Rojnameya Ronahî

Jina Kurd û wêje

Ayîşa Silêman / Qamişlo

Di dîrokê de, gelek jinên Kurd hene ku pêşengtiya civakê kirine, reng û dengê jina Kurd a rewşenbîr û hunermend di herîkîna dîrokê de xwediyê rolek girîng bûne. Di berhemên van jinên navdar de rengîniya çanda Kurdî û xweşikahiya xwezaya Kurdistanê bi zimanek gelêrî, di heman demê de bi awayek felsefîk hatîye ser ziman, peyvên li ser dilê wan bask dane û li hemû war û welatan geriyane. 

Heger em li ser wêjeya kurdî bisekinin û çawa ta niha li ser lingan maye tevî ew êrîşên ku li ser çanda kurdî û zimanê kurdî û hewildanê dewletin sitemkar û dagirker ji bo pişaftina zimanê kurdî û qirkirina çanda kurdî li seranserê dîrokê û ta nuha,divê em dîroka wêjeya kurdî nasbikin.

Di dîrokê de her kes dizane ku wêjeya kurdî herdem  bi devkî hatiye parastin û di riya jinê de Çi di riya çîrokên evîndaran ku dayikan ji zarokên xwere digotin, çi di riya sitranên bûk û zava yan  dotina ajalên kedî an di riya lorandina zarokan de û her wiha di hemû beşên jiyanê de.

Wêje qedera gelan dide guhertin

Wêje ji bo her gelekî wek hêmanê jiyanê ye. Di heman demê de di zanist û çandê de jî kûrbûnê jiyan dike. Hêz û wateya di peyvê de veşartî dikare rastiya dîrokê bigihîne pêşerojê. Lewra gotin hêza rastî û afirîneriyê ye, di hiş û jiyana mirov de wek tovê hebûnê berhemdar e. Em dizanin ku hest û raman, bi gotin û bi peyvên watedar û kûrahiya di peyvan de veşartî dide ziman, dibe aso û bîra civak ê.  Lewra gelek caran peyvên li ser baskê pênûsa wêjevanan rastiya hebûna gelan parastiye û serpêhatîya gelek dem û dewranan gihandiye îro.

Em di dîrokê de jî dibînin ku gelek raman, bawerî û şoreşên cîhanê bi wêjeyê re bûne yek beden. Lewma zimanê dîroka her gelekî ye, di heman demê de  jî di wêjeya wê de hatiye şîrove û  bikaranîn. Di heman demê de zimanên wêjeyê jî baweriya wê serdemê îfade dikin, bi hêza gotinan jiyana mirov dorpêç dikin.  Wêje zimanê hest, raman û giyanê ye. Qedera gelan dikare bide guhartin.

Destan û berxwedanên dîrokî

Di dîroka wêjeya Kurdî de jî gelek navên navdar û navên dibe ku nayên nasîn jî hene ku di civaka gelê Kurd de bi bandor in. Çi bi devkî û çi jî bi nivîskî be, rastî û çanda jiyana civakê heya roja me ragihandine. Beriya nivîskî, bi rêya çîrok û dengbêjiyê ev rastî gihaye. Wêjeya Kurdî bi zimanê xwezayî û civakî erka xwe lîstiye. Ji ber ku zimanê Kurdî zimanekî wêjeyî û helbestî ye, bi jiyanê re hatiye hunandin. Bûye zimanê dayîk û xwezayê.

Di gelek destan û çîrokên evînî de jî heskirina welat, rastiya civak, berxwedanî, şer û zordestiya li ser gelê Kurd anîne ziman. Çîroka Mem û Zîn, Derwêş û Edûlê, ji van mînakanin. Wêjevanên Kurd bi baweriya nirxên dîrokî, pênûsa xwe wek çek bikar anîne.

Peyvên bi  hestên jinê têne xêzkirin

Wêjevanên ku êş, kêfxweşî û lehengtiya civakê anîne ziman, bûne pêşeng û mînak. Çîrokên evîn û evîndariya warê kevnar, keç û lawên Mezrabotan, bi lêv keniya pênûsên xwe xemilandine. Ji ber vê, nivîskarên Kurd ji bo ku zimanê pêşerojê lal nebe, bi zanebûna zimanê dayîkê tevger kirine. Gelek gotinên pêşiyan hene ku dibên; “Mirov bi çi zimanî bihizre, ziman û estetîka wêjeya wê jî ew e.”

Di dîrokê de, di nav dengê wêjevanan de gelek jinên Kurd hene ku pêşengtiya civakê kirine, lê mixabin ev jinên têkoşer zêde nayên nasîn. Bi taybetî li Rojhelatê Kurdistanê reng û dengê jina Kurd a rewşenbîr û hunermend di herîkîna dîrokê de xwediyê rolek girîng bûye. Di berhemên van jinên navdar de rengîniya çanda Kurdî û xweşikahîya xwezaya Kurdistanê bi zimanekî gelêrî, di heman demê de bi awayek felsefîk hatîye ser ziman. Peyvên li ser dilê wan bask dane û li hemû war û welatan geriyane.

Jinên wêjevan

Yek ji jinên wêjevanên kurd Tewrêza Hewremanî ye, ew keça Yusuf begê Derzyanî ye. Di sedsala 8’an a hicrî de, li gundê Derzyan ji dayîk bûye. Ji civaka ku tê de jiyan dikir, pêşengtî dikir û bi helbestên xwe dihat nasîn. Jinek xwendevan û perwerdekirî bû, di nivîsên xwe de xweza û mirov di nav ahengekê de digirt dest û dinivîse. Di heman demê de tembûrvanek gelek xurt e. Bi felsefeya Zerdeştî bawer dike. Yên ku wê demê bi felsefeya Zerdeştî bawer dikirin re ‘Yaran’  digotin. Ji xwe di helbestên xwe de her tim ev felsefe daye jiyan kirin.

Rîhan Xanima Loristanî

Rîhan Xanim, evîndara evîna Yezdanî bûye. Hundirê wê bi vê evîna bê hempa dorpêç bûye. Ew wek stêrka Loristanî tê bi nav kirin. Li gor pirtûka Serencamê, Rihan Xanim di sedsala 5’an a hicrî de, li dorhêla Yafteko li Loristanê ji dayîk bûye. Di gelek civat û diwanxaneyan de helbestên xwe xwendiye û di dema xwe da li temburê dida.

Lîza Xanim

Di wêjeya Kurdî de Lîza Xanim xwediya cihekî grîng e. Eslê xwe ji malbata Caf e. Ew jî di sedsala 5’an a hicrî de jiyan kiriye. Li Şarezorê ji dayîk dibe, lê belê piştre diçe Loristanê û li wir jiyana xwe didomîne. Di warê hunerî de jî, li pêşe. Ji awazên welatê xwe helbest hûnandiye. Ew di temenek biçûk de dikeve nav lêgerîna rêya zanist û hunerê. Hîn di wan deman de xwedî ramanek xurt e, di helbestên xwe de jiyan, xweza, civak û rastiya mirov girtiye dest. Lîza bi xwe ji baweriya Yaran e û bi felsefeya Zerdeştî jiyan dike. Di warê olî de heskirina xwezayê tîne ziman. Bihişta cîhanê bi xweşikbûna demsalan, bi rengê bihara Kurdistanê pênase dike. Bihar wek peyvên pîroz li ser pênûsa Lîza Xanimê dibare.

Xezana Serketî

Xezane keça Ehmedê Serketî ye. Di destpêka sedsala 5‘an a hicrî de, li gundê Serket ji dayîk dibe. Xezan hîn di temenek biçûk de eleqeya wê a ji xwendin û nivîsandinê re pêş dikeve. Ji ber ku di nav rewşên zahmet de jiyan dike û bavê xwe wenda dike, li ber destê dayîka xwe perwerde dibîne û fêrê xwendin û nivîsandinê dibe, piştre jî li gel mamosteyê gund perwerdeya xwe didomîne. Hîn di temenê ciwan de, berê xwe dide wêje û hunera kurdî. Bi taybetî li ser êş û keserên jiyanê gelek helbestên wê hene, her tim zilm û zoriya jiyana paşverû aniye ser ziman. Ew şagirta dayîka xwe bû û bi baweriya Zerdeştî mezin dibe. Xezan li gundê Serketê jiyana xwe ji dest dide. Mixabin gelek dubeytên Dayê Xezan windane.

Fatime Loreya Goranî

Ev stêrka geş, bi nav û deng a wêjeya Kurdî ye ku li şewqa welat diçirise. Ji Loristanê ye û keça Babe Loriyê Loristanî ye. Ji eşîra Birîşahê Goran ne. Di sedsala 5‘an a hicrî, li Hemedanê ji dayîk dibe. Ew bawermenda Yezdan û evîndara Baba Tahirê Hemedanî ye. Evîna xwe li axa Kurdistanê xêz dike û helbestên xwe bi evîna Baba Tahir diherikîne hembêza jiyanê. Bi xwe li xanedana Baba Tahir jiyan dike, bi baweriya heqîqetê di nav lêgerînan deye. Baba Tahir jî di nav heman evîndariyê de ye. Ji Şa xweşîn daxwaz dike ku mehra wan bibire. Fatime Loreya yek ji aligirê Şa Xweşîne û li du heskirina îlahî de dimeşe. Jiyana xwe bi baweriya heskirina Baba Tahir û di wateya heskirinek îlahî de derbas kiriye. Ew jinek wêjevan, hunermend, lêgervana rêbaza Yaran û pêşenga warê xwe bû. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide, li kêleka Baba Tahirê Uryan tê veşartin. Fatime Lorey di nivîsandina helbestan de gelek bi hêz bûye. Helbestên xwe di nav civak ê, di dîwanxaneya de xwendiye. Fatime Lorey di lêdana temburê de jî jêhatî bûye.

Em di destan, çîrok û helbestên wêjevanên Kurd de peyamên civakî dibînin. Destan û berxwedanên dîroka Kurd bi rêya wêje û dengbêjiyê heya roja îro gihandine. Bi vê rêyê jî ji dîrokê re mîrateyek dewlemend a çand û wêjeyê hiştiye. Heskirina ax û welat bi rêya vî zimanî hatiye bi wate kirin.