Rojnameya Ronahî

‘Êrîşên dagirkeriyê dewamiya hişmendiya dijmin a sedsalî ye’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

 Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê û Qadên Berxwedanê bênavber dewam dikin. Endamê Desteya  Rêveber a MSD’ê Ezher Ehmed da zanîn ku êrîşên dagirkeriya Tirk dewama  hişmendî û planên qirkikrina gelê Kurd a Peymana Lozanê ye.

Bi armanca têkbirina vîna gelan, dewleta Tirk a dagirker ji destpêka sala 2023’yan heta niha bi 10’ê caran bi balafirên bê mirov  êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kiriye. Di encama van êrîşên hovane de bi 10’an welatî şehîd û birîndar bûne. Di heman çarçoveyê de, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe li ser Qadên Berxwedanê jî, bênavber didomîn e. Artêşa Tirk ya dagirker di Tîrmehê de gelek caran bi balafirên şer, tang, top û çekên qedexwkirî jî, êrîşî Qadên Berxwdanê kir. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi 10’ê çalakiyan li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistine, di encamê de bi 10’an leşkerên dagirker hatine cezakirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li herêmê roj bi roj zêdetir dibin, dagirkerî li pêş çavên cîhanê jin û zarokan jî dike armanc. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên hovane asta berxwedan û têkoşînê ya gelên herêmê bilintir dibe.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û Qadên Berxwedanê, Endamê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya a Demokratîk(MSD), Ezher Ehmed ji rojnameya me re axivî.

‘Êrîşên dawî dewamiya plana qirkirina gelan e’

Ehmed da zanîn ku dagirkeriya Tirk bi heman hişmendiya Peymana Lozanê ya ku beriya sed salî hatiye imzekirin êrîşên xwe berfireh dike û wiha domand: “Sed sal di ser Peymana Lozanê re derbas bûn. Dagirkeriya Tirkiyê jî di vê sedsalê de gelek komkujî û sûcên dermirovî, di derheqê gelê kurd de pêk anîne. Di encamê de jî bi hezaran kes bûn qurbaniyên van êrîşan.  Di heman demê de gelê kurd di pêşveçûna şerê sedsalî de, serî ji van êrîş û kiriyarên dagirkeriyê li tevaya Kurdisanê netewande. Êdî gelê  kurd ji 1923’yan ve gelek şoreş li dar xistine. Êrîşên ku dagirkeriya Tirk li dijî Gerîlayên azad li Qadên Berxwedanê dike, di dema dawî de zêdetir bûne. Dagirkeriya Tirk bi hovîtî, bi çekên giran êrîşan dike. HPG’ê jî li hember van êrîşan berxwedaniyekê bêhempa dide meşandin. Di heman demê de jî dagirkeriya Tirk êrîşên bê navber li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne. Ev  êrîş û kiryarên dermirovî yên ku dagirkeriya Tirkiyê dike, dewama hişmendiya Peymana Lozanê ne. ”

‘Bêdengiya navneteweyî erêkirina sûcên dijmirovî ye’

Ezher Ehmed diyar kir ku helwesta nediyar ya hêzên navdewletî yên li Sûriyê di derheqê êrîşên ku li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de tên kirin siyaseta wan ya dijberî Rêveberiya Xweser dide nîşandan: “Ji destpêka  ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê bû û Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin heya niha, pilanên qirêj li dijî vê rêveberiyê hatine gerandin. Herwiha siyaseta qirêj ya hêzên desthilatdar yên weke dagirkeriya Tirkî û çeteyên girêdayî wê, Rûsiya, Îran û hikumeta Şamê  diyar e. Ew li dijî gelên Sûriyê û Rêveberiya Xweser kar dikin. Di heman demê de gelek civînan li dar dixin, weke Civîna Astana, Sûtşî, Cinêv û hwd. Van civînan jî, ji bilî berdewamkirina  kirîza Sûriyê û êrîşên dagirkeriyê  ti encam bi xwe re neanîne. Didema dawî de êrîş li ser herêmên me zêdetir  bûn û gelek kesên sivîl û şervanên me şehîd ketin. Hîna jî ev êrîş bi bêdengiya hêzên navneteweyî didomin. Di heman demê de êrîşên ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tên kirin, xeteriyeke pir mezin li ser gelê me çêdike. ”

‘Pêwîstî bi hevgirtina gelan heye’

Endamê Desteya Rêveber ya MSD’ê, Ezher Ehmed anî ziman ku divê gelên Sûriyê û hemû gelên Rojhilata Navîn hevgirtina xwe li dijî hêzên desthilatdar ava bikin û axaftina xwe wiha qedand: ” Êrîş û kiryarên hêzên navdewletî yên desthilatdar li ser herêmên me û tevaya Sûriyê tên kirin derencamên civînên ku tên lidarxistin in. Hêzên desthilatdar û dagirker kiriyarên dermirovî di derheqê pêkhateyên  bakur û rojhilatê Sûriyê de dikin. Kiriyarên van hêzan jî heman hişmendiya hêzên ku Peymana Lozanê îmzekirin e. Rêveberiya Xweser û pirojeya wê ya bi fikirên yekîtiya gelan û netewa demukratîk e dibe bersiv ji Lozan û kiriyarên dagirkeriyê. Lewma divê hevgirtina gelên kurd, ereb, aşûr, tirk, faris û hwd çêbibe. Herwiha hemû gel bi Rêveberiya Xweser re vê pirojeyê bighînin serî. “