Rojnameya Ronahî

‘Konsepta qirkirinê bi dawî nebûye; berxwedan jî berdewam e’

Şaho Gabar /Qamişlo

Civaka Êzidî di Tebaxa 2014‘an de bi sûcekî dermirovî re rû bi rû ma. Hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratî A Şengalê Cîhan Cîlo diyar kir ku di salvegera 9’emîn a komkujiyê de, civaka Êzidî rexmî hemû hewldanên dubare yên qirkirinê li ber xwe dide û pergala xwe ya nû xurtir dike.

Komkujiya Şengalê ji komkujiyên herî hovane di dîroka mirovahiyê ya nûjen de ye. Li gel giraniya vê komkujiyê, ji aliyê civaka navdewletî ve îxanetek hebû, dîsa jî hêzên herêmê gelê Şengalê wek şûr firotin terora cîhanê ya DAIŞ‘ê.

DAIŞ’ê êrîş kir, çekdarên pdk û polîsên federal reviyan

Roja 3‘yê Tebaxa 2014‘an de çeteyên DAIŞ‘ê dest bi êrîşên li ser gundên Şengalê kir; wekî Gurzêlê, Sîba Şêx, Rembûzî, Til Benat û Koço kirin. Gundiyan, bi taybet li Gurzêlê û Sîba Şêx li hemberî êrîşan li ber xwe da û gelek welatî şehîd bûn. Di şeva êrîşê de komek ji kesayet û rûspiyên Şengalê serî li navenda fermandarên PDK‘ê ya li herêma Şerfedîn da, da ku erka xwe bi cih bînin û êrîşan bibersivînin, lê fermandarên PDK‘ê tu bersiv nedan û hewl dan şandeyê ji vê rewşê rihet bikin. Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde ketin, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên ku nedikarîbû bireve jî xwe spart Yekîneyên Parastina Gel li Rojava.

Gel di nav lepên çeteyan de ma

Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayê Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meş li ser lingan xwe spartin çiya. Di saetên destpêkê yên sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Şengalê dagir kir, her kesê li pêşiya xwe dîdîtin qetil dikirin, jin û zarok direvandin û pîrozgehên êzidî teqandin û şewitandin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekir. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin û ew gihandin kamp û gundên ku Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina wan vala kiribûn. Di vekirina vê korîdorê de 150 şervanên YPG û YPJ‘ê şehîd bûn. Li aliyekî din jî li çiyayê Şengalê gerîlayan û kesên ji Şengalê yên dilxwaz, parastin dikirin.

Êrîşên li ser Şengal û civaka êzidî ji 3‘yê Tebaxa 2014‘an heta roja me ya îro ji bo şikandina îradeya gel, têkbirina xweseriya Şengalê dewam dike.

Derbarê salvegera 9’mîn ya komkujiya Şengalê hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo ji rojnameya me re axivî.

Cîhan Cîlo diyar kir ku armnaca komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê qirkirina civaka Êzidê bû û wiha domand: “Çeteyên DAIŞ’ê bi pilaneke navdewletî û herêmê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal kirin, di wan êrîşan de gelek komkujî li dijî civaka Êzidî pêk anîn. Armanca sereke ji komkujiya Şengalê jî, qirkirina civaka Êzidî bi giştî bû. Yên ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê di komkujiyê de kirin ji her kesî re eşkere bûn; dewleta Tirk a dagirker, PDK’ê bi serperiştiya malbata Barzanî û hikumeta Iraqê jî bi awayekî eşker destek dan çeteyên DAIŞ’ê û destên wan di komkujiya Şengalê de hebû. Malbata Berzanî ji destpêka avabûna xwe ve dejberiya gelê Kurd dike, herwiha destekê dide dijminê gelê kurd.”

’Bi berxwedaniya Şervanên Azadiyê planên PDK’ê û tirkan têk çûn’

Cîhan da xuyakirin ku dewletav Tirk a dagirker bi awayekî eşkere alîkariya madî û lojistî radestî çeteyên DAIŞ’ê dikr û wiha li axaftina xwe zê kir: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ji destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê,  qirkirina civaka Êzidî, dagirkirina Şengalê  û avkirina Impratoriya Osmanî ya nû bû. Lê bi saya berxwedana şervanên azadiyê yên ku li ser banga civaka Êzîdî berê xwe dan Şengalê, Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû û planên dewleta Tirk û PDK’ê têk çûn.”

‘Civaka Êzidî xiyaneta PDK’ê ji bîr nake’

Cîhan da zanîn ku yên Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin YPG, YPJ û Gerîlayên Azadiya Kurdistnê bûn û wiha pê da çû: “Yên ku Şengal ji çeteyan rizgar kirin YPG, YPJ’ê û Gerîlayên Azadiyê bûn, herwiha yê ku xiyanet li Şengalê kir jî malbata Barzanî bû, ev rast ji her kesî re eşkere bûye. PDK’ê bû sedema komkujiya Şengalê û gelê Êzdî tu carî xiyaneta wê ji bîr nake, hertişt wê di dîrokê de wê bê nivîsandin.”

’Dewleta Tirk dixwaze komkujiya Şengalê dewam bike’

 

Cîhan da xuyakirin ku dewleta tirk a dagirker bi riya armancgirtina pêşeng û berpirsên Rêveberiya Xwesr A Şengalê , hewil dide ku komkujiya 3’ê Tebaxê berdewam bike  û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê bi saya keda keç û xortên Şengalê wê destkeftiyên mezintir bidest bixe û planên PDK’ê û dagirkeriya Tirk wê têk biçin. Me heval û duijminê xwe ji hev naskiriye. Armnca sereke ya avabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, rêvebirina Şengal ji aliyê gelê wê ve, çaresrkirina tevahiya pirsgirêkaên gel û parastina Şengalê ye, herwiha pêkanîna yekîtiya gelê Şengalê ye.”

 

’Xwedî li Şengalê derkevin’

 

Hevseroka Rêveberiya Xweser A Demokratîk A Şengalê Cîhan Cîlo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang tevahiya gelê Kurd yên welatparêz û bi taybet civaka Êzîdî dikin ku li Şengalê xwedî derkevin û li dijî xayînên kurd helwesta xwe nîşan bikin, ji ber ku Şengal bingeha kurdistanê ye.”