Rojnameya Ronahî

KURDISTAN NE GORISTAN E!

Cîger Dilşad

Dagirkerên Kurdistanê gava dîtin ku bi kuştin û qirkirinan nikarin gelê Kurd tune bikin û wan ji nirxên wan yên netewî û civakî bi dûr bixin ,îcar dest avêt çand,ziman û nirxên Kurdan.Di gel wê jî hemû derfetên madî yên jîyanî (heta bi avê) ji ser Kurdan birîn ku,Kurd terkî axa xwe bikin û bi wî awayî jî qirkirina Kurdan yak u di sala 1925 de nîvî mabû bigihînin encamê.Tişta îro li dijî tevahî Kurdan tê kirin ev e! Bi taybetî jî li dijî Rojava ev sîyaset bi awayekî pir kûr û berfereh tê meşandin.Bi her awayî di serî de ciwanan-mirovan didin revandin.Gotineke Pêşîyên Kurdan heye ,ku dibêje; “Li welatê xerîbîyê mirov kor e“ Ev gotin berê rastbû! Lê îro pir kêm e! Îro ne bi tenê kor e,tuneye! Ji xwe gelek kes ji berîya ku bigihînin Ewropa di deryayan de ji masîyan re dibin xwarin û heta cendekê wan nayê dîtin.Cendek were dîtin jî îcar bi mesrefeke mezin cendek tînin û di axa welat de vedişêrin.Gelek kes jî bi dehan sal li dervayî welat jîyan dikin,gava dimirin, cendekê wan tînin li vir vedişêrin.Tu dibêjî qey welat ne warê jîyanê ye,goristane!Ne ji boyî yên dijîn e, ji bo mirîyan e!Heger welat ne ware ku mirov lê bijî,çima cendekê xwe dişînin welat.Halbûkî mirov 60-70 salî dijî,lê hestîyên mirov bi sedan,hezaran sal dijî.Cîhekî ku naxwezim 60-70 salî lê bijîm, qet razî nabim ku hestîyên min jî li wir bijîn!

Welatê me vê nêzîkbûnê heq nake!Hele Rojava, ya ku bi xwîna bi deh hezaran keç û xortên herî jîr û delal û ji çar perçeyên welat ava bûye,nêzîkatîyeke wiha qet heq nake!Di axa Rojava de bi tenê xwîna zarokên Kurdan tune ye,sibê malbatên ku zarokên wan li vir xwîna xwe rijandine bixwezin werin li Rojava bijîn, tu kesek nikare ji wan re bêje“hûn nikarin li vir bijîn“

Tişta herî xirab ew e ku hin welatparêz ku bi salan girtin,kuştin dan ber çavan,lê bêyî li welatê xwe bijîn ,keda salan û nirên ku di destxistina wan de keda wan jî heye,berê xwe dan Ewropa ya xopan.

Tişta sosret ew e ku Kurdan digot ;“bila welatê me hebe,bila em birçî û tazî bin! “ Halbûkî li vir ne kesek birçîye û ne jî tazîye.Di rewş û mercên îro de li ser axa ku di nav sînorên dewleta Sûrî de,li Bakur û Rojhilatê Sûrî cihê herî xwedî derfetên jîyanê ye!Zor û zehmetî hene,lê qet nebe mirov bi nirx û rûmeta xwe djîn.Ango mirovên li vir ,li ser axa xwe dijîn têkoşîna xwebûna xwe didin û wê di dîrokê de wek kesên li nirxên xwe xwedî derketine werin nasîn û wê  nevîyên wan minetdarbin ji wan re ku ,dev ji axa xwe bernedane û neçûne Ewropa.

Her wiha yên diçin ji feqîrîyê gazincan dikin. Tu dibêjî qey wexta rêjîma Sûrî li ser Rojava serwerbû rewşa wan pir başbû,lê îro xirabûye.Diçin deh-panzdeh hezar dolar deyn dikin û xwe li deryayan didin,gelek ji wan dimirin.Yên ku xwe digihînin Ewropa jî di karên herî

2

xirab (ku hemwelatîyên wan tê de naxebitin)dişûxilin.Lê li Rojava mirov tu Kurdekî di karekî wiha de nabîne.Çimkî layîqî xwe nabînin.Halbûkî di serdema serdestîya rêjîma Sûrî de wan kesên ku îro tu karî layîqî xwe nabênin, ji tu karî re nedigotin na.Zemanê ku li Ewropa dixebitin li welatê xwe ,di nav gelê xwe de û bi nirx û rûmeta xwe bixebitin,hem wê welatê xwe zûtir ava bikin,hem wê nirxên xwe yên netewî û civakî biparêzin û bi pêşxin û tu kesek jî neheqîyê li wan nake.

Ji xwe yên hinekî rewşa wan ya madî baş e,ew ji berîya her kesî revîyan.Di vir de dixwazim mînaka yekî cihû bi navê Morîs  bidim; Morîs yekî pir dewlemende .Sermandarîya Wî ji hemû dewlemendên Kurd yên berê xwe dane Ewropa pirtir e. Bi salan ji xwe re soz daye ku ,“gava weletê me ava bibe,ez ê herim tam salekê kolanên welatê xwe paqij bikim“.Di sala 1948‘an de gava dewleta Îsraîl saz dikin,tê Îsraîl û soza xwe pêktîne , sermaya xwe jî hêdî hêdî vediguhizîne welatê xwe.

Rast e,hinek şaştîyên Rêveberîya Xweser hene,derdikevin. Ji xwe çawa em ji kîsê xwe fêrî şer bûn,îro jî fêrî rêvebirinê dibin.Zarokên bindestan kengê herêmek-welatek bi rêve birine?Kengê rêvebirên ji gelên bindest nirxên civakî afirandine?Îro em wek Kurd û pêkahteyên herêmê karê herê zor dikin! .Hem şoreşê diparêzin,hem jî nirxên civakî diafirînin.Ev jî hinekî sebrê dixweze.Bê guman ev rastî nayê wê wateyê ku em çavên xwe ji kêmasîyan re bigirin .Lê kêmasî û şaşitîyên kesan nabe hiceta reva ji welatê xwe û terkirina nirxên xwe.Lê mixabin di şûna hesab bipirse û welatê xwe ava bike,direve.

Hinek Kurd jî dibêjin;“ di rêveberîyê de ji Kurdan pirtir cih dane Ereban“Ev angeşta ji binî ve nerast e!Ev der çawa welatê Kurda ye,welatê ereba ye jî.Mafê Kurdan çî ye,yê Ereb,Ermen ,Aşûrî û gelên din jî ew e.Gelek karên ku Kurd layîqî xwe nabînin,kesên Ereb dikin.Di rastîyê de ev nêzîkatî dervayî Paradîkma Rêber Apo ye û divê di demeke kurt de bê sererast kirin.Kesên Ereb welatê xwe bernedane û çi kar hebe dikin.Divê em bizanin ku,kesên bi keda xwe ,bi nirxên xwe û li ser axa xwe dijîn,kesên ku rûmeta xwe diparêzin û nirxdar in.

Yên ji welat direvin ji gotinên neyar bawer kirine ne. Neyar welatê me wekî dojehê,goristanê raber dike

.Divê em bersiva van pirsan bi awayekî rast bidin xwe û xwe naxapînin;

Çima neyar ji bo bidestxistina welatê me ewqas hewl dide ku bi dest xwe ve bîne?

Çima herî pir êrîşî nirxên me yên civakî û dîrokî dike?

Çima bi dehê salan keda me bi erzanî dibir û kesekî nediwîrî gotinekê bike?

Wê sibê çawa bersiva zarok û nevûyên xwe bidin,bêyî ku derewan bikin?

Wek gotina dawî vê bêjin; hêj pir dereng nebûye ,ji berîya ku li derva di nav pîsîtîya pergala kapîtalîst dimirin ,her kes vegere welatê xwe û em tev bi hev re welatê mîna bihuştê ava bikin û bi çanda xwe,bi ziman û nirxên xwe bijîn.