Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêngava 15`ê Tebaxê bû pêngava azadiya jinê

16/08/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Îro dîroka jin tê nivîsandin, her tiştên wê têne belgekirin û êdî bi hezaran jin guhertinê dixwazin. Daxwaza azadî û wekheviya di navbera jin û mêr de li ser asta kesan nemaye, êdî ji berê gelekî zêdetir bûye û civaka cinsiyetparêz di nêzîkatiya xwe ji jin re hêdî-hêdî tê guhertin. Ev guhertin dibe ku ne lez be lê hêdî-hêdî lêgera jina azad li cem jinê belav dibe û zagonên zîhniyeta baviksalarî ji jin re danîne têne guhertin. Jina zana ew jina ku di fikir û ruh de bedew e.

Têkoşîna jin ji destpêka avakirina Tevgera Azadiyê dest pê kir, hevrê Sakîne Cansiz di berxwedaniya zîndana Amedê de hem li ber xwe da, radest nebû û îradeya wê neşikest, vê yekê hêz da hemû jinan. Bi pêngava 15`ê Tebaxê re hîn zêdetir çalak tevlî têkoşîna Tevgera Azadiyê bibin. Jinê ji gelek aliyan ve dest bi têkoşînê kir,  ev têkoşîn di kesayeta gelek jinan de gihîşte asoyan. Bi sedan jinên têkoşer hatin avakirin, êdî wan fermandartiya şer kirin, berpirsyartiya çareserkirina pirsgirêka jin rakirin û weke Tevger xwe birêxistin kirin.

Şehîd Binefş Agal (Bêrîvan)ku sala 1986`an ji Ewrûpa tevlî Tevgera Azadiyê dibe û berê xwe dide çiyayên Botanê. Ew ji kurdên Êzidî bû, malbata wê ji ber zulma dewleta Tirk a dagirker koçî Ewrûpa bibûn, wê di temenê xwe yê 18 salî de vegeriya welat û çek rakir. Di nava gelê Botanê de xebitî û gel birêxistin kir, wextê ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi tangan wê di malbatekê de dorpêç dikin, jê dixwazin ku radestî wan bibe, têkoşer Binefş vê yekê qebûlnake û heyanî şehîd dibe li ber xwe dide.

Gulnaz Qere Taş (Bêrîtan) jî sala 1990`î tevlî nava refên Tevgera Azadiyê dibe, li Tirkiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve tê girtin û wê gelekî giran işkence dikin. Piştî ku ji girtîgehê berê xwe dide çiyayê Kurdistanê. Şehîd Bêrîtan dibe fermandara taximê. Dewleta Tirk a dagiker sala 1992`an li çiyayên Xakûrkê tevî her du partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona Başûr dikin. Gerilayên Kurdistanê li hemberî vê operasyonê li ber xwe didin û yek ji pêşenga wan şehîd Bêrîtan e. Fermandar Bêrîtan şervanên taximê ji çemberê rizgar dike û ew bi xwe heyanî guleya xwe ya dawiyê li hemberî dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê û PDK’ê şer dike, di dawiyê de xwe ji zinarê çiyayê Xakûrkê davêje û teslîmiyetê qebûlnake.

Heval Zîlan (Zeyneb Kinacî) yek ji pêşengên jin in, sala 1994`an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê girtin, piştî ku ji girtîgehê derdikeve ew û hevjînê xwe sala 1995`an berê xwe didin çiyayê Kurdistanê. Dewleta Tirk a dagirker bi destek dayîna dewletên herêmî û navdewletî li dijî Rêber APO komplo dikin, şehîd Zîlan li hemberî vê komployê bêdeng namîne û 30 Hezîranê çalakiyeke fedaî li dijî dewleta Tirk a dagirker kir. Helwesta wê li hemberî komplo gelekî xurt bû.

Şehîd Sakîne Cansiz, Binefş, Bêrîtan, Zîlan û hemû şehîd û têkoşerên jin bûn şopdarên pêngava 15`ê Tebaxê û têkoşîna xwe ya bi ruhê wê destpêkiribûn, berdewam dikin.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.