Rojnameya Ronahî

‘Li hemberî tecrîdê asta têkoşîn û berxwedanê bilintir bikin’

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Çîgirê Desteya Çandê Hunermend Danîş Botan û Endama Hîlala Zêrîn Rehef Zilfo diyar kirin ku ev 24` salin ku Rêber Apo di girava îmraliyê de berxwedaneke dîrokî û bêhempa dide meşandin.

 

Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo û heta niha, tecrîdeke giran li ser tê ferzkirin, bi taybet ev zêdeyî 2 sal û nîvin ku tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê meşandin. Herwiha derbarê rewşa Rêbertî de jî tu agahî nayên wergirtin û hevdîtina Rêber Apo bi malbat û Parêzerê wî re Hatiye qedexekirin. Li hember vê  yekê hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe didin xuyakirin ku ew jî hevkarê sûcê tecrîdê ne.

Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, Çîgirê Desteya Çandê û Hunermend Danîş Botan û Endama Hîlala Zêrîn Rehef Zilfo ya bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Danîş Botan diyar kir ku di rastiya jiyan û dîrokê de mirovên zane, hêja û giranbua yên mîna Rêber Apo muhra xwe li dîrokê mirovahiyê dane û weha got: Dibe ku dagirkerî, zilmkarî û tûndiyê li ser kesayeta Rêbertî bide meşandin, lê ew bi vê yekê nikare Rêbertî ji gel qutbike û remanê Rêbertî asteng bike, ji ber ku Rêber Apo bûye kesayeteke gerdûnî û bûye hêviya hilasiya mirovahiyê. Ji ber ku Rêbertî ji bona xelasiya mirovahiyê kar û xebatê dike û dixwaze dawiya şer, şidet û qirîza ku cîhan tev têre derbas dibe bîne. Herwiha di şoreşa rojava de jî, pirojeya herî pîroz piroja netewa demokratîk ji bo jiyaneke hevbeş û berxwedana pîroz li cîhanê kar û xebateke giranbuha dide meşandin. Ji bona kurd, Ereb, Ezîdî, Xiristiyan û Çerkez hwd…kar û xebatê dide meşandin û ev 24` salin di girtîgeha îmraliyê de û li dijî siyaseta faşist û qirker a dewleta tirk di nava berxwedaneke mezin de ye.”

 

‘Mirovahî Rêber APO Rêberê xwe dibîne’

Çîgirê Desteya Çandê Danîş Botan wiha berdewamî da axftina xwe: Hişmendiya îro serdestiya xwe li ser cîhanê dide meşandin, destpêka wê ji dewleta Sûmeran dest pêkir û berbelavî hemû cîhanê bû û îro bûye mîna nexweşiya penceşêrê ji bona mirovahiyê. Rêber Apo di sedsala 21`an de mirovekî xwediyê fikrekî paqij û berxwedêr e, ku çanda mirovahiyê di hest û wijdanê xwe de dihewîne û dixwaze azadî, demukrasî, wekhevî û aşîtiyê li her deverî pêkbîne û mirovahiyê ji dojeha ku di navde jiyan dikin derxîne. Ji ber vê yekê her tim dewleta tirk a dagirker bi hêzên navnetewî re, ji bo berjewendinyên xwe fikirên Rêber Apo yên azad dixwaze qeyd bikin û bi riya tecrîdeke giran di şexsê Rêber Apo, li ser gelê Kurd jî qirkirineke çandî û hişmendî bide meşandin. Ji ber vê yekê di serî de gelê Kurd, pêwîste ku mirovahî tev heyanî ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêkwere di nava  berxwedan û tekoşînê de be.

Pêwîste di hemû mijarên civakî de wek çand, perwerde, rêxistin, avakirina gelê şoreşgerî li gorî wî erka jê tê xwestin rabe hatanî ku rêber Apo fîzîkî rêzgar bikin. ”

‘Bi yekîtiya gelan wê tecrîd têk biçe’

Danîş Botan axfitina xwe wiha qedand:”Şoreşa ku ji bo Netewa Demokratîk û azadiya jinê hatiye lidarxistin, roj bi roj pêşdikeve. Li hemberî êrişên herî giran û mezin, ku li ser gelê kur û heremê ji aliyê dewleta tirk a qirker ve tê meşandin, berxwedaneke mîna wê di cîhanê de nehatiye dîtin jî tê meşandin. Di serî de û bi saya Şehîdan, keda şervanên azadiyê ev yek pêkhat. Herwiha ev berxwedaniya mezin bingeha xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye. Ji ber vê yekê dewleta tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser Rêbertî dide meşandin û dixwaze destkeftiyên şoreşê beravêtî bike û cardin vîna gelê kurd bi tecrîda ku li ser Rêbertî dide meşandin bişkîne. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo jî divê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin yek û planên dagirkeriyê valederxînin.

 

‘Bi tecrîdê nikarin vîna gel bişkînin’

Têkildarî heman mijarê endama Hîlala Zêrîn a navenda bajarê Qamişlo Zêrîn Rehef Zilfo diyar kir ku Rêber Apo felsefeya netewa demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş xisitiye û wiha got:”Rêber Apo bîrdoziya netewa demokratîk û felsefeya azadiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakir. Ev yek ne li hesabê dewleta tirk a dagirker hat, ji ber ku nikarin li hember fikir û felsefeya Rêber Apo berjewendî û planên xwe bidin meşandin. Ji ber vê yekê her ku diçe tecrîdê li ser Rêbertî giran dikin û bi riya tecrîdê dixwazin vîna gel bişkînin. Lê wê bi berxwedana gel hemû plan, gef û êrişên dewleta tik a qirker û faşîst têkbiçin.

‘Şoreş bi fikir û felsefeya Rêber Apo hate avakirin’

Endama Hîlala Zêrîn Rehef Zilfo di dawiya axftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo, bê bandorkirina fikir û felsefeya wî ye û wiha got:” Em li ser fikir û felsefeya Rêbertî mezin bûne û  şoreş jî bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêş ketiye. Asta ku em niha jin tê de jiyan dikin jî bi saya felsefa Rêber Apo ye. Gavên ku hatin avêtin jî hemû bingeha xwe ji fikirê  Rêber Apo digire. Herwiha dewleta tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê dixwaze fikir û felsefeya Rêber Apo yê ku li cîhanê hatiye belavkirin asteng bike. Ji bo vê yekê pêwîste ku em derfetê nedin dewleta tirk û hemû planên wê valederxînin û hemû hewildanê me ew be ku em bi rengekî hîn baştir remanê Rêbertî nasbikin û di jiyana xwe de pêkbînin û ji nifşekî derbasî nifşekî din bikin.