Rojnameya Ronahî

Divê xebatên siyasî bên xurtkirin

Zekî Bedran

Gelê Sûriyê di cîhana zehmetî û hejariyê de dijî. Dolar bê navber bilind dibe. Her ku Lîreyê Sûriyê nirx winda dike gel hejar dibe û zehmetî zêde dibin. Tam çerxek bêsûd tê jiyîn. Nayê zanîn dê ev zehmetî û perîşanî çiqas bidome û dê gel çawa henaseyekî bistîne. Rêveberiya B. Esad hilneweşiya, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li ser lingan ma. Sûriye tevlî Yekîtiya Ereb bû. Lê rewşa gel baş nebû. Li Sûriyê çareseriyek tune ye. Tu kes nikare bi serê xwe çareser bike. Berjewendî û hesabên hêzên li herêmê ji hev cuda ne. Hêzên herî bi bandor DYE, Rûsya, Îran û Tirkiye ne. Welatên Ereb, hêzên Ewropayê jî bi şêweyekî li herêmê hene.

Rûsya, Îran, Sûriye û DYE-Ewropa li dijî hev in. Tirkiye, Îran û hikumeta Şamê jî di eniyên dijber de ne. Tirkiye di heman demê de endamê NATO’yê ye û di eniya welatên rojavayî de ye. Heman Tirkiye ji ber dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan di gelek mijaran de bi Rûsyayê re hevkar e. Lê di mijara Idlibê û ji bo li Sûriyê bimîne pişta xwe dide DYE û hevkarên wê. Pêvajoya Astanayê tam li ser dijberiya Kurd û rêveberiya xweser hat avakirin. Yek ji mijara esasî ku beşdarvanên Astanayê li ser lihev kirin jî derketina DYE ji Sûriyê ye.

Tirkiye hewl dide hebûn û êrişên xwe yên li Sûriyê bispêre “têkoşîna li dijî terorê”. Ji ber nikare hincetek din derxe. Qesta wî ji rêxistinên terorê jî YPG-QSD ye. Hikumeta Tirk li herêmên ku dagir kiriye bi dehhezaran hêzên çekdar ava kiriye. Van hêzên hem ji bo şerkirina li dijî Kurdan hem jî şerkirina  li dijî hikumeta Şamê diparêz e. Wan fînanse û perwerde dike. Bi giranî ev ji Sûriyan berhev kirine. Tirkiye hewl dide van weke muxalefeta Sûriyê bide nîşan. Lê tu nasnameya siyasî ya van hêzan nemaye. Bi tevahî di fermana polîtîkayên dewleta Tirk de ne. Tu bername û vînek van a ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyê tune ye.

Tirkiye hewl dide her hêza ku xwe li Sûriye û cîhanê bigihînê, di şerê xwe yê li dijî Kurdan û rêveberiya xweser de bikişîne gel xwe. Dixwaze Kurdan bi tenê bihêle û ji vê cîhanê tune bike. Ji ber ku armanca wî ya qirkirinê heye, hikumeta Şamê jî di nav de, ji herkesê re dibêje werin bibin hevkarên qirkirinê. Dewleta Tirk di dijminahiya li dijî Kurdan de, di serî de DAIŞ, El- Nûsra, Îsraîl, DYE, Îran, Rûsya, ji tevahî hêzên li cîhanê piştgiriyê dixwaze û hevkariyê dike. Ev hêzên em qala wan dikin, pirsgirêk û nakokiyên wan bi Tirkiyê re çi dibe bila bibe, li dijî Kurdan bazarê dikin û ji ber berjewendiyên xwe hevkariya Tirkiyê dikin. Ji bo hevkariya wan li dijî Kurdan tu berdêlên bidin tune ye.

Li Sûriyê yekane hêza ku gel esas digire û hewl dide demokrasiyê ava bike Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Sergûzeştek bibandor a van rêveberiyan çêbû. Xwedî projeyek demokratîk a bi hêz in. Azadiya jin û berjewendiyên tevahî beşên bindest ên civakê esas gire. Di destê rêveberiya xweser de çekek bi bandor a wek azadî û demokrasiyê heye. Lê ev çek ji bo tevahî Sûriyê weke tê xwestin nayê bikaranîn. Nagihe tevahî Sûriyê. Di van mijaran de paşketinek cidî û bi xwe re sînormayîn heye. Gel hatiye wê rewşê ku di nava hejarî û zextê de bifetise. Tevahî ragihandin di destê hikumetê de ye. Yên ku dengê gel bibihîse tune ye. Amûrek tune ye ku jin, hejar, ciwan û bindest dengê xwe pê bilind bikin. Rêveberiya xweser dikare bibe dengê tevahî Sûriyê, dikare xwe bîne rewşa navendî.

Hêza ragihandinê ya di destê rêveberiya xweser de ne kêm e. Pirsgirêk ew e ku beşê ronakbîr û entelektuel roja xwe nalîzin. Danehevek Sûriyê heye. Lê derdorên ronakbîr û siyasî belave ne. Piraniya wan derketine derveyî welat. Ew jî ne birêxistinkîr ne. Dikevin bin bandora welatên Ereb ên lê dimînin. Divê ji bo civakek Sûrî ya demokratîk û azad danehevên xwe bikar bînin û bibin yek. Pêwîste rêveberiya xweser di vî alî de jî bibe navend. Li şûna ku rewşenbîr xwe bispêrin welatên cuda, dikarin bên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Me dewlet û rêveberiyên li Sûriyê diyar kirin. Ev berjewendiyên gel esas nagirin. Di vê rewşê de kar dimîne ser milê ronakbîr û demokratên Sûriyê. Dema li hêzên heyî binêrin çareserî tune ye. Eger di çareseriyekî de lihev bikin jî, ev dê ne azadî û demokrasî be. Li welatên ku “Bihara Ereban” lê hatin jiyîn, niha rewş nebaş e. Desthilat û hevkarên wan şoreşa gelan ji xwe re dizîn. Gelo dê li Sûriyê destûr ji vê re bê dayîn? Evqas windahiyên canî, êş û rûxan, dê bi serweriya rejîma berê re rû bi rû bimîne? Di vî alî de pêwîste rêveberiya xweser, tevahî ronakbîr û demokratên ji Sûriyê bibin hevkar û ji bo çareseriyê giraniya xwe danin holê.