Rojnameya Ronahî

Di qirkirina gelê Kurd û Êzidiyan de hevkarên sûc ê dewleta Tirk

Zekî Bedran

Dewleta Tirk qirkirinê li ser Kurdan dide meşandin. Di vî alî de pêwîste tevahî êrişên li parçeyên Kurdistanê û guherîna demografîk weke parçeyek ji vê qirkirinê bê nirxandin. Herkesê ku polîtîkaya qirkirinê û kiryarên sed salî negire pêşçav û nenirxîne, tê wateya mêtîngeriya Tirk nas nekiriye. Ji wextê ku makezagona 1924’an hat pejirandin, ji bo avakirina stratejiya yek gel, yek ziman, yek dewletê kiryarên li Kurdistanê pêk hatine, berdewamkirina polîtîkayên pijaftinê ne.

Dema bi vê perspektîfa dîrokî lê binêrin, dê bê dîtin ku kiryarên dewleta Tirk ên li Şengal, Rojava, Qada Parastina Medyayê, Rojhilat tevahî ji bo serkeftina qirkirinê ye. Li ser vê bingehê kiryarên dewleta Tirk ji sala 2018’an ve ji dagirkirina Efrînê destpêkirin û bi dagirkirina Serêkaniyê didomin, li ser bingehê bêkurdkirina herêmê tê meşandin. Erdogan îlan kir ku ji Efrînê bigre heta Dêrikê tevahî herêma Rojava bi kûrahiya 30 km dagir bike. Ev herêm weke korîdora Kurdan pênase kirin. Herêmên Kurdan ji xwe di nava vê kûrahiya 30 km de dimîne. Li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî di astek bilind de şêniya Kurd paqij kirin. Li cihê wan Kurdan çeteyên çekdar û malbatên wan lê bi cih kirin. Piraniya van Ereb û Îxwanî, bermayên DAIŞ’ê û El- Nûsrayê ne.

Niha jî hertim propogandayê dike û dibêje ku dê Sûriyan li herêmên ewle bi cih bike. Ew herêmên jêre dibêje herêmên ewle jî weke me diyar kirî ev herêmên dagirkirî ne. Yanî kesên ne ji gelê vê herêmê tînin û li ser cih û erdê gelê herêmê bi cih dikin. Eger sibe dewleta Tirk xwe ji herêmê bide paş jî, mercan ava dike ku careke din Kurd venegerin cihê xwe. Bi kurtahî li dijî Kurdan paqijiya nîjadî, guherîna şêniyê pêk tînin. Bi vî awayî hewl didin di bin navê şandina penaberan û li cihê ewle bi cih kirinê de, sûcê li dijî mirovahiyê serpoş dikin.

Sûcên şer ên Tirkiyê li herêmên weke Efrînê kirine, kiryarên weke paqijkirina nîjadî ketine raporên NY û saziyên navnetewî. Ev vê jî diyar bikin, di van raporan de astek pir kêm a van sûcan hatine ziman. Di demek rastî evqas li ber çavin, di rojên derbasbûyî de berdevkê wezîrê karê derve yê DYE yê anî ziman ku dewleta Tirk li van herêman paqijiya nîjadî nake û weke ku kiryarên vegerandina penaberan tiştek pir bêguneh e nîşan da. Ev daxuyanî û nêzîkatiyek pir xeternak e. Tirkiyê heta niha ev di qada navnetewî de nedabû pejirandin. Rayedarên DYE yê hewl didin vê paqijiya nîjadî rûpoş bikin û rastiyan ji rê derbixin. Bi vê kiryara xwe dibin hevkarên vî sûcî. Tu wateyek din a vê tune ye. DYE li herêmê ye. Ji herkesî zêdetir dizane çi li herêmê çêdibe. Ev daxuyanî  rewşa wan a ku niha bi Tirkiyê re ketinê nîşan dide.

Tevahî cîhanê êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê temaşe kir. PDK û Iraqê bi awayek fermî parastina Şengalê girtibûn ser xwe. Lê PDK’ê yek gule berneda, şer nekir û ji Şengalê vekişî. Êzîdî hiştin nava lepên DAIŞ’ê de. Bi hezaran jin hatin revandin, weke xenîmetê li bazaran firotin. Bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Li gel ku 9 sal di ser komkujiyê re derbas bû, heta niha PDK’ê di derbarê mijarê de tu daxuyanî neda. Lêborîn ji Êzîdî û gelê Kurd nexwest. Di derbarê vekişînê de lêpirsînek venekir. Niha jî pesnê xwe didin ku çawa DAIŞ’ê ji Şengalê derxistine û lehengiyên xwe tînin ziman. PDK jî baş fêr bûye ku çawa dîrokê û rastiyan berovajî bike. Van berovajîkirinan bes nabînin. Hêzên gerîlla yên Êzîdî ji qirkirinek mezintir xilas kirin û ew parastin weke hêzek biyanî û dagirker pênase dikin. Kampanyayan dimeşînin ku artêşa Iraqê êrişî Şengalê bike, hêzên gerîlla ji wir derxe û dîsa radestî PDK’ê bike. Ji bo vê lihevkirinên veşartî çêdikin.

Dewleta Tirk dijminiyek ku hovîtiya DAIŞ’ê derbas dike li dijî Kurdan dimeşîne. Di vê mijarê de zextê li PDK’ê  û rêveberiya Iraqê jî dikin. Heman demê de hertim Şengalê tê armancgirtin, tê bombabarankirin. Ji Efrînê heta Şengalê nêçîrvaniya Kurdan dikin. Ev qetilkirin û sûcên mirovahiyê di bin navê “Têkoşîna li dijî terorê” de tên kirin. Lê ya rast ew e ku dijminahiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi hovîtiya DAIŞ’ê re nayê beranberkirin jî. Em Şengalê bidin aliyekî. Dewleta Tirk li Efrînê çi bi serê Êzîdiyan anî. DAIŞ’ê Efrîn dagir nekir. Artêşa Tirk dagir kir. Niha Êzîdiyên li Efrînê li ku ne? Çi bi serê wan hat? Gelo yên ku vê lêpirsîn dikin û dişopînin hene? Dewleta Tirk û çeteyên di fermana wî de Êzîdiyên li Efrînê ji axa wan derxistin. Hinek kesên mane jî neçar dikin ku ol biguherin. Goristan jî di nav de hertiştê girêdayî wan hewl didin ji holê rakin.

Dema Efrîn hat dagirkirin DYE yê tiştek nekir, temaşe kir. Wisa tê fêmkirin ku ew ax bi tevahî ji kiryarên dewleta Tirk re hiştine. DYE yê jî ji derxistina Kurdan a ji herêmê û radestkirina dewleta Tirk re gotiye erê.