Saturday, June 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dagirker bi her awayî zilmê dikin

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Dagirker bi her awayî zilmê dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Malbatên ku ji bo parastina malên xwe li Efrînê man piştî zordestiyên leşker û çeteyan berê xwe dan Şehbayê.
Malbatên ku li Efrînê mabûn û ji ber zilm û zordestiyên çeteyên dagirker ku niha derbasî Şehbayê bûne diyar kirin ku her roj malên wan dihatin dizîn û zilm li wan dihat kirin.
Jina bi navê Naziliye Hemo ya 56 salî a ji Gundê Beradê ya Navçeya Şêrewa ye anî ziman ku wan bi zorê canê xwe xelas kirine û got: “Çete û leşkerên tirk bi her cureyên hovîtiyê êrîşî me dikirin. Malên me talan dikirin û xewên şevan li me diherimandin. Gel bi zilimê re rû bi rû diman, nikaribûn ji malên xwe derketana. Kesên ku li dijî wan derdiket qetil dikirin. Dest dirêjî jinan dikirin û jin bi tirs dijiyan. Dihatin diketin malên me jin, mêr û zarok dibirin. Ji me re digotin hûn YPG/YPJ ne û hemû tiştên me talan dikirin. Me canê xwe bi zorê xelas kir û niha em derbasî Şehbayê bûn.”
Meziyet Oso ya 60 salî diyar kir ku ew jî ji zilmê reviyane û got: “Li Efrînê çete û leşkerên tirk gelek zilm li me dikirin. Li Gundê Beradê genimê ku gel çandibûn agir pê xistin. Çete zeviyên welatiyan dişewitînin. Di heman demê de malên me û çiya jî dişewitandin. Kes nikare tehemulî zilma wan bike. Jinek bi îşkenceyê kuştin. Darên zeytûnan şewitandin.”
Her wiha jina bi navê Zefet Oso ya 40 salî jî wiha got: “Em her dem di mala xwe de bûn em ji tirsa çeteyan nikaribûn derketan. Tenê rojekê zaroka min derket derve ew jî çeteyan ew girtin. Dihatin malên me cil û erzaqên me didizîn. Wekî jin me gelek êş ji destên çeteyan kişand. Diketin malên gel û malên gel talan dikirin. Lê ez di wê baweriyê de me ku Efrînê ji çeteyan rizgar bibe û em ê vegerin ser axa xwe.”…
ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
NÛÇE

Guhertina demokratîk tekane çareserî ye ji bo bidawîkirina kirîzê

13/06/2026
Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike
NÛÇE

Rûsya hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ji nû ve rêxistin dike

13/06/2026
Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin
JIN

Li Efganistanê rewşa jin û mirovî di bin qeydên nû de, xirabtir dibin

13/06/2026
‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’
ÇAND Û HUNER

‘Armanca me pêşxistina jêhatiyên zarokan e’

13/06/2026
Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist
ÇAND Û HUNER

Ji bo piştgiriya YPJ’ê, Tevgera Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî lidar xist

10/06/2026
Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike
CIVAK Û JIYAN

Zanîngeha Rojava bernameyên xwe yên akademîk berfireh dike

10/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.