Rojnameya Ronahî

‘Divê Kurd neheqiya bi Lozanê re li wan hatiye kirin ji cîhanê re vebêjin’

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş li ser pêvajoya Peymana Lozanê axivî û got, Kurd divê neheqiya ku bi Lozanê re li wan hatiye kirin bi rengekî rasteqîn û li ser bingeheke rast ji raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê re vebêjin.

Pirsgirêka statuyê ya du sed salî ya Kurdistanê bi Peymana Lozanê ya sala 1923’an re sed saleke din hatibû dirêjkirin. Di nava 50î salên dawî de Kurdan têkoşîn û berxwedanek ji bo azadî û mafên xwe yên bingehîn meşandin ku rêveçûna dîrokê guhert. Di sedsala duyemîn a Lozanê de pirsgirêka statuyê ya Kurdan hîn jî tê nîqaşkirin.

Partiya Çepên Kesk a Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş li ser pêvajoya Lozanê û karên divê Kurd li dijî vê yekê bikin.

Saritaş anî ziman ku di Peymana Lozanê de ya ku 24’ê Tîrmeha 1923’an hate îmzekirin, Kurd ji nedîtî ve hatin, bêstatu hatin hiştin, ji aliyê dewletên herêmê ve polîtîkayên îmha, înkar û qirkirinê li ser hatin meşandin û got, bi taybetî divê ev rewş bi rengekî dîrokî ji dewletên îmzeya xwe danîne binê peymanê bê vegotin.

Rola Îngılıstan û Fransayê

Saritaş ragihand, dewlet di têkiliyên navneteweyî û polîtîkayên derve de berjewendiyên xwe ji xwe re dikin esas û bi dewamî got,”Bêguman şert û mercên sedsala 20’ê û sedsala 21’ê weke hev nîne. Rastiyeke dîrokî ye ku dewletên mohra xwe danîne binê peymanê berpirsyarê qirkirina Kurdan e. Ji bo karibin xwe ji vê berpirsyariyê rizgar bikin û ji wan polîtîkayên şaş ên wê demê vegerin, divê mohra xwe ya li binê peymanê tavilê vekişînin. Bi taybetî Îngilistan û Fransa divê rola xwe ya di neçareserkirina meseleya Kurd de bibînin, ji bo çareseriyê gavekê biavêjin, berpirsyariya xwe ya dîrokî bibînin û di vê mijarê de jî ji bo çareseriya demokratîk gavên pêwîst biavêjin.”

‘Helwesta dewletên mohra xwe danîne binê peymanê divê bê guhertin’

Saritaş anî ziman ku weke wekîlên Kurd di meseleya Kurd de ew her tim bûne alîgirê çareseriya demokratîk û wiha dewam kir, “Peymana Lozanê ku sed sal di ser re derbas bûne, çavkaniya herî girîng a neçareserkirina meseleya Kurd e. Bi vê têgihiştinê di serî de Tirkiye divê dewletên mohra xwe danîne binê peymanê helwesta xwe ya sed salî biguherînin, di sedsala nû de helweste ji bo çareseriyê nîşan bidin. Di vê serdemê de divê her alî helwesteke hîn demokratîk û exlaqî nîşan bidin. Peymana Lozanê çavkaniya bingehîn a meseleya Kurd e. Di vê peymanê de ku Kurd bêstatu hatine hiştin, soza li ser astengnekirina ziman û cihêrengiyên li Tirkiyeyê bi cih nehatiye anîn. Qedexeya li ser zimanê Kurd bi polîtîkayên asîmîlasyonê dewam kiriye. Meseleya Kurd ji aliyê cewherî ve meseleya azadî û mafên mirovan e. Kurd ji Tirkiyeyê daxwaza azadiyê û mafên xwe yên bingehîn dikin.”

 

‘Divê kurd xwe bi berfirehî vebêjin’

Saritaş destnîşan kir ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên sed salên derbasbûyî nekarî bi pêş ve biçe, nekarî demokratîk bibe, nekarî pirsgirêkên xwe çareser bike, bi vî rengî nabe ku dewam bike û got, “Mirov dikare bibêje ku sedema bingehîn a vê yekê jî neçareserkirina meseleya Kurd e. Kurd dixwazin li Tirkiyeyê aştiya civakî pêk were û ji bo çareseriya meseleya Kurd jî komara demokratîk dixwazin. Bi komara demokratîk re li welatê hevpar dixwazin daxwazên wan ên maf û azadiyê bi destûreke bingehîn a demokratîk bêne misogerkirin û jiyaneke bi hev re dixwazin. Li welatên demokratîk ev daxwaz gelekî maqûl in. Qebûlnekirina van daxwazan, pêkneanîna çareseriyeke demokratîk bi qasî Kurdan zerarê dide dewleta Komara Tirkiyeyê. Kurd divê neheqiya bi Lozanê li wan hatiye kirin bi rengekî rasteqîn û bingeheke xurt hem ji raya giştî ya Tirkiyeyê hem jî ji raya giştî ya cîhanê re vebêjin. Ji bo bidawîkirina vê neheqiyê û daxwazên xwe yên çareseriyê divê daxwazên xwe ji dewleta Komara Tirkiyeyê, dewletên cîhanê û rêxistinên navneteweyî re bi berfirehî vebêjin. Meseleya Kurd meseleyeke polîtîk e, çareseriya wê jî wê polîtîk be.”