Rojnameya Ronahî

Li dijî dagirkeriyê berxwedanî

Mihemed Xanim

Ji destpêka dîlgirtina Rêber Apo ve, dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li ser dide meşandin û ev zêdeyî 2 salane ku tu agahî ji Rêber Apo nehatiye girtin. Rêber Apo ji tevahiya mafên xwe bêpar e, dewleta Tirk a faşîst destûrê nade ku parêzer û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Ew her weha bi zextên giran ên derûnî û fîzîkî re rû bi rû dimîne. Ev îşkence jî parçeyek ji siyaseta dewleta Tirk a faşîst û qirker e. Armanca wê jî bêbandorkirina remanê Rêbertiyê û li ser gelê kurd qirkirina çandî û hişmendî pêkanîne. Dewleta Tirk a faşîst di bin navê ‘cezayê displînê’ de zagon û pîvanên mafê mirovan bin pê dike. Dewleta Tirk a dagirker li ser navê “ewlehiya neteweyî” hewl dide ku gelên herêmê yên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin ji holê rake. Helbet ev yek jî ji tecrîdê nequte. Dagirkerî ji bo ku planên xwe yên dagirkirina herêmê pêkbîne, gelek sûcên dijmirovî yên ku nayên jimartin dike, li hemberî van sûcan jî tevahiya cîhan bêdeng e. Dewlet û saziyên qaşo bi navê demokrasiyê bang dikin, ji bo berjewendiyên xwe hevkariya dagirkeriya Tirk dikin û çavên xwe ji kiryarên ku dike digrin.

Qutkirina ava çemê Firatê yek ji polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker e, ku armanc jê şikandina vîna gelên herêmê ye. Çemê Firatê ku çavkaniya sereke ya avê ji bo herêmê ye, qutkirina wê bûye sedema kirîzekê li herêmê. Vê yekê hiştiye ku zuwabûn û nexweşî li herêmê girantirbibe. Li aliyê din jî qutkirina avê li ser bajarê Hesekê jî, ji bona heman armancê ye. Bi 100 hezaran mirov bê av mane, tevî wê jî civaka navneteweyî dengê xwe nake û çavê xwe ji êşa bi milyonan mirov digre.

Herweha êrîşên dagirkerên Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber berdewam dike û ev şer ne tenê di çarçoveya şerê çekdarî de tê meşandin. Rêbazên şerê teybet û derûnî yên ku li ser gel tê meşandin parçeyek ji vî şerî ye. Herweha bi hevkariya PDK’ê êrişên ku li ser qadên berxwedanê têne meşandin, hîn baştir rastiya îxaneta PDK’ê radixe ber çavan.

Berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê û şoreşa 19’ê Tîrmehê ku sembola berxwedan û azadiyê ye, bû çavkaniya ilhamê ji bona heremê û cîhanê tevahî. Bi çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê re ji gelek welatên cîhanê di serî de jin û ciwanan berê xwe dane Rojava û cihê xwe di nava şoreşê de girtin û gelek ji wan jî şehîd ketin. Berxwedana gel li hemberî hemû kiryarên dagirkeriya tirk û çeteyên wê, li Rojhilata navîn û cîhanê re bûye çavkaniya coş û hêzê.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehê wekhevî, demokrasî, biratiya gelan û sîstema xweseriya demokratîk hate avakirin. Şoreşê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke bê hempa da meşandin û li hemberî êriş û gefên dagirkerên Tirk  asta berxwedanê bilindtirkir kir.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê û Şoreşa 19’ê Tîrmehê bûne hêmanên bingehîn ên têkoşîna azadî û demukrasiya gelan. Rastiya şoreşê ji her kesî re nîşan da ku îrade, fedayîtî û rêxistin mifteya serkeftina li hemberî her cure qirkirin û pişaftinên ku li ser gel têne meşandin in.

Sûriyê bûye qada nakokiyên navneteweyî û di serî de Rûsya, Amerîka, Îran, Tirkiye, Îsraîl li ser berjewendî û bandorkirina xwe li herêmê şer dikin. Her aliyekî jî hewl dide ji pozîsyona xwe sûd werbigire da ku fişarê li ser aliyên din bike û encama ku dixwaze bi destê xwe ve bîne. Civînên NATO yên derbarê paşeroja Sûriyê de nîşana kirîza Sûriyê û zehmetiya riyên çareserkirina vê aloziyê nîşandide. Li aliyekî din riya çareseriyê ya yekane beyannameya Rêveberiya Xweser e.

Di salvegera Peymana Lozanê de ku di sala 1923’an de hat îmzekirin û sînorên siyasî û herêmî yên Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatin çêkirin. Metirsiyên cidî li ser gelên herêmê heye, ji ber ku hêzên dagirker hewil didin Lozaneke nû imze bikin û tevahiya gelên herêmê bikiin qurbana bercewendiyên xwe. Li gorî vê yekê tenê riya têkbirina tevahiya van pilanan, berxwedan û yekîtiya gelan e.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî zehmetiyên mezin jî hewl dide jiyaneke birûmet û aram ji gel re peyda bike. Di nav van kêşeyan de krîzên siyasî û aborî yên li Sûriyê, dorpêçkirina li ser herêmê tê meşandin û daketina lîreya sûrî li hember dolar, ku bandorê li ser jiyana welatiyan jî dike. Rêveberiya Xweser bi imkanên xwe hewil dide ku ji bo zehmetiyan çareseriyê peyda bike.