Ahmed Aktaş
Pêngava 15’ê Tebaxê, encamê ruh û ramanê Rêber APO ye!
Weke gotin jî, tê wateya ku li pey gelek gavan, pêngav tê avêtin.
Bêguman Pêngava 15’ê Tebaxê jî, di encama pêvajoyek wisa giran û dijwar de pêkhat.
Qasî tê zanîn, tu gelan di radeya gelê Kurdistanê de, derd û êşên siyaseta parçekirinê, qirkirinê û tunekirinê ne kişandine.
Her çar dewletên dagirker û qirker, bi taybetî jî dewleta tirk, hebûna gelê Kurdistanê nasnake, bê şerm dibêjin “me ev doza gelê Kurdistanê kuşt, xist bin çiyayê Araratê û me ser mezelê wê jî beton kir”. Wateya; ku êdî ev gel, nema dikare zindî bibe û rabe ser xwe bijî!
Mînaka herî dawî di gotinên Kenan Evrenê fermandarê faşîzma 12’ê Îlonê de tê dîtin: “Heke, hêviyek biçûk jî hebe ji bo doza gelê Kurdistanê, divê em wê jî nehêlin bikujin” û hwd.
Bi van gotinan, diyar dibe ku Kenan Evren û Serwerên wî yên cîhanî, xeteriya vê Tevgêrê dibînin û bi giranî ew derbeya faşîst, ji bo ku wê hêviya bi rêya PKKê hatiye afirandin, hîn di despêkê de ye, hîn şitlek e, bi lez wê şitlê biqurêfin û wê hêviyê bikujin.
Hema bi kurtayî van agahîna tenê jî, ji bo mirov Pêngava 15’ê Tebaxê, hinekî nas bike ku di nava çi şerd û mercan de pêkhatî ye tê xuya kirin.
Jixwe, wê wahşeta ku faşîzma 12’ê Îlonê, tirsek mezin xistibû nava gel û tevgêran bi giştî. Ji ber wê tirsê, hema hema ti tevgerên çepgir li holê neman, ji bilî PKKê.
PKKê, bi du şêwazên bingehîn bersîv da siyaset û kiryarên dewleta faşîst û qirker a tirk.
Yek; bi berxwedana lehengî û dîrokî ya li zîndanan. Dudu; li ser dûrbîniya Rêber APO ya bi derxistina hijmarek endamên rêxistinê ya birina Rojhilata Navîn.
Belê ji bo serkeftina her du şêwazan, bi dûrdîtinek zanistî, bi curet û xwedî îradeyek ji pola berxwedan, tevgerbûn û perwerdekirin pêwîst bû.
Li vira, diviya berxwedana zîndanan û xebata li derveyî zîndanan bigiştina hevdû û bi heman rûh û ramanê, bi hevre bihata birêvebirin.
Helbet, Rêber APO jî, ev kar û bar hilda ser milê xwe û bê qûsir da meşandin.
Ew berxwedan û banga hevalên xwe yên zîndanan, weke ferman pejirand û hijmarek bi qasî 200 hevalên xwe, kişand Rojhilata Navîn û li ser wî ruhê berxwedêr perwerde kir.
Herwiha Konferansa Yekê û Kongreya Dudan a Partiyê jî pêkanî û hevalên xwe bi amadekariyek gelek xurt vegerand welat/Kurdistanê.
Li gel pir taybetmendiyan, ew ruh û şêwazê wî yê çalak/operasyonel gelek li pêş bû. Ti caran xemsarî/tembelî qebûl nedikir û digot: Em tevgêrek dişibin hespikê hesinî/piskilêtê, heke em rawestin em ê bikevin, lewma divê em her bi pêş ve biçin!
Di encamê de, heke rêveberiyek wisa bi hêz û operasyonel nebûya, pêngava 15’ê Tebaxê nikaribû pêkbihata.
Ew ruhê serkeftinê yê Pêngava 15’ê Tebaxê, îro lazim e. Ji ber ku neyar; ji pêşkefitina Tevgera Gelê Kurdistanê ditirsin û hebûna xwe di nebûna wê de dibînin!
Serkeftin a ruhê 15’ê Tebaxê ye!