Rojnameya Ronahî

Li ser pêngava15’ê Tebaxê

Ehme Hesen

Di 15ê tebaxa 1984an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê yekem çalakiya xwe ya çekdarî li Eroh û Şemzînanê pêkanî û bi awayekî fermî şerê çekdarî da destpêkirin. 15’ê Tebaxê di nava gelê Kurd de di kesayeta pêşengtî û berxwedana dîrokî ya rêheval Mehsûm Korkmaz (Egîd) de wekî destpêka şoreşa vejînê tê pejirandin,di dîroka gelê kurd de pêngava 15’ê Tebaxa 1984an pir bi bandor û bi wate bû,ji ber ku li dijî xeta îxanet û dagirkeriyê mesaca serhildana ber bi azadiya Kurdistanê ve bû,di heman demê de hemû pilanên hêzên hegemon ên parçekirina xaknîgariya Kurdistanê,asîmlekirina kultur û dîroka gelê Kurd bi erdê re kir yek,ango ev pêngav bi serê xwe tolhildana hezar salan a li dijî xeta îxanet û mêtîngeriya Kurdistanê bû,di heman demê de bersiva ji bo tekoşîna berxwedana zindana Amedê ya14’ê Tîrmeha 1982’an bû,ya rastî ev pêngav ne di hesabê dewleta tirk a dagirker û hêzên împeryalîst de bû ku di sedsala 20an de careke din têkoşîna gelê Kurd di Kurdistanê de mezin bibe,di van pêvajoyan de hesabên mezin li ser gelê Kurd dihatin kirin,qirkirina fîzîkî li ser ciwanên Kurd zêde dibû,ya rastî ya ku dihat kirin kurdbûyîn ji koka wê dihat rakirin,ji bo vê yekê jî bêhêvîtiyeke mezin di nava dilê her Kurdekî de jiyan dikir,tu kesî êdî baweriya xwe bi xeyala azadiyê nedianî, jê Rêber APO re ev xeyal careke din zindî kir û kir heqîqeta mezin,derketina tevgera azadiya Kurdistanê ev pêvajo serûbinî hev qulapt. Êdî qêrîna berxwedana 14’ê Tîrmehê ya”Berxwedan jiyan e” li her derê weke tofaneke mezin belav dibû,dijmin ev yek baş ferq kiribûn,ji ber vê li her devera ku Kurd lê bin komkujî pêk dianîn,dixwestin ku bi çewisandina serhildana gelê Kurd di Kurdistanê de dawî li hebûna gelê Kurd bînin da ku careke din serî li dijî hovîtiya wan hilnedin, lê xeta apogeriyê ev pilanên dijmin ji zû de ferq kiribûn, ji bo vê jî li her cihekî rêxistinbûyîna bîrdozî mezin dikir, di bin pêşengtiya tevgera azadiya Kurdistanê de rihê welatparêziyê di gelê Kurd de êdî mezin dibû û diket ferqa pilanên dijmin.

Derketina tevgera azadiyê di rastiya xwe de sererastkirina dîroka tekoşîn û azadiyê bû,li vir a ku dijmin matmayî dihişt tekoşîn û artêşbûna jina azad bû, jinên ku êdî felsefeya azadiyê ferq kiribûn,li hemberî feraseta baviksalariyê ya zilam gavên mezin avêtin û êdî bûn hêza serxistina azadiyê,di kesayeta şehîdên doza azadiyê yên weke Sekîne Cansiz,Zîlan,Bêrîtan,Zekiye Alkan,Sema yoce û bi hezaran jinên ku di oxira azadiyê de canê xwe kirine xelat de,dengê jina azad bilind dibû,artêşa gerîla di bin navê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK)de mezin bû û li dijî dagirkeriya dewleta tirk a faşîst gavên mezin avêtin.Êdî li vir îradeya azad heye,tekoşîna rizgariya Kurdistanê bi hemû hêza xwe dikarî bibûya dengê azadiyê,dengê jiyana azad û serkeftinê,di kesayeta pêngava 15’ê Tebaxê de tevgera azadiya Kurdistanê li dijî xeta îxanet û hêzên komploger,împeryalîst û faşîst felsefeya jiyana azad bi ser xist,êdî li cîhanê her kesî nas kir ku Kurd hene,hêza wan heye,artêş û rêxistinbûyîna wan heye,di kesayeta PKK’ê de kurdbûyîna ku bi hezar salan hatibû perçiqandin zindî bû,rih pê hat û mezin bû,ev bi serê xwe pêk nehat,bi hezaran berdêl çêbûn,di şert û mercên herî zehmet de tevgera azadiyê hêviya serkeftinê afirandin,hêviya azadiyê kir heqîqet û bû dengê hemû şoreşgerên ku di Kurdistan û cîhanê de daxwaza azadiyê dikirin.