Rojnameya Ronahî

 ‘Em ê bi tekoşîn û remanê azad tevahî jinan azad bikin’

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Rîhan Loqo diyar kir ku kampaniya giştî ya KJK’ê ya ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê bi piştgiriya tevahî Rêxistin û Saziyên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê bi rê ve çû û got, Em ê bi têkoşîn û ramanên azad tevahî jinan azad bikin.

 Bi Dîrok re û heta niha tê diyarkirin ku di tevahiya cîhanê de, qirkirineke bi hemû awayan li ser jinan tê meşandin. Herwiha di 3’ê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê komkujiyên mezin li ser herêma Şingalê pêk anînin. Bi hezaran jin, zarok, pîr û kal Li pêşiya çavên tevahî cîhanê qetilkirin, bi hezaran jin û zarok revandin û hemû şêwazin tundiyê li ser jinan pêk anîn. Herwiha li aliyekî din jî, bi heman pilanê, li ser jinên Efxanistan di Tebaxa 2021’an de, piştî vekişandina Emerîka ji Efxanistan û bi derbasbûna Teleban re hate kirin.

Derbarê kampaniya  ku di 3ê`Tebaxê de ji bo piştgiriya jinên Şingal û Efxanistanê hat destpêkirin  Berdevka Kongira Star Rîhan Loqo ji rojnama me re axifî.

‘Bi hevkariya PDK’ê komkujiya Şengalê pêk hat’

Rîhan Loqo diyar kir ku kampaniya giştî ya KJK’ê ji bo piştgiriya jinên Efxanistan û Şengalê ye û wiha got:”Bi yekîtiya jinên Êzîdî, Sûriyan, Turkmen, Ermen û tevahî Rêxistin û saziyên jinan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê di 3`ê Tebaxê de dest bi kampaniyayê hate kirin. Ev 9 salin li ser qirkirina şengalê re derbas dibe, di 3`ê Tebaxa 2014`an de, hovîtiyeke mezin ji aliyê DAIŞ`ê û dagirkeriya tirk û bi hevkariya PDK’ê li ser civaka Êzîdî hate meşandin. Êrîşî şengalê kirin û qirkirinekî mezin li ser jin û zarokan, li pêşiya çavên cîhanê pêk anîn. Herwiha bi hevkarî û îxaneta PDK’ê ya ku pişta xwe da gelê şengalê û bû sersebebê ku rastî qirkirinê werin. ”

‘komkujiyên li ser jinan wê bê bersiv nemînin’

Rîhan Loqo destnîşan kir ku di meha Tebaxê de piştî vekişandina Emerîka ji Efxanistanê, Teleban derbasî Efxanistanê bû û got:”Di heman mehê de wekî çawa DAIŞ derbasî Şingalê bû û komkujî pêk anî, Teleban jî bi heman hişmendiyê komkujî li ser jin û zarokên Efxanistanê pêk anî. Herwiha rojane li Efxanistanê êrîşên mezin li ser nasnameya jinan tê kirin. Ev êrîş ne tenê li ser jinên şingal û Efxanistane têne meşandin,  li ser tevahî jinan tê meşandin. Li hemberî vê yekê jî her asta tekoşîna jinan bilind dibe, li ser vî bingehî, em wekî rêxistinên jin li Rojava piştgirtiya jinên Êzîdî û Efxanistan û tevahî jinên ku rastî tundiyê tên dikin. Piraniya jinên ku ji şengal derxistin derbasî bajarê bakur û rojhilatê sûriyê û bi taybet jî bajarê Reqa, yê ku DAIŞ’ê ji xwe re kiribû paytext û li wê derê qirkirineke mezin li ser jin û zarokan pêk anîn. Ji ber wê yekê di cihê ku tundî li ser jinan hate meşandin, bilindkirina asta tekoşîn, berxwedan, rêxistinbûyin, yekîtî û zanebûna jinan xwedî giringiyeke taybete û ev yek ji bona hemû hêz û aliyên ku destek dane çeteyên DAIş’ê bersiva herî bi wateye.

‘Dewlet heman hişmendiyê  li ser jinê dide meşandin’

Berdevka Kongira Star Rîhan Loqo di dawiya axftina xwe de diyar kir ku  armanca tekoşîna me ew e ku çawa jin li xwe xwedî derkevin û wiha got:” Ne tenê li jinên Şengal û Efxanistan xwedî derkevin, wekî jin ku li hemberî tevahî êrîşan xwedî li xwe derketin erka herî bingehîne. Herwiha di tevahî cîhanê de qirkirina li ser jinan nehatiye binavkirin, ev jî tê wateya ku hişmendiya dewletê çavkaniya hemû êrîş û tûndiya ku li ser jinê tê meşandine. Di hemû şerên ku ji dîrokê heyanî roja îro hatine meşandin de her tim jin hedef tê girtin û herî zêde jin dibin qurbana van şeran.

Ji bo wê jî pêwîste bi hişmendiya ku jinek qir kriin civakek qirkirine tevger were kirin û li hemberî hişmendiya paviksalarî û zihniyeta serdest kar û xebat were kirin. Tûndiya ku li ser jinê tê meşandin jî li ser asta cîhanê tê meşandin. Li hemberî vê tûndî û neheqiya ku li ser jinê tê meşandin jî bêdengî heye û ev tûndî jî roj bi roj zêde dibe. Ji ber vê yekê di serî de jina kurd, pêwîste ku hemû jinên cîhanî li hmberî vê şidet û tûndiya ku tê meşandin, mil bi mil û bi vîn û hişmendiya azadiya jinê rêxistina xwe xurtir bikin û li hemberî hişmendiya zilamê ser dest rawestin. Bi yekîtî û hevgirtina jinên azadîxwaz wê jin xwe bighîne avakirina jiyana azad. ”