Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xaka Şengalê wê bi vegera şengaliyan were parastin

12/08/2023
in NÛÇE
A A
Xaka Şengalê wê bi vegera şengaliyan were parastin
Share on FacebookShare on Twitter

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ragihand ku 293 koçberên Êzidî vegeriyane Şengalê.

Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê Îvan Fayeq bi daxuyaniyekê ragihand ku 293 koçberên Êzidî ku li kampên koçberan ên Duhokê bûn bi dildarî vegeriyane Şengalê. Îvan Faye diyar kir ku vegera koçberan a li warên xwe di çarçoveya plana wezareta wan ya bidawîkirina dosyaya koçberan de pêk tê.

Îvan Fayeq di dewamê de wiha got; “Pêvajoya vegerandina malbatên koçberan li warên wan bi hemahengiya li gel dezgehên ewlekariyê yên hikumeta navxweyî bêyî tu pirsgirêk derbikev, pêk hat. Ferman ji kadroyên wezaretê re hatiye dayîn ku çavdêriya rewşa jiyanî ya wan malbatên koçber yên vedigerin ser cih û warên xwe bikin, bi awayek lezgîn pêdiviyên wan dabîn bikin. Ev jî bi hemahengiya li gel rexistinên hewarçûyîn û desthilatdarên peywendîdar tê kirin.”

Wezîra Koç û Koçberan diyar kir ku wezareta wan, li hemû kampên  koçberan xebatên xwe yên tomarkirina malbatên ku dixwazin bi awayek dildarî vegerin warên xwe berdewam dike. Her wiha anî ziman ku ji bo derbaskirina tevahî astengiyên ku rê li ber vegera penaberan li deverên xwe xebat têne meşandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’yê Tebaxa 2014, bi sedhezaran xelkê Êzidî yê Şengalê koçberê deverên cûda yên Herêma Kurdistanê bûn. Heta niha 300 hezar ji wan koçberan di nav kampên koçberan û navendên bajarên Herêma Kurdistanê dijîn. Rojane beşek ji wan koçberan vedigerin ser cih û warên xwe.

Li Herêma Kurdistanê zêdetî 664 hezar koçber hene ku 490 hezar ji wan li derveyî kampan û zêdetî 174 hezar jî ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê cih û warên xwe terikandine û heta niha jî ji ber sedemên aborî, civakî û ewlekariyê nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.