Rojnameya Ronahî

 ‘Huner Xemla jiyanê ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Yek ji qadên ku jinên Rojavayê Kurdistanê xwe tê de isbat kirin, qada çand û hunerê bû. Stranbêja kurd Sûmeya Mihemed diyar kir ku wê ji zarokatiya xwe ve, bi hewlesteke xurt dest bi kar û xebatê hunerê kiriye û got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo pêşketina çand û hunerê re bû bingeh.

Huner amûreke ji bo pêşxistin û guhertina civakê ye her wiha zimanê hest û giyanê mirovan e. Jiyana bê huner mîna axa zuha ye lewma mirov nikare jiyana bê huner bihizire. Di jiyana her mirovî de cihê hunerê xwedî roleke wisa ye ku derûniya wan aram û rehet dike. Rojavayê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de kaniya çand û hunerê ye bêguman pêşengiya parastina wê jî jinên Kurd kirine. Jinên Kurd bi berhemên xwe mîmarên jiyana civakî ne her wiha bi huner û dengê xwe yê xweş dengvedanek li cîhanê çêkirine. Şagirtên hunermendên me yên bi rêz weke Eyşa Şan, Meryem Xan û her wekî din, di roja îro de berdewamiya berhmedayînên wan dikin.

Yek ji jinên kurd yên hunermend yên Rojavayê Kurdistanê, Sûmeya Mihemede, ji zaroktiya xwe ve xwedî dengekî xweş û geş e niha jî xwedî li vê pîşeya xwe derketiye û stranan dibêje. Sûmeya niha cihê hevseroka TEV-ÇAND A Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û di heman demê de jî xwedî li stranbêjiya xwe jî derdikeve. Der barê jiyan û xebatên hunerî  Sûmeya Mihemed ji Rojnameya me re axivî.

Sûmeya Mihemed diyar kir ku wê ji zarokatiya xwe ve dest bi kar û xebatê hunerê kiriye û wiha domand: “Dema ku temenê min 10 salî bû, min dest bi kar û xebatê hunerê kiriye. Ji ber hizikirina min ji mûzîkê re zêdeyî her karekî din bû, min ji komên zarokan ve dest bi karê huneriyê kir û bandoriya hunermendên kevin mîna Eyşêşan û Meryem Xan li ser pêşketina hunera min hebû. Herwiha ji ber ez di malbateke welatparêz de bûm, astenî wek jin li pêşiya min derneket, lê civaka derdora min ji ber li ser hişmendiyeke desthiladarî dihat meşandin, herwiah jina xebatkar ne dihat qebûlkirin. Ji ber vê yekê di vî milî de hin astengî di pêşiya min de derketin.”

 ‘Şoreşê defet li pêşiya pêşketina çand û hunerê vekir’ 

Sûmeya balkişand ser rola Şoreşa 19’ê Tîrmehê di pêşketina çand û hunerê de û wiha berdewamî da axfitina xwe: “Beriya Şoreşa Rojava min dest bi Stranbêjiyê kiriye. Lê tevî dirêjiya kar û xebatê min di hunerê de, hîn negihiştime asta huneriya ku ez dixwazim. Herwiha kar û xebatê çand û hunerê berî û piştî şoreşê ji hev cûda ne. Ji ber ku berî şoreşê, tenê di şahiyên wekî Cejna Newrozê de hazrî dihatin kirin, di wê demê de xwesteka min ji hînbûna hemû beşên hunerê re hebû. Lê bi darxistina şoreşê re ev xwestek ji tevahî jinên hunermend re pêk hat û karîbûn pêşketinên mezin jî bi dest bixin. ”

 ‘Bi saya komên fêdekar çand û huner berdewam e’

Hevseroktiya Tev Çand Sumeya Mihemed destnîşan kir ku destpêka tevlîbûna wê di saziyên hunerê de, wê weke endama komê kar dikir û pê da çû: “Destpêka tevlîbûna min di hunerê de, ji koma Serhildan a bajarê Dirbêsiyê dest pê kir.Piştî rêzgarkirina Serê Kaniyê, di sala 2013`an de, min di koma Şehîd Welat de weke Sitranbêj û rêveber cihê xwe digirt; di komê de me bi awayekî hevbeş Sitiran digotin, ji xwe hizkirina min ji mûzîkê re di hevbeşbûna komanê de zêde bû. Niha endamên wê komê, hin ji wan gihaştine asta şehdetê, hin şoreşgerên û hin ji wan jî berdewamiya hunerê dikin. Herwiha bi saya komên fêdekar me çanda hunerê berdewam kir.”

 ‘Jin bi hunera xwe ji êrîşên re dibe bersiv’

Sûmeya Mihemed axftina xwe wiha qedand: “Ji xwe berhemên min yên taybet tune ne, lê min bi rengê koman Stiran gotine, ji ber  asta têgihaştina min ji amadekirna  berheman re nebûn. Herwiha  dema ku şoreş hat lidarxistin gelek navendên çandî hatin avakirin. Piştî ku navend hatin avakirin gavên baş li pêşiya hemû beşên çand û hunerê hatin avêtin. Niha jî hazirtiya me ji bo Elbom û çend stiranên nû re heye.  Ji xwe di van rewşên niha de ku  rojane  êrîş ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên kirin, em jî wek jinên hunermend hestên xwe bi awayekî hunerî li hember van êrîşan derdixin û di riya hunerê de dibin bersiv ji êrîşên dagirkeran re. ”