Rojnameya Ronahî

Çîroka malbata Deniz Firat

Farûk Sakik

Di dîroka Kurdistanê de gelek malbat hene ku bedêlên mezin dane. Ji bo doza Kurdistanê gelek êş dîtine lê dîsa jî ‘qîm nakê’ gotine.

Em ê behas malbata Deniz Firat bikin. Berî ku bibe gerîla navê wê Leyla Yildizxan bû.

Di sala 1984’an li gundê Xecê Xatûn ê navçeya Çildêran a girêdayî bajarê Wanê ji dayik bû. Sala ku ew hat dinê şerê çekdarî dest pê kiribû bavê wê jî milîsê Egîd bû. Di heman demê de bazirganiya sînor dikir. Ji ber van sedeman gelek zext li malbatê dihatin kirin.

Leyla Yildizxan jî di zaroktiya xwe de zext, zordarî, girtin, sirgûn, mirin, êşan jiyan dike, bi dagirkerî û mêtingeriyê hesiya, li dijî dijmin bi hêrs û kîn bû.

Di salên 90’î de, malbata Deniz neçar ma warê xwe, bajarê Wanê biterikîne û bikeve ser riya koçberiyê.

Di wan salan de gelek Kurd ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker berê xwe dan metropolên Tirkiyê. Lê malbata Leyla Kurdistan ji bona xwe hilbijart.  Derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn… Dema ew li Rojhilatê Kurdistanê ne, xwişka wê ya mezin Binevş beşdarî refên azadiyê bû. Li vê derê jî ji ber zextên Rejîma Îranê derbasî kampa Zelê bûn. Yek bi tenê kurê male hebû, ew jî li vê derê şehîd bûbû. Piştî demek malbat derbasî Mexmûrê bûn. Leyla li vê derê mezin bû. Piştî demekî ew û xwişka xwe Sakîne bi bavê xwe re çûn Xakurkê û li wê derê tevlî nava refên azadiyê bûn. Leyla li vê derê navê Denîz, Sakîne jî navê Sarya girt.

Sarya jî berî tevlî bibe çîrokek xwe hebû. Dema malbat ji Rojhilat derbasî Zapê dibe, hîn biçûk e. Salên demdirêj li wêderê man û di nav jiyana gerîlatiyê de mezin bû. Sarya dixwest kincê gerîla li xwe ke û xwe di Eynê de bibîne. Ji bo wê, Eyna bejnê anin û daxwaza wê pêkhatibû. Sal derbasbû derhênêr û gerîlla Halîl Dag bi nave ‘Eyna Bejnê’ fîlma vê çîrokê çêkir. Piştî têkoşîna salan 2 xwişkên Deniz, Binevş û Sarya di nava têkoşîna azadiyê de şehîd bûn.

Piştî şehadeta herduyan, xwişka wan a 4’emîn Binevşa biçûk, navê Binevş Sarya li xwe kir û tekoşîna wan li cihê ku maye dewr girt. Îroj li Rojavayê Kurdistan şervan e.

Deniz Firat, piştî gerîlatiya bi salan di sala 2007’an de derbasî xebatên çapemeniyê bû.  Lê demek dirêj di destek wê de çek û di destek wê de jî kamera li eniyê şer bû.

Deniz Firat herî dawî li wargeha Mexmûrê rojnamevantî dikir.

Çeteyên DAIŞ’ê di 6’ê tebaxa 2014’an de berê xwe da Mexmûrê.

Gelê Mexmûrê bi hatina DAÎŞ’ê re çi talûke li pêş wan bû, di pratîka Şengalê de bi bazdana Peşmerge dîtibûn. Dizanîbûn ku wê PDK wan neparêze.

Ji bo ewlekariya sivîlan wargeh hat valakirin. Lê eniyek parastinê jî hebû, gerîla û milîsên wargehê di çeperên berxwedanê de bûn. Deniz jî berê xwe dabû van çeperan.

Deniz jî bi kameraya xwe tevlî wê berxwedana li dijî DAIŞ bû û kêlî bi kêlî rastiya wê ji raya giştî re ragihand.

Roj 8’ê tebaxê, sal 2014, xebereke reş hemû hevalên wê yên çapemeniyê xemgîn kir. Deniz Firat, Leyla ya rojnamevan şehîd bûbû.

Belê ji malbatek 4 şehîd û kesera wan jî Kurdistanek azad bû. Em bawerin heger ji malbatê kesek dinan hebûya, ew ê, jî tevlî tevgera azadiyê bibuya û navê Denîz Frat bigirta. Lê mixabin 4 kes û herçar jî şehîd bûbûn.

Dive cîwan tevlî nava têkoşînê bibin û navê Deniz Firat bigirin da ku xeyalên wê pêk werin.