Rojnameya Ronahî

Bi hevgıhandınek jı dıl û can em ê xwe bıgıhînın serkeftınê!

Îmam Hecî Hesen

Koma dizan ev demek dirêj e di kesayeta Tevgera Azadiya Kurdistanê de, bi polîtîkayên dijminatiya gelê Kurd û bi hevkariya xayînan hewl dide jiyana xwe ya qirêj bidomîne, wekî mînaka mexribiyê ku çavê wî bi maldariyê ketî, ji piştî hilbijartinên Gulanê û pêve, êrişkirina li ser Kurdistanê û nirxên me yên gerdûnî yên berxwedanê, ji bo xwe wekî erkekî sereke dizane. Û her li ser vî bingehî, bi keysebazî û fêlbaziyek hoqebazî dest bi dezenformasyonê kiriye. Li Bakurê Kurdistanê zilm û zordariyek bê sînor tê jiyan kirin. Bi ser girtiyên zindanan ên ku hejmara wan zêdeyî deh-hezaran ne, hê jî girtin û desteserkirina sîstematîk bêrawestan didome; zindaniyên ku cezayên wan ên 30 sal qediyayîn jî, ji ber ku koletî û xulamtiya wan qebûl nakin, serbest nayên berdan, zindan wergerandine qadên mirinê. Ji bo dayîk û bav zarokên xwe nebînin, yan jî zarok dayîk û bavên xwe nebînin, wan mişextî zindanên herî dûr dikin. Û li dijî xwezaya Kurdistanê jî êrişkariyek bêserûber û sîstematîk pêk tê.Ji bo daxwaza mafekî herî biçûk ê rewa û beramberî zext û êrişan, mirovên me bi cezadanên dehên salan re rû bi rû dimînin. Bi kinahî, hewl didin Bakurê Kurdistanê wergerînin nîvzindanekê û vala bikin.Dewleta TC’ê ya faşîst, qirker û dagirker ku dijminahiyek bê mînak beramberî gelê Kurd dimeşîne, dijminahiya xwe tenê bi Bakurê Kurdistanê ve sînordar nake, bi awayekî bê qanûnî û bê exlaqî ji bo jiholêrakirina hemû destkeftiyên beşên din ê Kurdistanê jî, dest bi êrişan kiriye. Beramberî vê jî keç û xortên Kurdan û dostên me yên enternasyonalîst, bi berxwedan û qehremaniyek bê hempa hema hema her roj bi giyanbazî destanan dinivîsin.Dîsa dewleta Tirk a qirker û dagirker, ku Başûr di warê aborî û siyasî de bi ser sînorên xwe yên dagirkeriyê ve zêde kirî, ji bo ku çeperek tenê jî ya Kurdan a berxwedanê nemîne û polîtîka xwe ya leşkerî  û dagirkeriyê temam bike, bi awayekî herî xirab ketiye tevgerê ku ciwanên kurd û dostên wan qetil bike, bi vê polîtîkaya xwe ya qirkirinê ve girêdayî, xayîn û hevkarên Kurd jî di bin maskeya netewperestiyê de tevlî vê konsepta xwe ya qirkirinê kiriye. Di vê hevkariya dijminê gelê Kurd de, xiyanet di nasnameya PDK’ê de gihiştiye asta herî jor.

Taqimên xayînan ku bi nifir, bêbextî û devavêtinê hatine wezîfedarkirin, di bin navê azadiya Kurd û Kurdistanê de, li ser sifreyên emperyalîstan tên qelewkirin û tişteke din nakin.

Hem tiştekî nakin, hem jî bi dijmin re êriş dikin; bi awayekî bêheya, bêbextî û bêbextiyê dikin. Bi sixêf, dijûn û devavêtinê hewl didin rûmetdarîya mezin a têkoşînê kêm bikin. Û wiha hin kes jî bi hestên xwe yên mirî, di rola ker û korîyê de jiyana xwe didomînin.

Di mirovan de hema piçikek rûmet û hesiyet, piçek şeref, piçek exlaq û namûs hebe; hizrên wan ên bîrdozî çi qasî ji hev cuda bin jî, bi heman zimanê dijmin naaxivin, di heman tasa dijmin de avê venaxwin û di heman sênîkê de xwarinê naxwin. Heke ew cesaret û hêz bi mirov re nebe ku bi dijmin re şer bike, mirov jî sixêf û dijûnan nade wan kesên ku canê xwe, xwîna xwe ji bo parastina rûmetê didin. Heke piçek hesiyet jî hebe, wê çeka jehrawî ya dijmin bi bêxbextî li berxwedêran nadin.

Pêwîst e, ji kesên ku 50 î sal in bi ziman û devê dijmin diaxivin û di nav xiyanetê de dijîn, wê were pirsîn; Heke PKK û Ocalan hevkarê dijmin bin, çima dewleta dagirker û qirker her roj ji bo qetilkirina endamên PKK’ê hebûn û nebûna xwe dixe dewrê? Çima dema mijar dibe PKK`ê qanûn û yasayên xwe jî bin pê dikin?

Çima sazî û kesayetên welatparêz bi gotina ‘girêdayî PKK’ê’di bin êrişên herî tund ên dewletê de ne, çima deh hezar welatparêzên Kurd di bin şert û mercên herî giran de neçarî jiyana di zindanan de ne? Çima kesek tenê jî ji wan kesên ku dibêjin em Kurdên neteweperest û Kurdên îslamî ne, nayê girtin û naxin zindanê? Û çima ew kesên ku xwîna bi sedan kurdên bêguneh bi destên wan ve ye serbest tên berdan û di zindanê de nayên girtin? Çima dema li Bakur ew qas zilm û zordarî tê meşandin bêdeng in? Çima dema li Rojava, li Şengalê, li Başûr ew keç û xortên me, ew jin û pîrekalên me zarozêçên me yên ku ji bo parastina kerameta Kurdîtîyê û hemû mirovahiyê qira DAIŞ’a cinewarên mirovahiyê anîn,  dema bi balefirên wan tên kuştin bêdeng in û deng ji wan nayê? Di rastiya xwe de ev hemû eşkere ye; lê rizî ne, pez in, hevkar efendiyên wan bi dezenformasyon û manîpulasyonê hewl didin rastiya heyî biguherin.Bi derew û sextekariya mezin a ku dibêjin “HDP`ê ne ya Kurda ye”, “PKK`ê ne Kurdin”  hem dixwazin Kurdan ji hev veqetînin û hem jî dixwazin Kurdan bê dost bihêlin û lawaz bikin. Aha ji ber vê yekê yên ku bûyîn deng ji efendiyên xwe re di çeperên pêş de dest bi êrişê dikin. Bi rolê ku ji efendiyên xwe girtîn, wan derewên ji aliyê saziya MÎT’ê ya casûsîya Tirkiyê ve hatin tunekirin yek bi yek diwerimînin û wekî erka  xwe ji bo zirar negihêje efendiyên wan di medyaya dijîtal de belav dikin.Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ê ku hewl didin rûmeta wî bidin kêmkirin, 25 salan di bin tecrîdeke ku di dinyayê de nimûne wê tune de ye û 3 sal in jî tu agahî jê nayên gitin. Her çend e ku heqîqet ev e jî, lê ji aliyê xiyanetkar û bêeslên ku bi her awayî xwe spartîn dijmin ve, tê hedefgitin. Ango dagirker û xayîn bi hev re dest bi dest dixwazin bigihêjin mexseda xwe ya têk birina Kurdiya azad.Faşîzma dagirker û qirker a ku Kurdistan wergerandîye zindanekê, hewl dide her tiştê bi navê welatparêzî û Kurdîtiya heyî tune bike; hema hema her roj  li Rojava, li Bakur, li Başûr ciwanên Kurdan tên qetilkirin, xêre ev kerîyê xayînan ên ku xwe wekî Kurdan pêşan didin beramberî vê gotinek tenê jî nakin û bi bêhisiyetî PKK’ê hevkarê dijmin sûcdar dikin. Kesê li ser hikûmeta “Hewlêrê” ku Başûr kiriye navenda xiyanet û hevkarîya bi dijmin re, bêyî ku qet fedî bike, ewqas ketiye nava xiyanetê ku dikare bibêje “Şengal di bin dagirkeriyê de ye”.Dîsa bi dijwarî hewl tê dayîn projeya pêşiya hilbijartinên Nîsanê ya çêkirina alternatîfekê  beramber Tevgera Azadiya Kurdistanê hatibû destpêkirin, bi taybetî piştî windakirina hilbijartinan wergeriyaye kampanyayekê û hewl didin bigehînin encamê.Di vê mirov ji van bipirse;Heke hun bi rûmet û bi şeref bin, heke hun ji xwe re di bêjin em neteweperest û welatparêz in, destpêkê divê hun xwe ji hevgirtina bi dagirkerî û xiyanetkariyê dûr bigirin û beramberî xiyanet û dagirkeriyê têbikoşin. Heke hun dibêjin em neteweperest û welatparêzin divê hûn rolekî ku xizmetê ji yekîtî û rûmeta dîrokî ya Kurdan re bike, bigirin ser xwe.Heke hun Kurd û Kurdistanî bin;  divê hun di bin maskeya neteweperestiyê de, di bin makeseya “îslam” a Kurd e ne li cihê ku dijminên Kurdan xwe lê bi rêxistin dikin bin, li cihê rêxistinbûna gelê Kurd bin; heke hun welatparêz bin, divê hun kemînên mirinê yên ku dijmin beramberî gelê Kurd danîn, rewa nebînin û bi serbilindî, bi rûmetdarî, bi namûs û têkoşîna rewa ya gelê xwe re bin. Heke hun wisa bin, wê demê kerem bikin rexne bikin, bibêjin “hun nerast in”. Aha wê demê dibe nirxekê gotina we hebe. Hun bi dijmin re mil bi mil di heman malê de dijîn, di heman mitbexê de dixwin û vedixun. Lewma hun dijminên ji dijmin jî metirsîdartir in.Ma welatparîziyek, netewperestiyekî ku kêfa wan bi qetilkirina ciwanên Kurd  ên bi qehremanî li berxwe didin û enternasyonalîstên ji bo doza rewa ya Kurd canê xwe feda dikin dibe? Ev çi welatparêziye, ev çi neteweperestiye?!Ma îslamiyetek durû wisa bi navê Kurdîtiyê dibe? Ma welatparêziyek milê xwe dayî milê dagirker û qirkeran dibe? Ev çi welatparêzî ye?Yên ku di vî alî de lê mêze nekin, ji xwe nedîtina dayîka xwe qebûl kirine, hun di rolê ku “em diya xwe nabînin, bila hemû Kurd jî diya xwe nebînin” de ne. Ev rol jî rolekî  bêşerefî û yê ji xwe fedîkirinê ye.Her mirovê Kurd ê bi rûmet, bi hesiyet û biaqil ê ku naxwaze vê sedsalê winda bike, divê li hemberî projeya alternatîf a dagirker û efendiyên wan a “Kurdê mirî” bisekine û beramberî vê projeya xayînan cihê xwe di nav têkoşîna avakirina Kurdên azad de bigire û ji bo bi serxistina têkoşîna rûmet û kerameta Kurdîtiyê têbikoşe.Werin, ji bo şikandina vî destê gemar ê xiyanetê, bi ruhê seferberiyê em ji dilûcan xwe bikin yek û em hemû bi hev re wî rûyê gemar ê di bin maskeyê de ku hewl tê dayîn şêrîn pêşan bidin, derxin holê û şermezar û riswa bikin.Werin em bi azadkirina Kurdistanê Rojhilata Navîn azad bikin.