Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kiryar û êrîşên dagirkeriyê li ser gelê Efrînê

05/08/2023
in NÛÇE
A A
Kiryar û êrîşên dagirkeriyê li ser gelê Efrînê
Share on FacebookShare on Twitter

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li kêleka kiryarên dijmirovî yên ku li Efrînê pêk tînin, êrîşên xwe li ser herêma Şehbayê  zêde dikin û bi her awayî sivîlan dike armanc

Esma Mistefa/ Şehba

Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê yê ku di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê ve, bi darê zorê gelê resen ji mal û milkên xwe koçberî herêma Şehbayê bûn. Bi dagirkirina bajarê EFrînê dakirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan dest bi talan kirina sererd û binerda Efrînê kirin.

Xwezaya Efrîmê tê binpêkirin

Efrîna ku bi xwezaya xwe ya xweşik û darên zeytûnan tê nas kirin, komên çeteyan bi hezaran dar û daristanên hemwelatiyan qut kirin û weke rêbazeke tîcaretê bikar anîn. Dewleta Tirk ya faşîst darên zeytûnan bi temamî ji erdê radike û li erdnîgariya Tirkiyê dide çandin. Li hember van bin pêkirinan hemwelatî ji parastina mafê xwe bê par e.

Di sala 2023’an de bi giştî li 65 cihan dar hatine birîn. Zêdetirî 13 heazar darên herêmê û yên hemwelatiyan hatine qut kirin.

Kiryarên dagirkeriyê yên li ser jin û gel berdewam e

Bi hezaran jinên Efrînî hatin Kuştin û destdirêjî li wan hatin kirin, girtîgehên taybet yên jinan li tavahî navçeyan hatin avakirin; di wan girtîgehan de jin rastî hemû rê û rêbazê zordariyê tê,  tavahê cureyên destdirêjî û bê exlaqiyê li ser wan tên meşandin, jin li ber çavên, hevjîn, dayîk û bavê xwe tên girtin û çarenûsa wan ne diyar e.

Di 2023’an de destdirêjiyên ku hatine kirin

Ji destpêka sala 2023’an de li gorî bîlancoyên hatine belgekirin, 133 kes hatine revandin, jê 22 jin in, 18 kesên temen mezin û 5 zarok in. Ji aliyê komên çeteyan ve zêdetirî 36 kesan destdirêjî li wan hatine kirin, her wiha ji aliyê çeteyan ve 3 jin hatine tercawîzkirin, di heman demê de di encama van kiryaran de 9 welatî, 3 jin, 3 welatiyên temen mezin û 1 temen biçûk hatine kuştin.

Malên mêtîngeriyê

Dagirkeriya Tirkiyê ji bo guhartina demografiya Efrînê malên mêtîngeriyê dide avakirin. Bi dehan mal û kamp li tavahî navçeyan avakirine. Ji destpêka 2023’an ve,10 malên mêtîngeriyê hatine avakirin, her wiha 5 kamp û 8 komele û rêxistin hatine avakirin.

Tevî van kiryarên ku di Efrînê de berdewam dike, dagirkeriya Tirkiyê êrîşên xwe li ser gelê herêma Şehbayê bi carekê nedaye rawestandin.

Li gorî bîlancoya Ragihandina leşkerî  êrîşên dagirkeriyê di meha Hezêranê de wiha ne:

Di  23’yê Hizîrana 2023’an de,  di encama topbarana li dijî nuqteyekî hêzên hıkumeta şamê li gundê bênê 3 leşker birîdar bûn.

Di 29’ê Hizîrana  2023’an de, di encama topbarana li navçeya Til Rifatê de welatiyek bi navê Azad hisên guldedo birîndar dibe.

Di 30’ê Hizîrana 2023’an de, li navçeya Til Rifat a girêdayî herêma Şehbayê li komîna 14 bombebaran ki,r zirarên madî çêbûn, di heman rojê de li balafirgeha Minnixê ya girêdayî herêma Şehba nuqteyekî hêzên hikumeta şamê bombebaran kir di encamê de 1 leşkerê hikumeta şamê jiyana xwe ji dest da û 6 leşker jî birindar bûn.

Di di 31’ê Hizêrana 2023’an de di encama topbarana dijwar a li gundê Kolûtê de, 2 welatî birindar bûn, 1 jê zarok û 1 jin bû.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.