Rojnameya Ronahî

’Şerê Taybet bingeha civakê dike armanc’

Ronaz Silêman/Qamişlo            

Rêvebera Nivîsgeha Jin a Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Evîn Bîlal diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li kêleka êrîşên leşkerî yên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, şerekî taybet jî bi rêve dibe û ciwanan dike armanc.

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya hêza xwe ya leşkerî êrîşên hovane yên ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Dagirkerî li kêleka êrîşên ser herêmê, şerekî taybet dide meşandin, di vî şerî de di asta yekê de jin û ciwanan dike armanc, dixwaze bi riya madeyên hişbir, torên medyayên civakî, belavkirina fihuşetê û teşwîqkirina ciwana li ser koçberiyê civakê ji bingeha wê ve, têk bibe.

Derbarê Şerê taybet yê ku dagirkeriya Tirk li ser çand û sincê civakê dide meşandin, herwiha armancên vî şerî, Rêvebera Nivîsgeha Jin ya bajarê Qamişlo Evîn Bîlal ji Rojnameya me re axivî.

 ‘Dewleta Tirk dixwaze nirx û sincê civakê têk bibe’

Evîn Bîlal diyar kir ku şerê taybet yê ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, jin û ciwanan dike armanc û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li ser  jin û ciwanan şerkî taybet dide meşandin, dixwaze bi riya vî şerî  qirkirneke çandî çêbike, ji ber ku huner û çand bi destê jinê hatiye avakirin, civak jî li ser vê bingehê bi 100’ê salan tê meşandin.Dijimin hewil dide bi van kiryarên xwe nirx û sincên civakê têk bibe.Lê li hemberî tevahiya hewildanên dagirkeriya Tirk, gelên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi têkoşîna xwe plan û êrîşên dagirkeran vala derxin.”

‘Em ê bi fikirê Rêber Apo Şerê Taybet pûç bikin’

Evîn Bîlal da zanîn ku jin û ciwan denemîkê civakê ne û wiha berdewam kir: “Jin û ciwan bingeha civakê ne, herwiha ew hêza berxwedan û têkoşînê ne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker dixwaze jin û ciwanan bi riya pişaftina ziman û sînordarkirina fikrên wan, civakê lawaz bike. Li hemberî şerê taybet pêwîstî bi rêxstinbûyîna li ser fikrê Rêber Apo heye. Ji ber ku tenê fikr û felsefeya Rêber Apo, dikare polîtîka û planên hêzên desthilatdar yên li dijî civakê vala derxe.”

 ‘Bi êrîşên xwe hunera kurdî jî dikin armanc’

Evîn da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe yên ser herêmê hunera kurdî jî dike armanc û wiha pê da çû: “Huner xwedî kurahiyeke bê sînor e, ji bo gelê kurd jî huner hêza vejandinê ye, lewra dewleta Tirk a dagirker ji bo ku nerxên civakê têk bibe, hunera kurdî jî dike armanc. Lê em hunermendên Rojava, em ê bi riya parastina kevneşopî û hunera xwe êşê civakê veguherînin berxwedan û têkoşîna li hemberî dagirkeran.”

‘Divê Jin û ciwan li hemberî şerê taybet bêdeng nemînin’

Rêvebera  Nivîsgeha Jin a Desteya Çandê a Herêma Cizîrê Evîn Bîlal balkişand ser erkê jin û ciwanan li hemberî Şerê taybet û axftin xwe wiha qedand: “Ji bo ku em şerê taybet yê ku li ser me tê meşandin û sîstema dewletê vala derxînin, pêwîste ku em her dem zindî bin, zindîbûneke ku bi şoreşê re, her êrîş û şerê li hemberî me tê kir wek qeder qebûl nekin. Bi têkoşîneke şoreşgerî ku bi riya Tevgera Azadiyê û felsefeya Rêber Apo di hunderê me de hatiye çandin, dijminan têk bibin. Divê jin û ciwan li hemberî şerê taybet bêdeng nemînin û bi erka xwe rabin.”