Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji madeyên hişbir re na, erê ji jiyanê re’

06/08/2023
in ROJEV
A A
‘Ji madeyên hişbir re na, erê ji jiyanê re’
Share on FacebookShare on Twitter

Yek ji polîtîkayên dijmin ên şerê taybet belavkirina madeyên hişbir e. Bi vê polîtîkayê hewl didin madeyên hişbir di nava civakê de belav bikin. Ji bo di nava ciwanan û gel de bikaranîna madeyên hişbir bê rawestandin li herêma Şehbayê bi pêşengtiya Desteya Ciwanan û Desteya Tenduristiyê dest bi pêngava bi sernavê ” Na Ji Madeyên Hişbir Re, Erê Ji Jiyanê Re” kir.

Esma Mistafa/ Şehba

Dijmin bi hemû cureyên Şerê taybet siyaseta xwe li ser gel û bi taybet jî ciwanan dide meşandin. Yek ji van rêbazan jî belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de ye. Herêma Şehbayê herêmeke ku ji hemû milî ve di nava dorpêçêde ye. Hikumeta Şamê bi armanca careke din herêmê bixe bin serweriya xwe, zêdetirî 2 sala ye nahêle ku madeyên Sotemenî, derman û hwd derbas bibe. Dijmin ji hemû aliyan ve herêmê hedef digire û polîtîkeyên zirav li ser ciwanan dide meşandin. Yek ji van polîtîkeyan jî belavkirina madeyên hişbir e.

Li hember van polîtîkeyên dijmin tavahî saziyên Rêveberiya Xweser xebatên berfireh didin meşandin. Bi taybet ev cure siyaset herî zêde li ser ciwanan tê meşandin. Her wiha bandora wê li ser laşê mirovan di aliyê tenduristî de, ji bo hişyarkirina ciwanan û civakê bi giştî. Desteya tenduristiyê  û desteya ciwanan li herêma Şehbayê dest bi pêngava “Na Ji Madeyên Hişbir Re, Erê Ji Jiyanê Re” dan destpêkirin.

Girêdayî vê pêngavê ya ku wê nêzî 20 rojan berdewam bike. Rojnameya ronahî bi hevserokê desteya tenduristiyê Elye Mihemed û her wiha bi hevserokê desteya ciwanan Emîne Hej Ebdo re têkildar bû.

Naverok û armanca pêngavê

Elye di destpêkê de têkildarî bernameya pêngavê de wiha got:”Ev pêngav ji aliyê desteya ciwanan û ya tenduristiyê ve hatiye destpêkirin. Ji ber ku herî zêde şerê taybet ciwan û jinan dike armanc û dixwazin bi vê yekê sinca civakê tar û mar bikin. Ev pêngav wê nêzî 20 rojan bê berdewam kirin. di gavên despêkê de me birûşor li ser asta herêmê belav kirin. Herwiha pangartên di derbarê xeteriya madeyên Hişbir li hin deveran daleqandin. Gava duyemîm wê semîner ji aliyê bijîşkan ve li ser bandora van madeyan li ser mirovan bê dayîn. Ev semîner wê di nava komîn, sazî û ciwanan de bên dayîn. armanca van dana van semîneran ewe, ku baldarî û hişyarî di nava civakê de bê avakirin”.

‘Dijmin bi van siyasetan ewlehiya herêmê hedef digire‘

Elye anê ziman ku semîner wê di derbarê bandora van madeyan di aliyê tenduristî de bên dayî û wiha domand:”Em weke desteya tenduristiyê bêtir di aliyê tenduristî û bandora van madeyan li ser laş û hişmendiya mirov mijûl dibin. Semîner wê ji aliyê bijîşkên ku taybet bi van mijaran re eleqedar dibin wê werin dayîn. Bi taybet bikaranîna van medeyan bandoreke çawa li ser laş û hişmendiya însanan dike. Madeyên hişbir li ser ciwanan bandoreke mezin dike û ev bandor bi rengekî lez çêdibe û êdî xelasiya wê zehmet e”.

Herwiha Eliye diyarkir ku ev hemle weke hemla xweparastinê ye û wiha got: “Ev pêngav ji bo civakê û ciwanan li hember siyaseta dijmin a şerê taybet û hedefgirtina ewlekariya herêmê û li hemberî xeteriyên vê yekê şêwazên xweparastinê û tekoşîna li hemberî vê xeteriyê.

‘Di şexsê ciwanan de civak tê hedefgirtin’

Emîne bal kişand ser êrişên dijmin yên li ser herêmê û ziraviyên şerê taybet a ku li ser ciwanan tê meşandin û wiha got: “Êrişên dijmin di her alî de li ser herêmê tên domandin. Tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên hedef girtin. Armanca dijmin di asta yekemîn de ewlehiya herêmê û tunekirina destkeftiyên ku hatine bidestxistin e. Li hemberî tekoşîn û berxwedana gel wê hêzên dagirker negihêjin armanca xwe. Dema bi van êrişan negihîşt armancên xwe êdî dest bi ziraviyê şerê taybet di nava ciwanan de kiriye. Teşwîq kirina ciwanan ji bo derketina ji welat û durketina ji xeta welatparêziyê, di heman demê de bikaranîna ciwanan bi riya pere û xapandinê di aliyê sîxurtiyê de. Ya girîng jî belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de, ev hemû weke hedefgirtina hêza ciwanan di aliyê ruhî û fîzîkî de ye. Em jî li hember van êrişan xwe berpirisyar dibînin û şiyarkirina civakê erka me ye”.

“Divê ciwan li dijî planên şerê taybet her tim li ser pyabin “

Emîne xuya anê ziman ku armanca wan ji vê pêngavê hişyarkirina ciwanan û girîngiya erk û misyona wan di pêvajoyê de û wiha domand: “Armanca me ya sereke ew e, ku ciwan û jinên ciwan ziraviya siyaseta ku li ser wan tê meşandin nasbikin û planên heyî pûçbikin. Ji ber ku ciwan hêza dînamîka civakê ne û ji bona vê yekê pêwîste ku erkên ku dikevin ser milê wan nasbikin û li gorî wê tevbigerin ji hemû milî ve pêşengtiya civakê bikin.

Herwiha Emîne bal kişand ku ciwan hêzeke pêşeng temsîl dikin û wiha got: “Yên ku li hember pêvajoyê bibin xwedî bersîv û derbeyên giran li dijmin bidin ciwan in. ciwanên bi rêxistinkirî yên xwedî armanc wê bikaribin pêşengtiyê di hemû aliyan de bikin. Rol û misyona ciwanan di vê demê de giran e, divê bi zanebûna rastiya dijmin û polîtîkeyên tên meşandin tevbigerin û bibin hêza yekemîn a valaderxistina hemû êriş û pilanên ku li ser gel û civakê têne rêsandin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.