Rojnameya Ronahî

Aram Tîgran Stûna hunera kurdî a resen e

Bilbilê Rojhilata Navîn Aram Tîgran bi ked û fedakariyeke  mezin xizmeta hunera Kurdî kir, herdem  ji bo gel huner kir. Hunermendê Kurd Cemal Tîrêj diyar kir ku Tîgran stûna hunera kurdî ya resen e û heta ku kurd hebin ew ê ji çand û hunera Kurdî re jêder be.

Avêsta Menaf

Rêber Gelê Kurd Ebdullah Ocalan li ser hunermendê nemir Aram Tîgran wiha dibêje: “Aram Bilbilê Rojhilata navîn bû, di heman demê de hozanê min ê şexsî bû. Destpêkê dema ku li Enqereyê bû min ji radyoyê dengê wî bihîst. Hingî min gotibû ‘Divê ev deng dewam bike, timî azad be’. Wî dengî ez gihandim Kurdistanê. Ev deng namire. Ji bo Aram nikarim bibêjim ku miriye. Aram şehîd bûye, tevlî karwanê nemiran bûye. Jê re dibêjim şehîdê mezin. Ji bo min Aram nemiriye.”

Jiyana hunermendê nemir Arama Tîgran

Aram Tîgran di 15’ê Çileya 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe. Bavê wî Sarkîs bi eslê xwe ji herêma Farqînê ye û dayika wî Xîldayê jî ji Kirmancên Pasûra Amedê ye. Piştî Fermana 1915’an malbata wî ji hêla malbateke Kurd ve, ji qirkirinê tê xelaskirin . Tîgran di maleke bi Kurdî lê tê axaftin, mezin dibe, guh dide şîretên bavê xwe yê bilûrvan û berê xwe dide çand û muzîka Kurdî.  Aram Tîgran di 6 saliya xwe de li ber destê bavê xwe hînî ûdê dibe. Piştî ku li Qamişloyê xwendina xwe ya lîseyê temam dike, 3 salan jî xwendina bilind dixwîne. Piştî demekê li gel kesên zana waneyên ûdê digire û bi awayekî pispor fêrî ûdê dibe. Cara yekê konsera xwe di Newroza 1953’yan de li dar dixe. Tîgran pisporê ûdê bû, lê ji ber dengê vê amûrê tîna wî naşikîne, berê xwe dide cimbişa ku dengê wê hîn zêde û bilindtir e.

Tîgran di mûzîka Kurdî de stayelke nû afrand

Tîgran di sala 1966’an de tevî malbata xwe koçberî Ermenistanê dibe. Li Ermenistanê di Radyoya Yêrîvanê di Beşa Kurdî de dixebite û cara yekê bi awayekî cidî di warê muzîkê de li vir perwerde dibe û li vir di mûzîka Kurdî de stayleke nû diafirîne. Tîgran heta sala 1984’an li radyoyê dixebite û sala 1995’an de berê xwe dide Ewrûpayê û piştî demeke kurt li Atînaya Yewnanistanê bi cih dibe. Sala 2006’an ji bo mihrîcanekê cara ewil hat Amedê û dema hat cara ewil çû serdana gundê bavê xwe. Piştî sê salan ango di 6’ê Tebaxa 2009’an de Tîgran nerehet dibe û di 8’ê Tebaxê de li nexweşxaneyeke Atînayê di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide.

Berî ku jiyana xwe ji dest bide, daxwaz dike ku wî li Amedê veşêrin, lê li gel hemû hewldanên malbata wî û sazî û dezgehan jî Wezareta Karên Hundir û Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê bi hinceta ne welatiyê Tirkiyeyê ye destûr nehat dayîn û li ser vê li Brûkselê hat veşartin

Berhemên Aram Tîgran

Aram Tîgran 14’emîn berhema xwe di 74 saliya xwe de derxist, gellek berhem û stranên mayîn de yên wek; Zimanê Kurdî, Çiyayê Gebaro, Ez Kurdistan im, Bilbilo, Wexta Zerya Nîşan Kirin, Em Hatin, Kula Dilê Min Welat, Şev Çû, Ay Dîlberê, Diçim Diçim Nema Têm, Te Ez Kal Kirim, Xemilî Zozan, Sebra Dila, Pêşiya Malê hwd. bi newa û noteyên xwe li kelepûra muzîka Kurdî zêde kirin.

Derbarê jiyan û xebata hunermendê nemir Aram Tîgran, hunermendê kurd Cemal Tîrêj ji Rojnameya me re axivî.

’Tîgran stûna hunera kurdî ye’

Tîrêj diyar kir ku nemir Aram Tîgran stûna hunera kurdî ya resen e û wiha domand: “Aram Tîgran mirovekî pir dihat heskirin, tenê li hunera xwe miqatebû, cihê di dilê gelê kurd e çêkiribû. Tîgran jiyana xwe da hunerê û huner jî afirand. Starnanên wî yên ku dema em biçûk bûn di radiyoya Yêrîvan dedihat weşandin, tu carî ji bîra me naçe; wekî Şev Çû, diçim diçim , Gelo ew Çiye, Gulîzar, û hwd.  Ji ber  ku reng , deng û hestên ku Aram Tîkran bi wan stran digotin, dihişt ku ew gotin bikeve dilê mirov de.”

’Tîgran bejneke bilind di çand û hunera kurdî de bû’

Cemal Tîrêj da zanîn ku yekemîn car Aram Tîkran li Rojavayê Kurdistanê  derket Cejna Newrozê di sala 1964’an de bû û wiha got: “Rengê Aram Tîgran gelerî bû, gotinên wî pir bandor li gel dikir, wî  huner afrand û rengê xwe cêkir. Yekem kes bû ku helbest bi awaz kir û kir stran û got, wekî; Şev Çû, ev stran heta niha tê heskirin û guhdar kirin.Hunermendên herî payebilind di Kurdistanê de, stranên wî gotine, ji ber ew bejneke gelekî bilind di Çand û hunera kurdî de bû,  Rêber Gelê Kurd  Rêber Apo jî ji nemir Aram Tîgran hes dikir.”

’Aram şoreş, çand û civaka kurdan civand ’

Cemal Tîrêj balkişand ser taybetmendiyên Aram Tîgran û wiha pê da çû: “Di wê demê de bi 10’an hunermendên hêja hebûn, her yek ji wan yê dema xwe bû û rengkî wan yên taybet hebû,  lê mirov nikare wan hunermendan û Aram bîne kêleka hev,  ji ber ku Aram tevahiya rengên çand, şoreş û civaka kurdan civand û bi rengê xwe got, gotin û awazên li gorî gel digot.

’Hunermendî  afrênerî ye’

Hunermend Cemal Tîrêj wiha dawî li axfatina xwe anî: “Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dehan saziyên  çand u hunerê çîbûn û heta astekê bi erkê xwe radibin, gelek tişt hatin afrandin . Hunermendên Kurdan di Şoreşa Rojava de hin kêmanî kirin. Lê mixabin hunera Kurdî li derveyî welat asta wê daketiye, ji ber ku kesî ku hunermend be divî afrandin li cem hebe, lê ev yek li pir kême. Li Rojavayê Kurdistanê tiştekî nû û balkêş çêdibe, gelek xort û keçîn Rojava dest bi stranên dengbêjiyê kirine, em hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin. Bang min ji bo hemûnermendên me, hunermend ne bi derdê gel re be, ne bi civak û şoreşa xwe re be, ne bi şehîd û êşa welatê xwe re be , ew tu carî nabe hunermend.Hunermendên wekî Aram Tîgran, heta ku kurd hebin ew ê ji çand û hunerê re lêvegerîn bin.”