Rojnameya Ronahî

Mohra Şehîd Îsa Hiso hîn jî zindî ye

Avesta Menaf/Qamişlo

Şehîd Îsa Hiso yek ji pêşengên Rojavayê kurdisatnê ye ku ji bo gel û civaka xwe tekoşîneke bêhempa kir. hevalên şehîd Îsa Hiso ew bi bîr anîn û soza şopandina riya wî, dan.

Li Rojavayê Kurdistanê, wekî perçeyên din yên kurdistanê jî, bi 10’an pêşeng û welatparêzên kurd yên ku jiyana xwe bi giştî xistine xizmeta welatê û civaka xwe de derketine holê, yêk pêşengên Rojavayê Kurdistanê jî Şehîd Îsa Hiso ye.

Îsa Hiso di Gulana sala 1954`an de li gundê El-Bora yê Qamişloyê ji dayik bûye, xwendina xwe ya seretayî li bajarokê Girbawî kiriye, qonaxên xwendinê yê navîn û amadehî li dibistanên Qamişlo qedandine. Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Beyrûtê xwendiye, lê di sala 3`yan de ji ber rewşa malbatê xwendina xwe daye sekinandin.

Îsa Hiso di ciwaniya xwe de bi rêya Osman Sebrî damezirînerê Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê, di qonaxa xwendina xwe ya navîn de wek xwendekarekî welatparêz ê xwedî fikreke girêdayî çanda gelê xwe, bû endamekî fermî yê partiyê û heta 1982`yan di partiyê de dimîne.

Di 1983`yan de dema gihaştina fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji Rojavayê Kurdistanê re, Îsa Hiso prensîb û rêgezên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji xwe re hilbijart. Di wan salan de fikrên Tevgera Azadiyê di nava bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê de belav kirin û bû çavkaniyek ji rêya azadiyê re.

Ji ber bandora rihê berxwedanê yê Îsa Hiso, kurê wî Mesûd Hiso (Ferhad Baran) tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû û di 21`ê Tebaxa 2005`an de li Meşkan a herêma Geverê ya Bakurê Kurdistanê şehîd bû.

Di 2004`an de Îsa Hiso wek nûner û berpirsê têkiliyên derve yê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat hilbijartin. 2007`an wek nûnerê PYD’ê tevlî hilbijartinên Sûriyê bû, lê ji ber kiryarên bêdengikirina Kurdan û pêkanîna şantajê li dijî Kurdên ku dixwestin endamên PYD`ê hilbijêrin, endamên PYD’ê bi giştî neçar man ku xwe ji hilbijartinan vekişînin. Di 2007`an de Îsa Hiso careke din xwest xwendina xwe li zanîngeha Şamê berdewam bike, lê desthilata Sûriyê rê li ber pêşkêşkirina ezmûnên fakulteyê ji bo wî digire.

Girtin û lêpirsîn

Di 2004`an de ji ber bûyerên Serhildana 12`ê Adarê, Îsa Hiso zêdetirî 3 mehan ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat girtin. Di 14`ê Tîmeha 2006`an de Îsa Hiso li taxa Şêxmeqsûd a Helebê beşdarî merasîma bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê bû û ji ber bîranîna şehîdan jî hat girtin û 3 mehan di zindanê de ma. Di sala 2007’an di meşa li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de ew û komeke hevalên wî rastî lêdanê hatin. Piştre zêdetirî salekê girtî man. Îsa Hiso di 3`yê Tebaxa 2008`an de hat berdan, rojekê piştre careke din ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat girtin û 15 rojan di hucreya yekkesî de ma. Di 2010`an de piştî vegera Îsa Hiso ji 4`emîn kongreya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat xwestin, wê demê jî 5 rojan di lêpirsînê de ma. Di eynî mehê de ji Qamişloyê şandin Şamê, li wir jî 23 rojan di bin îşkence û lêpirsînê de ma. Piştre jî di 13`ê Mijdara heman salê de Hiso radestî beşa Ewlekariya Siyasî kirin, li wir jî 3 mehan di lêpirsînê de ma. Di 10`ê Sibata 2011`an hat berdan.Piştî ew qas girtin û îşkenceyê rejîma Sûriyê cezayê qedexekirina derketina ji bajar jî da Îsa Hiso.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê

Piştî salên tijî girtin û îşkenceyê Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir. Di destpêka şoreşê de Îsa Hiso cihê xwe di avakirina meclis û komînan de girt. Di 2012`an de yekemîn kongreya Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, tê de Îsa Hiso wek endamê dîwana serokatiyê hat hilbijartin, di heman salê de bû endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Neteweyî û Kurdistanî di Desteya Kurdî ya Bilind de. Destpêka sala 2013`an Îsa Hiso bû endam û rêveberê Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Rojavayê Kurdistanê.

Di sibeha 30`ê Tîrmeha 2013`an de, dema Îsa Hiso bi xwesteka çûyîna werzîşê ji malê derdikeve û berê xwe dide erebeya xwe ya li ber mala wî li taxa Kornîş a Qamişloyê, erebeya wî teqandin û Îsa Hiso şehîd dibe.

Derbarê jiyan, kar û xebatên Şehîd Îsa Hiso de hevalî wê,endamê Meclisa Giştî a PYD`ê Mehmûd hemê  û Mihemed Kûzî ji rojnemeya me re axaivîn.

Mehmûd Hemê taybetmendiyên şehîd Îsa Hiso bi bîr xist û got: “Em nikarin taybetmendiyên şehîd Îsa Hiso di çend gotinan de bibîr bixin. Welatparêzek bû ku jiyana xwe kiribû oxira doza welatê xwe, di jiyana me de mohra wî hîna zindî ye, ew ji bo me hêz û moralekî mezin bû. Dû wî, têkoşîn mezintir bû, ev jî îsbat dike ku dijmin di têkbirina têkoşîna gelê me de têk çû.”

` Jêdera hêviyan gelan bû `

Hemê wiha brdewamî da axftina xwe û got: “Îsa Hiso ji ber eşqa welat û xwestina afirandina çarenûseke nû ji gelê xwe re, berê xwe dida jêderên hêviya gelan. Îsa Hiso dihat hezkirin, ji ber ku bi eşq nêzî karê xwe dibû, bi rihekî fedakar ji bo doza welatê xwe digeriya. Kesên ku bi Şehîd Îsa re dan û standin dikir, li ser esasê kesayeta wî ew jî nêzî welatê xwe dibûn.”

Mihemed Kozî jî diyar kir ku Îsa Hiso ji bo wan moral û hêz bû û wiha got: “Destpêka sala 2013`an Îsa Hiso bû endam û rêveberê Rêveberiya Giştî ya Têkiliyên Dîplomasiyê ya Rojavayê Kurdistanê. Her wiha ew jî yek ji pêşengê rojava ya, ku bi hêz, îradeya xwe di hat naskirin, di heman demê de, tiştek ji xwe re ne dikir asteng. Xwe bi hedef û armaca xwe ve girêdayê bû, da ku bigihîjin mafê xwe yê kurdan û nasnemeya xwe. Bi tekoşîn û israrkirin kar û xebatên xwe dide meşandin.”

Kozî da zanîn ku bi hedefgiritina kesayetên pêşeng wekê Îsa Hiso, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewil didin ku îradeya gelê kurd têk bibin û wiha domand: “Kesayetên ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xebatê dikin, da ku karîbin civakekî dîmokiratîk û azad bidin avakirin, her dem dibin hedfa dagirkeran. Lê ev kesayetên wekî Şehîd Îsa Hiso, piştî şehadeta xwe jî, ji bo gel dibin hêz û îrade.”

Mihemed Kozî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em soza şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên nîştimanî, herwiha berdewamkirina berxwedanê û pêkanîna yekitiya nîştimanî, nû dikin.”