Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salih Muslim: Tenê bi yekîtî û têkoşîn wê Tirkiyê bê derxistin

13/08/2023
in ROJEV
A A
Salih Muslim: Tenê bi yekîtî û têkoşîn wê Tirkiyê bê derxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku daxuyanî û nirxandinên Beşar Esed têrî nakin ku Tirkiye ji axa Sûriyeyê bê derxistin û got: “Tirkiye ancax bi yekîtî û têkoşînê dikare bê derxistin”.

Salih Muslim axaftinên Beşar Esed ên wekî, “Armanca Erdogan ji hevdîtinê rewakirina hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê ye. Gelo em ê çima bi Erdogan re bicivin, ma ji bo em tiştekî vexwin e? ” ku ji Sky Nwes Erebî re kiribûn, nirxandin.

Salih Muslim destnîşan kir ku daxuyaniyên bi vî awayî têrî derxistina Tirkiyeyê nakin û got: “Lê di destê hikumeta Şamê de jî biryar û hêz nîn e. Di navbera hêzên hegemon de li ser Sûriyeyê şerek heye.  Tişta xuya dike ew e ku hêzên hegemon li ser derketine Tirkiyeyê ya ji axa Sûriyeyê lihev nekirine, xema wan jî ew nîn e. Berjewendiyên Îranê bi Tirkiyeyê re hene, lewma niha destek nade mijara derketina Tirkiyeyê. Rûsya dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê bide meşandin. Koalîsyona Navneteweyî jî naxwaze hevkara xwe ya NATO’yê yanî Tirkiyeyê biqeherînin.”

‘EZ TEXMÎN NAKIM ŞAM GAVEKÊ BAVÊJE’

Ji bo derxistina Tirkiyeyê Salih Mislim destnîşan kir ku ew texmîn nake Şam gaveke pratîkî bavejê û ev nirxandina xwe spart van mînakan: “Li Soçiyê lihev kiribûn ku Tirkiye û çeteyên wê rêya M4/M5 vekin, lê heta niha venekiriye. Tirkiye û çeteyên wê şertên xwe ferz dikin. Lewma derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê zehmet e.”

Salih Muslim bal kişand ku Şam nikare bi serê xwe gavan bavejê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî Tirkiyeyê na axivin, lê hevdîtinên xwe jî qût nakin. Di civîna Astana de dijî Rêveberiya Xweser biryar girtin. Yên ev biryar girtine Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran e. Ma ev ji Tirkiyeyê dixwazin ku ji Sûriyeyê derkeve? Na, nabêjin. Rûsya ji bo pêkanîna hevdîtina Erdogan û Beşar kar dike, dixwaze wan li hev bîne.

‘TIRKIYE DIXWAZE DAGIRKERIYÊ BERFIREH BIKE’

Hevserokê PYD’ê da zanîn ku niyeta dewleta Tirk a ji derketina axa Sûriyeyê tine ye, berevajî, hewildanên wê yên ji bo dagirkirinên nû hene û wiha dom kir: “Niha nexşereyê din ji bo Tirkmenan derdixîne. Yanî dibêjin ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleteke Tirkmenan çêbikin. Tirkiye li herêmên dagirkirî kampên perwerdeyê çêkirine, kesên ku anîne van deran perwerde dike, bikar tîne. Herêmên dagirkirî ji çeteyan re bûye depo. Tirkiye terorê wekî şantaj li dijî cîhanê bikar tîne.”

‘CIDIYET PÊWÎST E’

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim bal kişand ku  heta bi awayekî cidî li ser mijarê neye sekinandin, derketina Tirkiyeyê ji axa Suriyeyê pêk nayê û ev peyam da: “Mijar tevlîhev e. Encex bi yêkitî û têkoşîna xwe em dikarin Tirkan ji vir derxînin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.