Rojnameya Ronahî

Komkujî û planên dagirkeran nikarin vîna gelan bişkînin

Birûc Resûl/Qamişlo

Leyla Ibrahîm Mehmo hevseroka mala Êzîdiyan a Cizîrê û Welat Zerdeştî komisiyonê perwerda, girêdayî komkujiya 3’ê Tebaxê 2014’an a ku li ser Êzidiyên Şengalê ya ku bi destê çeteyên DAIş’ê hatî meşandin gotin Ku komkujiya 3’ê Tebaxê şerma mirovahiyê û saziyên mafê mirovan e. Herweha şervnê YPJ- YPG û HPG û YJA-STAR jî yên ku gelê Şengalê rizgarkirine ew parêzvanê mirovahiyê ne.

Komkujiya Şengalê ya ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de dest pê kir, ji ber hesab, çiqar û hevkariya hêzên herêmî û navneteweyî û PDK’ê gelê Êzidî weke qurbanî firotin şûrên tûndrewiya cîhanî ya ku DAIŞ’ê serkêşiya wê dike. Komkujiya ku tê de bi hezaran Êzîdiyên Şengalê hatin kuştin, revandin, tecawizkirin, koçberkirin û bi komkujiyeke ku mîna wê di dîroka mirovahiyê de nahatî dîtin li ser gelê Êzidî hate meşandin.

Di derbarê komkujiya Şengalê de, Leyla Ibrahîm Mehmo hevseroka mala Êzîdiyan a cizîrê û Welat Zerdeştî komisiyonê perwerda, ji rojnemeya me re axivîn.

Leyla Ibrahîm destnîşan kir: Ku”di destpêka Tebaxa 2014`an de, rêxistina çeteyên DAIŞ`ê dest bi komkujiyên bi armanca qirkirina gelê Êzidî û li ber çavê hemû cîhanê ev yek dane meşandin.  Bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk, hîn bêtir cesaret û destekê dide kiryarên dij mirovî yên ku li hemberî gelê heremê têne meşandin.

Leyla diyar kir, ku êrişên ku li ser gel têne meşandin armanca wan qirkirina gelê kurd û gelên heremê ne. Çeteyên DAIŞ`ê bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst êrişî şengalê kir û di serî de jin û zarok, bi hezaran jin kuştin, revandin, tecawizkirin û heya niha gelek jin wendane û tu agahî ji wan nayê girtin. Ji ber vê yekê divê civaka navneteweyî demildest li dijî terora dewleta Tirk tevbigere û li hemberî faşîzma Tirk a ku sûcên herî hovane li dijî gelên herêmê dike bisekne û jêre bêje êdî bes e. Herweha pêwîste ku gelê kurd û tevahî azadîxwazên cîhanê ji hemû milî ve piştgiriyê bide gelê Êzidî. Di serî de alîkarî û piştgirî were dayîn ji bona ku tevahî Êzidiyên ku ji warê xwe û bi darê zorê koçberbûne vegerin ser cih û warê xwe. Li hemberî van hemû plan û êrişên ku bi armanca qirkirina gelê Êzidî têne kirin, weke ku her kes jî dizane yê ku gelê Şengalê û Êzidî parastin û ji qirkirinê rizgar kirin şervanê azadiya Kurdistanê bûn.

Berxwedana rûmetê berdewam e

Leyla Ibrahîm Mehmo hevseroka mala Êzîdiyan a Cizîrê wiha axavtina xwe bi dawî kir û got:”Tevî hemû hewldanên êrîş, dorpêçkirin, girtin û kuştina Êzidiyan, piştî komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an, rêveberiya Şengalê hate avakirin û hemû saziyên civakî, ewlehiyê û bi vîna gel hatin avakirin û li hemberî hemû gef û êrişan gel hêza xwe ya parastinê avakir. Berxwedana gelê Şengalê bê navber berdewame û biryara gel heye ku li hemberî hemû êrişan xwe û deskeftiyên xwe biparêze û hemû planên heyî valederxîne.

Welat Zerdeştî da zanîn ku di 2014`an de, çeteyên DAIŞ`ê dest bi êrişa li ser Şengalê kirin û ev êriş rastî berxwedana Şengaliyan hat û di encama van êrişan de bi hezaran welatiyên sivîl şehîd bûn û gelek hatin revandin û bi darê zorê hatin koçberkirin.

Welat wiha axivî û got:”Bi êrişên DAIŞ`ê yên ser Şengalê re, di saetên sibê de, çekdarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dest bi vekişînê kirin û gelê Êzidî bê parastin hişt û ew tûşî komkujiyê hiştin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG- YPJ) dest bi vekirina korîdora mirovî ya herî mezin di dîrokê de kirin û ji bona rizgarkirina gelê Êzidî ketin nava liv û tevgerê. YPG û YPJ’ê bi sed hezaran Êziyên Şengalê ji komkujiyê rizgar kirin û gihandin cihên bi ewle û hemû planên DAIŞ’ê û dagirkeriyê valederxistin.

Welat Zerdeştî wiha axavtina xwe bi dawî kir û got:”Armanca êriş û komkujiyan şikandina vîna gelê Şengalê bû, lê yekîneyên berxwedana Şengalê û gelê Êzidî li berxweda û Şengal rizgar kirin. Ji ber vê yekê tu hêz nikara vîna gelê Êzidî bişkîne û wan tune bike. Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo, li ser riya şehîdan bimeşin û em ê, xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin û ji bona azadiyê her tekoşînê bikin. Rêber Apo ji bona parastina gelê Şengalê her tim hişyariya xeteriyê dikir û daxwaza parastina Êzidiyan li hemberî hêzên ku dixwazin wan qirbikin kir. Ji bona vê yekê jî ger ku ne ji Rêber Apo ba wê gelê Êzidî rastî gelek komkujiyên cuda hatiba û wê heyanî roja îro jî bê parastin maban. Lê bi saya fikir û bîrdoziya Rêber Apo, gelê Êzidî li Şengalê li hemberî hemû dek û dolabên dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê rêxistina xwe avakir û li ber xwe bide û hemû plan û hewildanên dagirker û îxanetê valederistin.