Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komeleya Stêrk a Parastina Mafê Zarokan

08/08/2023
in NÛÇE
A A
Komeleya Stêrk a Parastina Mafê Zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Komeleya Stêrk a Parastina Mafê Zarokan

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berdevka Komeleya Stêrk a Şopond û Parastina Mafên Zarokan Cûliya Xelo diyar kir ku armanca wan ji avakirina komeleya Stêrk, bidawîkirina tevahiya şêwazên tundtiya ku li ser zarokan tê meşandin e.

Ji ber kirîz û şerê ku li giştî Sûriyê û êrîşên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê têne meşandin, bandoriyeke neynî li ser jiyana zarokan dike. Bi armanca bidawîkirina tundiya li ser zarokan, di 6`ê Tebaxa 2023’an de, di bin dirûşmeya “Her zarokek stêrkeke”, Komeleya Stêrk a Şopandina û Parastina Mafê Zarokan li bajarê Qamişlo hat vekirin. Ev komele bi alîkariya Roja Sor a  Kurd ya Siwêdê hat damezrandin.

Derbarê vekirina komeleyê de, Cûliya Xelo berdevka Komeleya Stêrk a Şopond û Parastina Mafên Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji rojnama me re axfî.

Cûliya Xelo diyar kir ku zarok li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê di rewşeke zehmet de derbas dibin û wiha got:”Ji ber êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ku tên kirin, tundiya li dijî zarokan jî zêde dibe, bi taybet li herêmên dagirkirî bandoreke pir xerab li ser zihniyeta zarokan tê kirin. Herwiha ev yek bandoriyê li pêşeroja zarokan jî dike, gelek zarok di rewşên deronî yên zehmet derbas dibin, herwiha tundiyên bedenî jî li ser wan tê meşand.”

Culiya wiha berdewamî da axaftina xwe û got:”Me dît ku pêwîstî bi vekirina komeleyekî taybet ji bo parastina mafên zarokan, heye. Ev komele bi alîkariya Roja Sor a Kurd a Siwêdê hat vekirin, her wiha bi giştî kar û xebatê ku wê komeleya Stêrk bide meşandin, şopandin û dozên tundiya li dijî zarokan e.”

Cûliya da zanîn ku di paşerojê de ew ê projeyeke navendên Tedawiyên deronî bidin vekirin û got:”Bi sedema êrîşên ku li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tên meşandin,  bandoriyeke pir mezin li ser piskoljiya zarokan tê kirin, li ser vê bingehî, vekirina navendeke tedawiyên derûnî ji bo zarokan di pirojeya me de ye. Li hemberî tevahiya kiryarên li dijî zarokan, komeleya Stêrk hewl dide van zarokan bigire nava xwe, çareseriyekê ji hemû astengiyê wan re peyda bike.”

Cûliya wiha di dawiya axaftina xwe de got:”Navendên perwerdekirina zarokên DAIŞ`ê yên ku Rêveberiya Xweser dane avakirin, armanca wê guhertina zihniyeta zarokên DAIŞ`ê û parastina pêşeroja wan e. Her wiha Neteweyên Yekbûyî di nav daxuyaniya xwe de, redkirina dûrkirina zarokên DAIŞ`î ji dayikên wan  dike, lê heger zarok ji dayika xwe qut nebin wê zihniyeta DAIŞ`ê ya ku herî metirsî li ser cîhanê ye careke din bidin meşandin, ji ber dayikê wan wê vê zihniyetê hîn av bikin û hîn xurtir bikin. Ji bo wê hewldan û demeke baş divê ku ev zihniyet bi perwerdekirinê, bê guhertin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.