIROVAHÎYÊ YE! Çimkî bi gîyana 15’êTebaxê ne bi tenê Kurd azad dibin, her wiha gelên Ereb,Tirk,Fars,Ermen,Aşûr û yên din jî azad dibin! Çawa bi Newroz’a Med’î re gelên heremê ji bin zor û serdestîya serdestên Aşûrî (DI serî de gelê Aşûr azad bû)rizgar û azad bûn,wê bi gîyana 15’ê Tebxê re jî gelên heremê û mirovahî jî gaveke girîng ber bi azadîyê ve biavêje.

Bi kurtasî 15’Tebaxê biriqandina destana ku li gundê Amara di 4’ê Avrêla sala 1949 de dest bi hûnandina wê bûbû,li ber bendava Çibûqê bi gotina;”Kurdistan mitingehe” û bi avakirina PKK re awayekî nû ya jînkirinê standibû û bi berxwedana Mazluman,Ferhatan, Xeyrî û Kemalan re gihabû pêvejoyeke nû, ye!

Di şûna encamê de vê bêjin;15’ê Tebaxê di her kêlîyê de jînkirina rastîya Rêbertîyê û şehîdan li me ferz dike! Me heta îro tam li gorî tê xwestin gîyana pêngava 15’ê Tebaxê jîyan nekirî ye. Heger me jîyan kiriba,wê Rêbertî dîl nehatiba girtin û em ê ji zû ve gihabana mafên xwe.

 

Îro 15’ê Tebaxê;

1-xwedî derketina li Rêbertîyê ye,

2-rûniştandina deh boyutan e,

3-malkirina şoreşê li gelên heremê ye,

4-vegera li rastîya Rêbertî û devberdana ji madîyetê ye,

5-ne bi tenê bi Egîdî şerkirine,her wiha bi Egîdî jînkirina felsefa Modernîteya Demokratîk e,

6-bi qasî jînkirina rastîya Rêbertîyê ye ewqas jî belavkirina felsefa Rêber Apo ye,

7-bi jin re rastkirina têkilîyan,rêzgirtina ji vîn û ramanên jin û hevaltî-dostanîyeke rast bi jin re ye,

8-li her derê jînkirina bi awayê gerîla û xwe gihandina rastîya gelê şoreşger e,

9-şikandina vîna neyaran û bi neyaran pejrandina vîna gelan e,

10-doh ji boyî kurdistaneke serbixwe,yekbûyî û mirafah bû,îro ji boyî Kurdistaneke azad û Sûrî’yeke-Iraq’eke-Îran’eke demokratîk e!

Bi kurt û kurmancî; di roja îro de 15’ê Tebaxê xwedî derketina li hemû nirxên şoreşê yên madî û manewî ye!

Di rojhilata navîn de gelê bê hêza leşkerî mahkûmî mirinê ye.Di pêvajoya êrîşa DAIŞ’ê de ew rastî baştir derket holê! Ji lewra ji berîya nan û avê divê em wekî gelên di çembera mirinê da ne, pêhtir li HPG,YJA STAR,YBŞ,YPG,YPJ xwedî derkevin û çeka xwe ya parastinê mezintir û xortir bikin. Nexwe em ê wekî gel û pêkhateyên heremê çem û çem biçin! Heger em dixwazin di dawîyê de bikenin,divê ku em bizanibin îro sîngê xwe bidin ber her zorîyê. Rêber Apo hema hema her tişt ji me re afirand û em bi çek kirine. Bi tenê li me maye ku em biryara jînkirin, parastin û pêşxistina gîyana15’ê Tebaxê bidin.

Careke din di kesayeta fermandarê mezin Mahsum KORKMAZ(Egîd) de hemû şehîdên şoreşa azadî û demokrasîyê bi bîr tîn in û bejna xwe li ber wan ditewîn in û soza pêkanîna daxwazên wan nûh dikin.