Rojnameya Ronahî

15’ê Tebaxê wê bibe vejîna sedsala 21 ê

Hêvî Mihemed

Roja 15’ ê tebaxê ji bo gelên kurd û hemû gelan bûye roja ji nûve vejînbûna tevahî gelan. Gelê kurd gelek ji gelên herî kevnare di Rojhilata Navîn de, xwedî erdnîgarî û dîrokeke dewlemend û berxwedêre. Gelê kurd ji bo hemû gelan bûye cihê sitirgehê û her kesek xwe li Kurdistanê digire, Ji ber vê çavên her kesî lê ye, dixwazin bixin bin serweriya xwe. Ji ber vê hêza desthiladara û hegemon piştî şerê cihanê yê duyem di sala 24/07/1923 li Lozenê, Kurdistan kirin çar perçe û siyasetekî topyakon li ser gelê kurd dane meşandin. Di derbarê gelê kurd de qirkirina di milê nesnameya kurdî, siyasî, candî, leşkerî û hwd. Di hemû aliyan de înkar kirina hebûna gelê kurd hat meşandin. Di Turkiyê de jiyan ji bo gelê kurd nehştibûn, her roj di qirkirinê re derbas dibûn.

Dema Rêber Apo dibin jiyana ji bo civaka kurd li kurdistanê nemaye, di sala 1973 bi girûpek biçûk dest bi tekoşîna azadiya gelê kurd dike. ji ber gelê kurd di nav êrîşeke pir mezin de jiyan dike li benda şoreşekî ku wan ji faşîsta Turk rizgar bike. Di demekê de bawerî û hêviyên pir mezin di gelê kurd de pêşdike ve û bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin lê tu carî hêviyên xwe qut nekirin. Di sala 1978 li Amedê  gundê Fisê kongera yekemîn hate lidarxistin û navê tevgerê xwe radihînin, Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) û bi hêvî û bewariyekî mezin ji hemû aliyan ve dest bi têkoşîna xwe kirin. tevgera azadiyê ji heft kesan hat destpêkirin îro bi miloyonan kes cihê xwe di nava têkoşînê de digirin. Di demekê ku kes newêrî bi zimanê kurdî biaxive, kes newirî cilên kurdî li xwe bike. kes newêrî behsa kurdwarî bike. Tevgera azadiyê xwe ragihand, dijmin di şewqekî pir mezin de hêşt. Ji ber wê di sala 1980-1982 dijmin bi awayekî hovane êrîşî milîtanê tevgera azadiyê kirin. mîna Kamal Pîr, Mezûlm Doxan, Mehemed Xeyrî Dormeş, Sekîne Cansis, Akif Yilmaz û …..bi dehan mîn wan hatin girtin û di girtîgeha Amedê de hate ragirtin, di zindanê de rastî gelek êrîşên hovane hatin lê li hemerî wan berxwedaniyeke pir mezin hate meşandin, rojiyê mirinê hate destpêkirin heval Mezûlm û çar hevalên din agir bi canê xwe xistin û şehîd bûn. Gel xwedî li berxwedana zindanan derket ev berxwedan di cîhanê de deng veda û di dîroka gelê kurd de şopa xwe heşt.

Ev 25’ sal Rêber Apo li girtîgeha Îmralî de tê ragirtin û şerekî  ji hemû aliyan ve li ser Rêbertî tê meşandin. Lê di Îmraliyê de berxwedanek bi ruhê zindanê Amedê bi ruhê 15’ ê Tebaxê bê hampa tê kirin. weke em dibînin ku Îmralî bûye navenda hêza çareseriyê û çavên her kesî li Îmraliyê ye. Heya Rêber Apo di Îmralî de were ragirtin wê ti çareseriyên mayînde  çênebin.

Heval Mahsûm Qorqmaz bi navê Egîd di sala 1956’de li Amed gundê Ferqînê ji dayîk dibe û di sala 1970 tev malbeta xwe koçberî Elihê dibe, ji zaroktiya xwe de xwen û xeyalê wî bibe leşker û parstina gelê xwe bike ji ber kurdewariya xwe rojekî li mamostê xwe dixe û di dibistana navîn de tevlî tevgera ciwanên sosyalist dibe. Li Elihê heval Mazûlm Doxan nasdike û dibe hevalê herî niz ji heval Mezulm re, di sala 1977-1978 de aktîf tevlî tevgera azadiyê dibe û li Elihê di xebatên xwe de her kes bê bandor dibe. Di pêngava 12 Aylolê de heval Egîd di sala 1980’ê derbasî saha Lubnanê dibe li gel Rêbertî heft mehan perwerda birdozî, siyasî û leşkerî dibîne û di sala 1984’ê derbasî çiya dibe û di 15’ ê Tebaxê li Botanê, Şemzîna yekmîn çalekiya leşkerî li hember dewlata Tirk destpêdikin. Ew fişek tirs û xofên mezin dixe nava Dewlata Turk. Ev çalekî ji bû gelê kurd bû vejîna azadiyê û bû hêza herî xurt ji bo berxwedana zindana Amedê. Carekê din hevî û bawariya gelê kurd xurt kir û ceserata dewlata Tirk şikand û bi hezaran ciwan tevlî nava refên gerîla bûn û navê xwe kirin Egîd û li ser doza azadiyê tekoşîn domandin. Roja 15’ ê Tebaxê ji bo gelê kurd bû cesart û xurtkirina tekoşîna azadiyê. Ev 39’ derbasî 40’ saliya xwe dibe roj bi roj ruhê 15’ê tebaxê di nava gelê kurd û tevahî gelên cîhanê di esta herî bilind de tê jiyankirin. Di roja îro de bi ruhê 15’ ê tebaxê şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêket û li hemberî hêza her hov şer kir û ew hêz têk bir û îro li hemberî Nato şerê birdozî û leşkerî dide meşandin, li Zap, Metîna û Avaşîn berxwedaniyek pir mezin tê jiyan kirin û derbeyên giran li dagirkeran didin. Dagirker bi çekên kîmyewî li hemberî hêza gerîla bi kar tînin, ev yek binkeftina Dewlata turk dide diyar kirin. heya ruhê berxwedana zindana Amedê û ruhê 15’ ê Tebaxê hebe wê şervanên azadiye hebin û heya yek faşist hebe wê şervanên azadiyê têbikoşin. Roja 15’ ê Tebaxê  her sal li tevahî cîhanê tê pîrozkirin. Ji ber roja 15’ ê Tebaxê ji bo hemû gelan bi teybet gelê kurd roja hebûn, vîn û xwedî derketina nesnamaya gelê kurd e. ji ber vê wê her ruhê 15’ ê Tebaxê bi germahiya xwe heya serkeftinê wê bidome.