Rojnameya Ronahî

Lozan  bandor li tevahî gelên rojhilata navîn kir

Dilyar Cizîrî

Endamê Akademiya Rêber Abdulah Ocalan diyar kir ku bandora Peymana Lozanê li ser tevahî gelên Rojhilata Navîn û bi taybet kurd û ereban hebû. Seyîd Riza Garzan, da zanîn ku gelê kurd di encama Fikir û Felsefeya Rêber Abdulah Ocalan karîbû Lozanê bê bandor bike, lê ji bo bi temamî ji holê rabe pêwistî bi Yekîtî û tekoşînê heye.

Seyîd Riza Qamişlo derbarê Peymana Lozanê û bandora wê li ser gelên herêmê û bi taybet gelê kurd bersiva pirsên me da.

1-Piştî sed salî Lozan ji gelên herêmê re çi bi xwe re anî?

Lozan bi plan û programê wî dewam kirin, gelê Kurdistanê û bi taybet gelê kurd êş  û zehmetî jê kişandin. Gelê ereb jî ji ber wê êş kişandine, ew parçe kirin û di nava wan de dewleta Israîl çêkirin. Filistîn ji her kesî zêdetir zehmetî jê kişandin, Hemas çêkirin û huzib El-Ah çêkirin, wiha jî tevgera şoreşgerên Filistînê lawaz xistin. Yasir Erefat jî li gorî xwe iyar kirin û planên lozanê bi wan dan meşandin. Di sedsalê de planên xwe yên di Lozanê de danîn, meşandin..

Tişta hate guhertin Rêber APO ku derket, fikir û felsefeyên xwe pêş xist. Bêyî azadiya kurd û Kurdistanê wê azadiya li Rojhilata Navîn pêk neyê. Bêyî wê ne mimkine aştî li Rojhilata Navîn pêk were. Serok APO bi fikir û felsefeya xwe Paymana Lozanê lawaz kir û vala derxist. Bi fikir û Felsefeya Rêber APO gelê kurd got em hene û bê yî me wê tu alî nikaribe dîzaynê li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Sînorên di Lozanê de ji bo kurdan danîne, vala hatin derxistin, kurd ji xwe nas nakin û niha jî tevgera gelê kurd kar û tekoşîna xwe li gorî wê li hemû herêmên Kurdistanê dide meşandin. Ji bo gelê ereb niha ereb jî wekî berê nafikirin, heger ereb jî bibin wê Lozan bi temamî vala derkeve. Hêzên NATO’yê li gorî berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de û li gorî belavbûna petrolê xwe bi cih kirine.

Hêzên NATO’yê careke din xwe di Rojhilata Navîn de bi cih dikin, bi xwe DAIŞ’ê çêkirin, wekî mikrobekî xistin herêmê de û di bin navê şerê wê de xwe di Rojhilata Navîn de bi cih kirin. Ew jî dixwazin ji nû ve dîzayin bikin. Lê niha gelê kurd bi rêxistina xwe, bi hebûna xwe û bi felsefeya xwe derket û dibêje bêyî me hûn nema dikarin Rojhilata Navîn dîzayin bikin.

Cîhan jî êdî vê rastiyê dibîne ku bêyî kurdan nikarin di Rojhilata Navîn de dîzaynekî nû çêbikin. Kurd derketin û gotin em hêzek in. Kurd ne kurdên dema danîna peymana Lozanê ne.

Konfiransên Lozanê yên li Ewropa û Rojhilata Navîn çêbûne, ev dibêje dema Lozanê qediyaye. Niha bi hebûna kurdan li hemberî Lozanê peymanek nû were çêkirin. Ev jî bi yekîtiya kurdan û kongreya Netewî ya Kurdistanê û hevgirtina gelê kurd wê pêk were.

2-Bazar û plan hîn jî dewam dikin, mirov çiqas dikare bêje Lozan hîn jî bi xurtî dewam dike?

Ew dewletên Lozan pêşxistin ew jî naxwazin Lozan wekî berê dewam bike. Niha hêz derketiye, qewetên nû derketine. JI ber wê hêzên peyman pêşxistin, ketine nava dudiliyê, ew naxwazin hêzên xwe li dijî dewleta Tirk bikar bînin. Niha li Rojhilata Navîn bi awyekî filî kurd çiqasî ji aliyê dewletên navdeweltî ne hatibin naskirin, lê di şerê li dijî DAIŞ’ê û ji aliyê koalîsyona Navdewletî hatiye naskirin. Ew mecbûr bûne kurdan nas bikin. Ev naskirin jî bi hêza gelê kurd hatiye naskirin.

NATO bi tevgera xwe ya filî jî Lozan xistiye nîqaşan û vala derxistiye. Ev nîşan dide hêzên derketine Lozan vala derxistine. Niha di dema me de em bi hêsanî dikarin bêjin Lozan bê wate maye. Di haman demê de hêza gelê kurd jî mezin bû ye û kurd bi qewetin.  Êdî gelê Kurdistanê dibêjin em hene, bêyî me jî tu alî nikare Rojhilata Navîn bê yî me dîzayin bikin.

Gelê kurd niha ne wekî dema şerê Cîhanê yê yekem e, Şerê cîhanê yê seyemîn navenda xwe li Kurdistanê ye. Di rêza yekem de gelê Kurdistanê navenda şerê cîhanê yê sêyemîn e û di rêza duyemîn de jî gelê ereb e. NATO’yê her çendî niha di piratîkê de heye, lê di rastiyê de bê wate hatiye hiştin. Gelê kurd ew vala derxistiye.

Şengal jî hêzeke û Başûrê Kurdistanê jî hêzeke. Her çendî li Başûr mala Barzanî wekî hêzekê ji bo berjewendiyên wan hatibin bikar anîn. LI Bakurê Kurdistanê jî Kongra li dijî tevgera azadiyê bikar tanîn. LI wir jî xwestin wekî Filistînê pêk anîn û şoreşa Filistînê lawaz kirin, xwestin li Kurdistanê jî heman planan pêk bînin.

Çiqasî me li Dijî lozanê tekoşîn da meşandin û me ew vala derxistibe jî, wan jî li dijî rêxistina gelê kurd û tevgera kurdistanê planên xwe pêk tînin û didomînin. Ji ber wê jî pêwîstî bi hişyarî û baldariyeke mezin heye.

3-Rêber APO Lozan gelekî berfireh dinirxîne û di riya têkbirina wê de perspektîf dide, di piratîka heyî de çiqas ew perspektîf piratîze bûne?

Heger em Fikir û Felsefeya Rêber APO pêk bînin em ê karibin him Lozanê vala derbixin û him jî em ê sîstemên ku dixwazin me bixin bin kontirola xwe li ser pêk bînin. Ezmûna wê jî Şoreşa Rojava nîşan dide, sîstema li vir bi piratîka Fikir û Felsefeya Rêber APO dimeşe. Îro çavên hemû şoreşgerên cîhanê li ser felsefeya Rêber APO ye. Heger em baş di bin sîwana felsefeya Rêber APO de tevbigerin û pêk bînin, em ê karibin bandorê li ser herêmê û tevahî cîhanê bikin. Niha hemû duniya Felsefeya Rêber APO nîqaş dike.

Heger em felsefeya Rêbertî baş pêk neyînin, em ê di bin tesîra Lozanê de bimînin û wê bandora wê li ser me dewam bike. Heger me fikrê Serokatî baş piratîze û pêkbînin, em ê Lozanê jî vala derbixin û sîstema Sûriyê, Tirkiyê û Îranê jî vala derbixin û em ê karibin konfedralîzma demokratîk di herêmê de û di cîhanê de pêş bixin û li gorî fikirê Serokatî em ê yekîtiya gelan saz bikin û mezin bikin.

Ev jî li ser kadro û xebatkarên Serok APO ne, heger ew baş tevbigirin û piradîgma Rêbertî baş piratîze bikin û civakê û gel himbêz bikin, wê Lozan bi temamî bê tesîr bibe û vala were derxistin.

4-Gelek civîn, kongir û planên dijberiya gelê herêmê têne lidarxistin, di nêrîna we de xeterî heye ku peymanên wekî Lozanê dûbare bibin?

Sed salên li ser paymana Lozanê re derbas bû, plan û bernameyên hêzên dagirker ku ji bo qirkirina gelê kurd û ji holê rakirina wê meşandin, di nava gelê Kurdistanê de pêş xistin. Di 17’ê Gulana 2639 ‘an de di encama Peymana Qesir Şêrîn de Kurdistan kirin 2 parçe. Şerê di navbera Sefewî û Osmaniyan de herî zêde li ser xaka Kurdistanê bû. Ên herî zêde zirar ji wî şerî didît jî gelê kurd bû.

Di şerê cîhanê yê yekem de jî gelê kurd parçe kirin. Di heman demê de netewên din jî parçe kirin. Wekî nimûne ereb kirin 23 dewlet û ew bê îrade kirin. Kesên bê îrade xistin qiral û hakim. Ev dewlet bi destê Birîtaniya û Fransa hatin birêve birin. Malbatên hakim jî nûnertiya wan hêzan dikirin.

Kurd jî xistin 4 parçe û di nava malbatê de jî parçebûn çêkirin. her malbatek jî parçe kirin û ji hev xistin. Di wan peymanan de tu hesab ji bo kurdan ne hatibû kirin. Ji bo gelên din jî Ermen, Rûm, Suryan, Asûrî yên ne mislilman hatin tunekirin. Lê ji bo kurdan madeya ku divê kurd bi zimanê xwe û çanda xwe bimeşîne, ew pêk nehat û kar hate kirin ku kurd bêne tunekirin.

Ev piroje jî li ser plana Sayks-Pîko hatiye meşandin, ew li ser nexşeya wan meşiyan, di Lozanê de ew plan piratîze kirin. Rûsiya jî bi Fransa û Birîtaniya re roleke mezin di peymanê de girt ser xwe. Ev sed sal di ser peymanê re derbas bû. Ji bo xizmeta Birîtaniya û Fransa dewleta Israîl hate çêkirin.

Mala Barzanî û PDK’ê jî parçeyekî Israîlê ye, ew ne di berjewendiya gelê kurd de ye. Sed sale ev plan tê meşandin. Di vî sed salî de tu temsîliyeta kurdan nîne. Şerîf Paşa anîn ku li ser navê kurdan biaxive, lê ew jî formîlek bû. Armanca pêkanîna peymana Lozanê ew beşdar kirin. Sala 1924’an rastiya planê tê meşandin û ji wê demê ve sîstema Tirkiya spî tê pêşxistin. Osmanî ji holê rabû û dewleta Tirk hate çêkirin. Ji bo kurdan jî qirkirin û asmîlekirin hate destpêkirin. Cil û bergên kurdan hatin qedexekirin û bi hemû rê û rêbazan siyasetên asmîlasyonê li dijî gelê kurd hate meşandin. Ev bi taybet li aliyê Bakurê Kurdistanê, li Rojava, Başûr û Rojhilat jî heman tişt pêk hat.

5- Ji bo Lozan careke din dûbare nebe, çi hatiye kirin û di demên pêş de çiyê were kirin?

Gelê kurd li dijî Lozanê gelek tekoşîn da meşandin û serhildanên Mehmûd Berzencî li dijî Birîtaniya, Simko Axa jî destpêkir. Heta sala 1930’an bi hezaran kurd hatin kuştin. Li dijî sîstemên tunekirinê serhildanên gelê kurd têne meşandin. Li ser navê Şêx Seyîd li Bakur ev yek hate kirin. 600 hezar kurd hatin qetilkirin û 750 hezar kurd hatin koçberkirin, parçe parçe kirin û kurdên din li cihê wan bi cih kirin. Bi Şêx Seyîd re 47 rêveberên kurdan hatin darvekirin.

Kurd piştî komkujiya serhildana Şêx Seyîd êdî komkujiyên spî dan destpêkirin. Heta niha jî dewam dikin. Plana wan ew bû heta sala 1933’yê de kurd bêne tunekirin. Çerkes, Tatar, Laz û her wekî din miletên din ji bilî Tirkan li cihê kurdan bi cih kirin. Gelê din jî asmîle dikin û wan dikin tirk û bi wan jî kurdan tune dikin. Çiqas Serhildanên kurdan hatin lidarxistin, bêyî plan pêk hat. Serhildanên herî bi sîstematîk hate kirin a Agirî bû.

Niha jî tekoşîna gelê kurd li dijî Lozanê dewam dike, ev jî bi tevgera Azadî re hîn zêdetir wê pêş bikeve.