Rojnameya Ronahî

‘Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê saziya rêvebirina aboriya civakî ye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Yek ji destkeftiyên Şoreşa gelan a 19’ê Tîrmehê ku ji bo aboriya gel hat pêkanîn, damezrandina Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê bû. Têkildarî vê yekê Emel Ibrahîm da zanîn ku kar û xebata me ji bo aboriya gelê me ye.

Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê, yek ji saziyên ji bo rêvebirin û çakkirina rewşa aborî ya civakî ye. Ku di warê deskeftiyên bi nirx de, yekîtî ji berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Ev sazî bi navê Yekîtiya Bazirganiyê ya Kantona Cizîrê di sala 2017an de ji aliyê Tevgera Civaka  Demokratîk (TEV-DEM) ve hat damezrandin.

Ev yekîtî di sala 2021’ê de veguherî ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê. Ev yekîtî ji 7 odeyan pêk tê. Herwiha ev ode cuhê xwe jî li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Tebqa, Reqa, Minbic, Dêr Elzorê de digirin.

Hêjayî gotinê ye ku ev ode bi 50 î karmendên xwe ji bo avakirin û bilindkirina asta rewşa aboriya civakê kar û xebatan dike. Di heman demê de bazirganên ku hejmara wan bêtirî 4 hezaran e, birêxistin dike û wan bi rê ve dibe.

Têkildarî kar û xebata Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê, hevseroka wê Leyla Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

‘Makanîzma kar û xebata yekîtiyê li ser asta herêmî ye’

Leyla Ibrahîm diyar kir ku kar û xebata Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê asta bakur û rojhilatê Sûriyê ye û wiha axivî: “Em weke Yekîtiya Odeyên Bazirganiyê, 7 odeyên me li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hene. Herwiha  her odeyek nêzî 11 yekîtî û bazar di nav xwe de dihewîne. Ji van yekîtiyan jî Yekîtiya Hûrkirina deravan, Yekîtiya Zêrker, Bazara Sebze û Mêweyan, Bazara lawiran û hwd…Em di warê rêxistinkirina bazirganan û rêvebirina aboriya civakî de kar û xebatan dikin. Ji aliyekî de çavdêriyê li ser bazirganan dikin û herwiha li kêleka gelê xwe di milê bilindûna dolar de, disekin. Niha zêdetirî 4 hezar bazirgan girêdayî me ne û her bazirganek jî  nasnameya wî ya bazirganiyê heye. Bazirgan jî bi riya vê nasnameyê dikare karê bazirganiyê di hemû waran de bike. Bazirganên me ji bo kirîna kel û pelan û anîna wan derdikevin derveyî herêmên me. Ew bi riya deriyê Sêmalka debasî Başûrê Kurdistanê dibin û ji wir jî diçin dewletên din û vedigerin.”

‘Armanca me çakkirina rewşa aboriya civakê ye’

Hevseroka yekîtiyê da zanîn ku kar û xebat ji bo bilindkirina asta aborî ya civakê ye û wiha li axaftina xwe zêdekir:”Bazirganên ku tên nasnameyên xwe nû dikin, an jî kompaniyan vedikin peryan dixin sindoqa bairganiyê. Ev nûkirin jî salane ye. Ji ber ku em ji bo bilindkirina asta rewşa aboriya gel  kar dikin, em van dirav û pereya dixin xizmeta civakê.Em beşek ji van derevan li pirojeyên ku dikevin xizmeta civakê, bi kar tînin. Herwiha vekirina Kilînkên Gel, yek ji pirojeyên ku me bi serpereştiya TEV-DEM’ê ev piroje pêkanî.  Herwiha beşek jê jî, li bûdceyên karmendên me diçe û hem jî em bi riya wan xwe bi rê ve dibin.”

‘Pirsgirêkên ku derdikevin, bandorê li mekanîzmeya kar dikin’

Hevseroka Yekîtiya Odeya Bazirganiyê, Leyela Ibrahîm di dawiya axaftina xwe de anî destnîşan kir ku bazirganên wan rastî pirsgirêkan tên û wiha got:”Ji ber ku gelek kel û pel, herwiha amûrên teknîkê yên li herêmên me tune ne, bazirganên me neçar dimînin ku herin derve. Desteya Daravî û Aborî ya Rêveberiya Xwesre jî gumrikê li kel û pelên bazirganan dixe. Ev tişt ne ku derveyî sîstemê ye, lê divê ev gumrik li gor rewş û hêza aborî ya bazirganan were kirin. Di heman demê de gerek gumrik di bin lênerîn û lêkolîneke baş de were kirin. Ger ev yek pêk were wê bazirgan nema neçar bimînin ku tiştan buha bikin. Di encama buhabûna tiştan de gelê me zorê dikşîne. Li aliyekî din jî buhabûna nirxê dolar bi tena xwe pirsgirêkên curbecur derdixe holê. Herwiha dema ku deriyê Sêmalka tê girtin pirsgirêkan ji tevgera bazirganiyê  û hwd re çêdike. Birastî bilndûna nirxê dolarê amerîkî deraqilane ye. Di heman demê de jî dorpêça li ser herêmên me pirsgirêkan girantir dike . Dîsa jî yê ku zorê dikşîne gelê me ye.”