Saturday, June 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Sûriyê rê nîşanî jinên Rojhilatanavîn dan

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Jinên Sûriyê rê nîşanî jinên Rojhilatanavîn dan
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a PYD’ê bi dirûşma “Azadiya jinan mîsogeriya civaka exlaqî û siyasî ye” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin. Bi sedan endamên jin ên PYD’ê yên Bakurê Sûriyê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûn. Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso di kongreyê de axivî û diyar kir ku jinên Sûriyê bi têkoşîna xwe rê nîşanî hemû jinên rojhilatanavîn dan.

Nûnerên şandeyên beşdarî Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk bûne, diyar kirin ew rola jinan di avakirina civakê de girîng dibînin.
Kongreya Damezirîner a Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê bi dirûşma “Azadiya jinan mîsogeriya civaka exlaqî û siyasî ye” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin. Bi sedan endamên jin ên PYD’ê yên kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê û jinên rêxistina PYD’ê ya Ewropayê beşdarî kongreyê bûn. Endamên rêxistina PYD’ê yên Başûrê Kurdistanê ji ber ku PDK’ê rê neda ku derbasî rojava bibin nikaribûn di beşdarî kongreyê bibin.
JINÊN SÛRIYÊ RÊYA HEMÛ JINAN DIYAR
KIRIN
Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso di kongreyê de axivî û diyar kir ku jinan di şoreşa Sûriyê de rêya rast nîşanî hemû jinên Rojhilata Navîn kirin. Ayşe destnîşan kir ku sîstema li Bakurê Sûriyê wê bibe mînaka çareseriya aloziya Sûriyê.
Ayişe Hiso destnîşan kir ku dewletên desthilatdar dixwazin jinan bikin amûr di destê xwe de û mafên wan binpê bikin û wiha got: “Şoreşa Rojava û birêxistinkirina jinan hişt ku jin bigihîjin asteke bilind di aliyê siyaset û leşkerî de. Jinan di şoreşa Sûriyê de rêya hemû jinên Rojhilata Navîn diyar kir.”
Ayşe Hiso tekez kir ku sîstema li Bakurê Sûriyê wê bibe mînaka çareseriya aloziya Sûriyê û wiha got: “Ji destpêkê ve me gotiye ku bi diyalogê aloziya Sûriyê wê çaraser bibe. Hemû civînên mîna Cinev û Astana aloziya Sûriyê kûrtir kir.”
Di kongreyê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Lîna Yûsiv axivî û diyar kir ku jinan di şoreşa Rojava de îradeya xwe di hemû aliyên siyasî û leşkerî de îspat kir û got, “PYD’ê li ser rêya azadiya jinan û pêkanîna rêgeza neteweya demokratîk bi sedan şehîd dane.”
Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd jî axivî û lidarxistina kongreyê û salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû jinan pîroz kir.
Evîn Siwêd di axaftina xwe de damezirînera PYD’ê şehîd Şîlan Kobanê bi bîr anî û da zanîn ku niha hemû jinên Rojava li ser rêya şehîd Şîlan xebatên xwe didomînin û wiha got: “Xebatên jinan di xwebirêxistinkirinê de di nava PYD’ê de û avakirina wan ji meclisên xwe re û pêkanîna sîstema hevserokatiyê serfiraziyeke mezin e.”
Di kongreyê de li ser navê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk şêwirmenda rêveberiyê Mizgîn Ehmed axivî û wiha got: “Kongre di rewşeke hesas de tê lidarxistin ku di heman demê de çareserkirina aloziya Sûriyê tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê lidarxistina kongreyê gelekî girîng e.”
Mizgîn Ehmed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku PYD’ê girîngiyeke mezin daye rola jinan di avakirina civakê de û wiha dewam kir, “Tevî ku em niha di serdemeke şer de dijîn û ji ber sîstemên desthilatdar tecrubeya jinan tune ye û di şoreşê de kedeke mezin ber bi wergirtina azadiya xwe ve daye. Emê di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin. Em ê di vê serdemê de jî bi hemû hêz û derfetên xwe têkoşîna xwe berdewam bikin û em ê dengê xwe bigihînin hemû jinên cîhanê û hevgirtina xwe xurt bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
NÛÇE

Guhertina demokratîk tekane çareserî ye ji bo bidawîkirina kirîzê

13/06/2026
Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike
NÛÇE

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike

13/06/2026
Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin
JIN

Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin

13/06/2026
‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’
ÇAND Û HUNER

‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’

13/06/2026
Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist
ÇAND Û HUNER

Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist

10/06/2026
Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike
CIVAK Û JIYAN

Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike

10/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.