Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şopdara Rastiyê Denîz Firat

08/08/2023
in NÛÇE
A A
Şopdara Rastiyê Denîz Firat
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kir, li ser erka xwe 8’ê Tebaxa 2014’an şehîd bûbû. Bi minasebeta salvegera şehîdbûna Denîz Firat, beşek ji rojnivîska wê ku bi pênûsa xwe nivîsandibû, bi were parve dikin.

“Payîz di hûzana xwe de dilê min ji rûpelên nû re vedike. Îro heval ji warê min ê kevin, warê kêfxweşî û hizna min a yekem hatibû ango ji warê evîna dilê min Metînayê hatibû. Di jiyana min de Metîna cihê xweşî û xemên min e. Min li Metînayê jana dilê xwe û evîna jiyana xwe binax kir bê ku li kovaniya dilê min binêre. Bayê felekê şemaqa xwe li rûyê min da ku ez heta li ser vê xaknîgariyê bijîm, ji bo ez vê şemaqê ji bîr nekim. Bê guman ne gengaz e ku ez wê ji jiyana xwe derxim. Metînayê heval Sarya ji min stand. Wê hevala min a herî binirx ji min stand. Dibe ku mirov ji cihekî hem hez bike, hem jî jê nefret bike. Tu jana dilê min ey Metîna, tu dizê evîna min a bêrehmî. Ma min di ber te de hindik berdêl dabû? Te çima wilo li min kir? Gelo bersiva te yê ji vê rastiyê re çi be?

Metîna bû warekî kavil di jîna min de, belê ew bû kovana dilê birîndar bê ku li hebûna janê binêre. Ez li mechûla hebûna te digeriyam, dema payîz li warê min bi bayê xwe mizgînî ji min re danî hîn zêdetir ez di nava xemên kavil de ber bi rojê li warê tenêbûna bîrwariya kevn ve dibirim. Ez niha li Sezen Aksu guhdar dikim, ji bo min cihekî wê yê taybet heye. Di jiyana min de Sezen û Ciwan Haco hevalên kêfxweşî û xemên min in. Ez di jîna xwe de hemû êş û kêfxweşiyên xwe bi wan re ango bi dengê wan re parve dikim. Hin caran difikirim ku ji bo wan hestê ku bi stranê wan dijîm bi wan re parve bikim. Hele ev Sezen be. Di hemû kêliyan de ez wê guhdar bikim jî têr nabim.

Penaber îro tu li kîjan warê kavil dimînî? Di şeva te de stêrk çi ji te re dibêjin bê ku hestê te jêpirsîn bikin, tenê li dengê dilê te guhdar dikin. Ji ber ku hemû hestên şevên tarî re stêrk dibin şahid. Ew şahidê xewn û xeyalên nepenîne. Di xaknîgariya dilê me de şahidê hemû hestên bê guneh ew in. Li şûna warê kavil bêgunehiyê digirin.

Payîz di guliyê daran de dide diyarkirin ku ew hatiye welatê me. Dema xemgîniyê ye ji bo xwazayê ew xeberdariya zivistanê jî bi xwe re tîne. Ew karwanê berfek bêyom dike. Hemû demsal bi xwe re hin tişta tînin, lê zivistan tenê bi xwe re kefen an ji cilê bûkaniyê tîne. Ji bo gelekan cilê bûkaniyê tê wateya xêriyê lê li welatê me ew bêyomiyek mezin di giyanê jinên vî welatî de dide çêkirin. Tenê ew mizgîniya mirina wan e.

Ji nepeniya rûyê te

Mistek bêdengî digerim

Ji nêrînên çavên te didim rê

Ber bi çiyayên bilind

Ber bi geliyê kûr

Bi hêviya ku di her şiverêyan de ez kenê te bibînim

Ji bo ku ramûsim peyvên di nava herdû lêvên terikî

Ew peyvên ku wateya xwe tenê

Di rastiya kenek bêguneh de veşartî

Dixwazim di kenê te de bibim rêwî

Di zerya hezkirina te de bayîvana dilê xwe

Bi pêlên te re bikim heval

Di her henaseyekî de

Te bijîm bê tewanbarî

Di rondikê çavên xwe de

Şopa bêrîkirinên te bigerim

Ji nalîna tunebûna te bitevize beden

Bilerize dest

Her ku pênûs li ser rûpelê lênûsa min te xêzbike

Bila hemû peyv bê wate bin ji kêfxweşiya dilê te.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.