Rojnameya Ronahî

BANDORA PARASTİNA LEŞKERÎ

Cîger Dilşand

Her hebûnek  herî pir bi parastin, zêdebûn û xwedîkirina xwe diponije, mijûl dibe. Bê guman parastin nebe, zêdebûn û xwe xwedîkirin bêwate ye, ango pratîzekirina wan yekan ne gengaze, gengaz be jî,wateyeke wê zêde tune ye.

Gava em li dîrokê dinêrin em dibînin ku xwe parastina mirova-civatan (civat;  awaya koma mirovan a berîya civakbûnê ye)  ne bi çekan e, em dev ji çekan berdin, navgînek jîyanî di destê mirov de tune ye. Rast e, wê demê şer tunebû, lê bûyerên hebûna wan qest dikirin. Mîna lehî, şewatên ji germbûna zêde, sewalên dirende û hwd. Wê demê wan mirov û cıvakan çawa xwe diparastin? Bersiva wê pirsê, daneyên arkeolojik û sosyolojîya ku di sedsalîya dawî de bi pêşketî û awayekî vekirî raberî me dikin. Her wiha em ji sosyolojîya ku Rêber Apo bi pêşxistî, fêrbûna ku ; xisletên her hebûnekê di awa û şêweya bûyîna wê/wî  de veşartî ye. Ango îro her çiqas pirsgirêkên parastinê zêde tevlîhevîyekê dihewîne jî, xetên parastina herî rast em dikarin ji zanista civakî fêr bibin.

1-Ji berîya her tiştî têgihîştina pêdivîya xwe parastinê mercekî/şertekî nebe,  ya bingehîne ew e ku mirov-kom bikaribin hebûna xwe biparêz in. Li cihê ku pêdivîya xwe biparastinê tunebe, negengaze ku hewldanên standina tedbîran çêbibin.

2-Xala din ku bi qasî ya yekemîn xwedî giringîye, giringîya hevgirtina civakî derdikeve pêşberî me. Ango  rêxistkirina civakê xwe bi xwe awaya parastina herî rast e.

3-Li gorî erdingarîyê û derfetên jîyanî ku li wê heremê hene, ango li cihên derfeta ku koma mirovan dikarin lê bijîn, jînkirin.

4-Li hember çi xwe parastin?Heger dijber(dijmin) bi awayekî rast û zelal neyê dîyarkirin, şirovekirin, negengaze ku tedbîrên xwe parastinê jî têr bikin.

5-Nûhkirina raman (ku raman bi hizirîna li gorî pêşketinan pêdivîya xwe bi nûhkirinê dibîne), ku bi analîzekirina dijber (dijmin) û guhartinên di enîya dijber de rûdidin gengaz dibe.

6-Ne mezin dîtina dijber (dijmin) ne jî biçûk dîtin;dîtin ne li gorî rastîyên heyî bi têkçûnê  mehkûm e. Em baş dizanin ku ji şaştîyê rastî dernakeve heta ku şaştî neyê dîtin û ji du şaştîyan rastîyek dernakeve.

Îro em di serî de wek Kurd û hemû gelên rojhilata navîn û heta bi hemû mirovahî bi tunebûnê re rû bi rû man e.  Rêber Apo Felsefa Xwe Parastina Rewa bi pêşxist û bi dahûrandina Paradîgma Modernîte ya Demokratîk (ji hêla ramanî, rêxistinî û karwerîyê de) rê li ber dijber (û hêzên ku dixwezin  plana qikirina Kurdan û tunekirina mirovahîyê pêkbînin), girt. Ango ji hêla birdozî, rêxistînî ve tevger û gel amade kir, ku bikaribin xwe bi awayê herî baş biparizin.

Di gel wan rastîyan de me wek gel û tevger destkeftîyên ku Rêbertîyê di “pêvajoya aştîyê“ de bi kedeke mezin û enerjîyeke pir zêde pêşxistibûn, ne parastin!Ji lewra pêdivîya me bi têgihîştina perspektîfên Rêbertîyê ji her demê pirtir îro heye.

Ji gelek hêlan ve Pêvajoya Berxwedana Kobanê girînge, bi taybetî jî ji hêla parastina stratejîk ve, pêwiste. Divê li gorî dîtinên Rêbertîyê li bersiva pirsan bigerin;

1-Çima hêzên ku  pêşengîya Modernîteye Kapîtalîst dikin pêşîn rê vekirin ku rêxistina wan Daîş, (ku Rêbertî wek JÎTEM a rojhilata navîn pênase kirî) êrîşî Kobanê bike ?

2-Çi çêbû ku pişt re wek koalîsyon “êrîşî“ Daîş‘ê kirin û li “kêleka“me sekinîn?

3-Çima heta niha ofîseke, nûnertîyeke Rêveberîya Xweser bi awayekî fermî  li dewletên di koalîsyonê de cih digirin tune ye û ew dewlet alîyê sîyasî  û fermiyeta Rêveberîya Xweserîyê wek qebûl nakin?

4-Çima tecrîd li ser Rêbertîyê girantir kirin û di heman demê de li bakur dewleta Erdogan-Baçelî têvedan ser tevgerê, ku êrîşa temamkirina qirkirina ku di 1925`an de nîvço mabû, pêk bînin? Ji hêlekî ve girankirina tecrîdê, ji hêla din ve destpêkirina êrîşa herî berfereh li dijî hêza hebûna Kurdên azad;gerîla, di 24‘ê Tîrmeha 2015`an ango di sersala peymana lanetkirî Lozanê de, dîyar dibe ku planeke pir berfereh û bi tenê ne êrîşeke leşkerîye! Di bingehê de êrîşeke birdozî ,paradîkmayî û felsefî ye!

Bêyî ku virde-wirde herin û werin, wek bersiva her çar pirsên dawî, gotina dawî di serî de bêjin;Hêzên koalîsyonê ne mûdaxeleyî Daîş‘ê kirin!Di bingehê de mûdaxeleyî bandora birdozîya Rêbertîyê û destkeftîyên  Tevgera Azadîyê kirin!

Proje ya Rêbertî, ku gotibû;“Tirsîyam ku nîvço bimîne“ Tevgera Jin a azad, di kesayeta YPJ de li dinyayê belav bûbû û bala jinên cîhanê kişandibû ser xwe. Heman wek pêvajoya Komploya navdewletî, di pêvajoya berxwedana Kobanê de jî dinay yê nav û dengê Rêbertîyê bihîst. Lê cudahîyeke mezin hebû. Cudahî ew bû ku, roj bi roj gelê Kurd bi hêza felsefeya Rêbertî ku bi salan dîlgirtî û di bin tecrîdeke ku di dîrokê de nehatî dîtin de girtîye û li dijî Daîş‘ê biserdikeve. Her kesî dipirsî ;jina Kurd ji ku hêza xwe digire, çawa dibe ku dewletên mîna Sûrî, Iraq û dewletoka PDK xwe li ber  nagire, şervanên PKK û gelê Kurd   dikarin li ber rawestin û şer bikin? Ev e, gava hêzên emperyal dîtin ku çavên gelên cîhanê ber bi birdozî û felsefa Rêbertîyê ve dizivirin, mûdaxele kirin û serkeftina me ji me dizîn!

Bi dizîkirina serkeftina me tenê neman, her wiha ji bo tevgera azadîyê nikaribe paradîkma  Rêbertêyê jîyanî bike, birêxistin bike û di nava xwe de xera bibe, hinek derfetên madî pêşkêş kirin. Ango çawa li dijî şoreşa Sovyetê çete xistin dewrê û rêveberîya Sovyetê ya wê demê bi tenê bi“ parastina şoreşê“ ve mijûl bû, heman tişt lê bi rengekî cuda li  dijî şoreşa me kirin. Rêveberîya Sovyetê dev ji pêkanîna demokrasîyê berda û heta hilweşî jî timî bi“parastina“ destkeftîyên şoreşê ve mijûl bûn!

Parastina herî bandorker jîyanîkirina birdozîya Rêbertîyê ye!

Parastina destkeftîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê rastrast bi bakurê Kurdistanê ve, bi pratîzekirina deh boyutan û bi wan re malkirina şoreşê li gelan  gengaz dibe.

Stratejîya parastina ku bi tenê xwe dispêre lingê leşkerî û sûdwergirtina ji dubendîyan devayî feraseta Rêbertîyê ye!

Me bi sedan car dîtîye ku gava mijar dibe Kurd û bi Taybetî jî dibe Rêbertî û PKK, dijminên ku kesek texmîn nake ku bêne cem hevûdin, li hev kombûne û li dijî Tevgera Azadîyê bûne yekenî!

Stratejîya leşkerî ku nespêre hêza gelan, bingehê ku li ser erdê hêza ku nikare bi ser bikeve û ne jî dikare ji bo demeke dirêj bibe hêvî ji gelan re. Rojava bi tenê bi çekan nayê parastin, bi jîyanîkirina boyutan, bi malkirina şoreşê li gelan, bi xelaskirina kes xwe ji feraseta pergala dewletê ya parastinê û jînkirina gîyana serkeftinê gengaz dibe. Mixabin ew gîyan ne li gorî tê xwestin e  û me wek kes xwe ji feraseta “gava hatin, em ê heta mirinê li ber xwe bidin “ rizgar nekirî! Dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girê spî encama wê ferasetê de pêk hat! Tevgera Azadîyê ji roja ku Rêbertî derketî û heta îro peydandî ku Tevgereke radestbûyînê bi tu awayî napejirîne. Ango pêdivîya Tevgerê bi xwe îspatkirinê tune ye. Wek kes pêdivîya me hebe jî, ya Tevgerê tune ye. Pêdivîya me bi serkeftineke misoger û mayînde heye. Ev jî bi jînkirina gîyaneke bi serkeftinê hatîye strandin, xwedî rik û nifrîneke mezin li dijî neyar heye!

Kengî di her êrîşeke dewleta Tirk de me wek Rêveberîya xweser gazî hêzên derva nekir (bêguman di hêla dîplomatîk de ji boyî dewleta faşist têxî tengasîyê, bangkirin dibe, lê tişta tê jîyankirin, ne ev e!) û bi hêza xwe ya cewherî bawer kir, li ser erdê serkeftin bi dest xist û boyut bi rêxistin kir, wê demê em dikarin bêjin ku;stratejîya me ya leşkerî  rast e, serkeftina dawî misoger kirî û stratejîya me bandorker e!

Divê em baş bizanibin ku Dewleta Tirk ya faşist, wek Rêber Apo gotî “dijminekî taktîkî ye, yê stratejîk pergala kapîtalîst e“ Ji lewra jî divê stratejîya leşkerî, sîyasî, ekonomî, dîplomasî û hwd li gorî wê rastîyê were peydandin û hûnandin! Stratejîya ne bi tevahî û her alî be, bi xwe re bi tenê têkçûnê tîne. Her wiha stratejîya ne li gorî birdozîya Rêbertî û xwe ji hemû bandorên feraseta dewletê neşûştî be, me nagihîne netewa demokratîk û dervayî birdozîya sosyalîzma Demokratîk e. divê em ji bîr nekin ku , şaştîyên stratejîk bi xwe  re têkçûnên stratejîk tîne, berevajî wê jî rast e!