Rojnameya Ronahî

Tirkiyê di siyaseta qirkirinê de berdewam e…(1)

Navenda Rojava ya lêkolînên stratejîk

Piştî şerê cîhanê yê yekem (1914 – 1918) û şûn de, nexşeya Rojhilata Navîn ketiye ber xêzik û birekên hêzên ku di şer de bi serketibûn; mîna Fransa, Îtaliya, Birîtaniya , Rûsiya û Amerîka de. Impertoriya osmanî tarûmar dibû  û dabeşî pir dewletên nû dihate kirin, ji axa dibin serwriya osmaniyan de bi tenê komara tirkiyê ya heyî weke komareke tirk hatibû xêzkirin, bi taybet piştî peymana Lozanê ya di 1923 de.

Ji 1923 û şûn ve tiracîdiya welatekî perçebûyî di nava sînorên çar dewletên nû de, tiracîdiya Kurdistan û gelê Kurd dest pê kiriye, Kurdistan û gelê kurd dabeşî nava neteweyên ereb, tirk û farisan hatine kirin, di jêr desthilatdariya rêjîmên van neteweyan de gelê Kurd rastî tunekirin, pişaftin û qirkirianan hatiye û ji derveyî zagonên navneteweyî û mafên mirovan û kêmhejmran, tunebûn li ser kurdan hatiye sepandin, çendîn serhildan, raperîn û şoreşên kurdan li dar ketine jî, lê di encamê de têk çûne û gelê Kurd berdêlên giran ji qurbanî û wêraniyan daniye, bêyî ku dewletên cîhanî an jî zagon û rêgezên rêxistinên mirovî tu hewildanên rêgirtinê li ber komkujiyan bigrin an jî mafên gelê kurd erê bikin hebaya, ji ber ew bi xwe xwediyê pirojeya perçekirin û tunekirina gelê Kurd bûn û dewletên ku Kurdistan di nava wan de dabeş bûye Tirkiye, Iraq, Sûrî û Ïran, bi tenê encamên pirojeyên van hêzên navneteweyî û peymanên wan in, mîna peymana Saykis-pîkot, Lozan, Enqere û Qahîrêyê di nava 100 salên borî de, kurd lawazbûn, rastî pir şikestinan hatibûn, ji komkujiyekê derbasî nava komkujiyeke nû dibûn, komara Kurdistan (Mehabad – 1946) li Rojhilatê Kurdistanê hatibû rûxandin, şoreşa Berzanî di 1975 de li Başûrê Kurdistanê hatibû têkbirin, li Bakurê Kurdistanê bêdengiya goristanan xwe li ser kurdan sepandibû, ew jî piştî qirkirinên bêjimar ji şoreşa koçgirî (1920 ), Şêx Seîd (1925), Agrî (1927) û di navbera 1925 û 1938 de zêdeyî 1500 000 kurd hatibûn kuştin û koçberkirin,  tirkiyê ta 1965 nehiştiye ku tu biyanî sredana Bakurê Kurdistanê bi taybet rojhilatî Feratê bikin. Di navbera her çar dewletên ku Kurdistan di nava wan de dabeş kiribûn de, peyman  û pilanên hevbeş li hember kurdan hatine meşandin. Dewleta herî şerê hebûna gelê Kurd kiriye dewleta tirkiyê ye, ji avabûna komarê de1923 pirojeya tinekirin û tunekirina doza kurdî weke stratejîk girtiye dest, anku ji bo misogerkirina berdewamiya komarê, qirkirin û jiholêrakirina gelê Kurd pêwistiyeke stratejîk dîtine.

Hatina AKP-MEHP’ê li ser desthilatîya tirkiyê:

Avabûna komara  Tirkiyê li ser hesabê qirkirina gelên resen di herêmê de, mîna Kurd, Ermen, Yûnan, Siryan û hwd, ne ji xweber ve hatiye, lê belê girêdayî stratejî û pirojeyên hêzên sermayedar bi pêşengtiya Birîtaniya û Ferensa bû, tevlêbûna Tirkiyê di nava Nato de di 1952 de, erkdarkirineke Rojavayî ji Tirkiyê re bû ku bekçiyê parastina sînorê Rojhilatê hevbendiya Nato be û di heman demê de di şerê li himber Sovyêtan û tevgerên azadiyê di Rojhilata Navîn de li pêş be, lewra pergal û ferweriyên ku serwerî li Tirkiyê kirine girêdayî armanc û pirojeyên Nato serwerî kirine, di dema bilindbûna asta çepgeriyê di Tirkiyê de, neteweperestî û faşizim dane pêş, di dema bilindbûna islama siyasî de, rêgez û pergala zanistî dane pêş û di bilindbûna tevgerên neteweyî de mîna kurdan conta leşkerî dane pêş, tu ferweriyên Tirkiye ji çarçova stratejiya Nato û Amerîka derneketine, ferwer an jî serokên xwestine ku di çarçoveyeke cûda de tevbigerin, rastî reşkujî hatine, lewra hatina islama siyasî di serweriya Tirkiyê de di kesayeta Erdogan û AKP de û hevpeymana wan bi MHP re jî, ne ji xwebernve hatiye, lê belê girêdayî pirojeyên Rojhilata Navîn ya nû û bikaranîna islama nerm (weke ku Tirkiye xwe dida pênasekirin), di kedîkirina rojhilata navîn de di asta pirojeya Amerîkî de hatiye, lê belê di asta hundirîn de hatina AKP-MHP bi armanca dawîanîna li Tevgera Azadiyê, doza kurdî û pêkanîna “misaqa milî” de hatiye.