Rojnameya Ronahî

Li Şengalê zihniyeta sed salî

Farûk Sakik

Konferansa Peymana Lozan a sedsalî pêkhat. Li wêder di nîqaşan de dihat gotin çima Kurdistan ava nebû? Di vê serdemê de şert û mercên guncav çima li Lozanê statuya ku li Sevrê ji Kurdan re hatibû dayîn hat rakirin?

Wê demê Iraq ji sê parêzgehan pêk dihat. Mûsil, Bexda, Besra.

Mûsil deverên ku ji Şengal heta Xaneqînê ji Kurdistanê qut bûne, dihewand.

Brîtanya dixwest Mûsilê bi Iraqa ku dixwest ava bike ve girê bide. Ji ber ku di sala 1908an de petrol li Kerkûkê hat dîtin û petrol ji bo pîşesaziya Birîtanyayê madeyek xam a pir girîng bû.

Li ser vê mijarê di navbera Îngilîz û Mistefa Kemal de gotûbêjek siyasî û dîplomatîk hebû, nakokî hebûn.

Mustafa Kemal ji Brîtanya re gotibû: ”Em ê ji Mûsilê vekişin. Lê bi awayekî eşkere rê nedin daxwazên serxwebûn û otonomî yên Kurdan”.

Sed sal derbasbû zîhniyeta Mustefa Kemal derbasî Erdogan bû. Di hedefa dewleta Tirk a dagirker de her tim heremên kurd yên di nav aramiyê de dijîn hene. Dixwazin, heremên ku rêyên Kurdistana azad a mezin tê de derbas dibin biruxînin. Bi navê Şengal herêmek hebû, Şengal wek nasnameya Kurdistan bû. Navenda êzîdatiyê bû. Bi sedan sala bi israr çand, huner û zimanê kurdî parastibû. Ya duyem heremek jeopolitîk bû. Li ser tixûbê 2 parçeyan bû. Ev taybetmendiyên Şengalê bala dewleta Tirk kişandibû û bi israr êrişî vêderê kirin.

Di sala 2014an de bi navê DAIŞ’ê hin çeteyên hov birêxistin kir û berê wan da Şengalê. Dema ku di 3’ê Tebaxê de çeteyên DAIŞ ketin Şengelê kurdan dîtin KDP û rêveberiya Başûrê Kurdistan ji berê de, bi Tirkan re li ser dagirkirina Şengalê li hevkirin.

Piştî ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êriş bir ser Şengalê, gerîlla û şervanên Kurdistan gelê êzidî ji nava lepên hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin.

Piştî rizgariyê gelên Şengalê rêveberiya xwe ya siyasî û ya ewlekariyê sazkir.

Erdogan, Mustefa Kemalê sed sal berê teqlîd dikir. Ji bo ku li Şengalê statuyek çênebê bi rejima Baxdayê re di nav bazariyan de bû.

Rêya xeyalên Erdogan yên Neo-Osmanî di Şengalê re derbasdibû. Lê astengî hebûn. Bi erişên dagirkeriyê nikaribû Şengalê bidestbixe. Sîstemek hatibû avakirin û nikaribû vê xetê derbasbike. Serî li rêbazek cûda da. Erişên sûiykastan.

15’ê Tebaxa 2018’an balefirên dewleta Tirk a dagirker, dîsa êrişî herêma Geliyê Şilo yê Şengalê kirin. Di vê êrişê de Endamê Kordînasyona Meclisa Xweser a Şengalê Zekî Şengalî ku di nav gel de wekî Mam Zekî dihat nasîn şehîd bû. Dîsa biserneket.

Îroj dixwaze ew hewldanên wan  ên ku ji sala 2014’an ve nîvcû manin, bi destê KDP û hikumeta Baxdatê ve temam bikin.

9’ê Cotmeha 2020’an derbarê Şengalê de, di navbera Iraq û PDK’ê de peymanek çêbû. Esas hêza ku ev peyman ferzkir dewleta Tirk bû. Lê dîsa biserneket.

Sed sal berê Brîtanya hemû koloniyên xwe, ji Botswana heta Gana, ji hindistanê heta Kenyayê, bi avakirina xwerêveberiyê bi rê ve bir. Yekane qada ku Îngilîstanê lê rêveberiyek xweser ava nekir Kurdistan bû. Ev yek li gor daxwazên Mustafa Kemal bû.

Mustefa Kemal ji Îngilizan xwesti bû Kurdistan ava nebe, Erdogan jî ji Amerîka û ji Baxdatê dixwaze statuya Şengalê ya rêveberiya xweser ya demokratîk were ruxandin.

Sed sal berê yekitiya Kurdan ya pêşîgirtina leyîzkên Mustefa Kemal û Îngilizan tunebû. Lê îroj di ‘Konferansa Peymana Lozan ya sed salî’ de, yekitiyek netewî me dît li ser parastina statuya Şengalê biryar hat girtin.